1. li diyarbekirê navê marketekê ye. bawer nakim ku bi mantiqa kurdî ji xwe re ev nav bijartine lê belê navê wê gelekî xweş e. bi vê nûçeyê haya min jê çêbû: http://ajansafirat.com/news/guncel/amed-esnafi-aciyi-paylasiyor.htm |
|
14.05.2014 21:22 |
oxir
|
2. marketa ku li amedê xwediyê 11 şaxan e. hemû li amedê ne. marketekî welatparêz e. market bi xwe ne ha, xwediyê wê welatparêz e * |
|
15.05.2014 00:11 |
brusk56
|
4. marketa ku bi qasê ku bikare îsotên kesk, bacanên sor û lîmonên zer dane ber hev, welatparêz û kurdî û kurdistanî ye. * |
|
15.05.2014 00:57 |
brusk56
|
5. mARKETA KU LI GOR MIN BIHAYÊN TIŞTÊN WÊ LI GOR MARKETÊN DÎ HINEKÎ ZÊDETIR E.. gELO JI XWE RE DIBÊJIN ÇAWA BÊ EM WELATPARÊZ IN Û HEMA EM ÇIQAS GIRAN BIDIN JÎ WÊ DÎSA XELKÊ JI ME KIRÎ - FIROTINÊ BIKÊ ? |
|
15.05.2014 01:10 |
nan û av
|
6. mixabin rêbazeka ku gelekî tê bikaranî, welatparêzî ji stran û gotinan pêk tê. lê wekî din hemû tuştên wan ji yê wa yên din xerabtire. dema ku mirov berê xwe dide derên din wî çaxî jî dibe xaîn. ku welatparêzbin bila ji gel re bixebitin wekî din pûç e |
|
15.05.2014 01:17 |
renas
|
7. kêm zêde tê bîra min, di salên notî de xwediyê vê marketê ji xwe re bûfeyeke piçûk bi rê ve dibir, rojekê di nava çalakiyê de li hemberê polêsan ber xwe da, aniha tam nayê bîra min bê ka mesele çi bû? ne şaş bim çalakî hebû û polês çûn li ber bûfeya çarmarê û jê re tiştina gotin lê ew qebul nekir û li ber xwe da, ji polêsan derb xwaribû. |
|
13.02.2017 11:31 ~11:31 |
ferhenga şikestî
|
8. Her çiqas li navçeyan şaxên wê tunne be jî li hindek bajaran Kurdistanê marketên weke ayüzbir û bîmê di bin sîwana xwe de dihêle |
|
13.02.2017 12:47 |
darînê daryo
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |