Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
cidade de deus - tirşik
cidade de deus
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeke fernando mirelles û kátia lund e. di sala 2002an de hatiye kişandin.

navê flmê bi îngîlîzî û navnetewî city of god e. yanî bajarê xwedê

cûreya fîlmê drama û tawan/sûc e. zimanê wê portegîzî ye. bi qasê 2 saet û 15 deqe dom dike. di lîsteya 250 fîlmên baştirîn ya imdbyê de, di rêza 21. de ye.

em werin naveroka fîlmê;



fîlm li taxeke rio de janeiroyê derbas dibe ku li vir mirov hê di zarokatiya xwe de hînî mirin û kuştinê dibin. fîlmê de çîroka çend lehengan tê vegotin ku dawiyê de çîrokên wan digihin hev.



----spoiler---



mijara fîlmê ne zêde zêde orjînal e. (bnr: scarface) lê dîsa jî senaryo mijarek giştî ye ku bi dehan fîlmên xweş dikarin jê derkevin. lê bi ya min vê fîlmê nekariye senaryoya xwe baş binexşîne.

fîlm bi min gelek ziwa hat. erê ziwa. yanî heçko derhêner tenê xwestiye ku bibêje: binêrin "bajara xwedê" ev qas pîs e, evqas bênamûs in, diz in, tiryak in, xwedênehiştî ne lê sîstem û şert û merc jî hinekî sûcdar in.

evqas. fîlmê nekariya mijarê hûr hûr bineqişîne, hinek hêst bixe tê de, hinek dram û tevlîhevî bêxe tê de. lê na, her tişt weke ku jê tê hêvîkirin pêk tê û di bûyeran de qet estetîzm tune.

karakter jî baş nehatiye ravekirin. heta serlehengê fîlmê bixwe jî baş nehatiye nasandin.

hinek fîlm hene ku karakterên xerab ewqas hatine hûnandin ku mirov bivê nevê empatiyê dike û nikare xwe bigire ku j nişka ve jê hez bike. (bnr: celda 211)

lê ev fîlm ne wisa ye.

bi ya min tekane fonksiyona wê ew ku van meseleyên tiryakê, diziyê, kuştinê û di vê navberê de jiyanê jî li ber dilê mirovan reş dike û hew!



----spoiler---



14.05.2014 21:09 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» cidade de deus
» deus ex machina

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî