Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ristemê zal - tirşik
ristemê zal
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lehengekî Kurda ye. li gorî çîrokê şîrê şêran vexwariye û bi teyrê sîmir re jiyaye. her wiha li gorî taswîran mirovekî albîno ye. edîp polat di pirtûka xwe ya bi navê ristemê zal de albînobûna wî werr nivîsiye.



“Me şêrekî mêr wulo,

Nedît hetanî îro,

Serî spî, rû jî sor,

bejna wî dara bi çilo!”



Edîp Polat

Ji:Ristemê Zal

rûpel:38 weşanên EVRENSEL



16.05.2014 02:29 | cîhana pirtûkên kurdî

2. Ristemê Zal merd, şervan, wêrek, welatparêz û şoreşger e. Serokê doza bindestan e. Ti dijmineke zalim nikare li ber Ristemê Zal bisekine. Di çîroka Kurdî de cihekê xwe yê mezin heye. Hin caran bi bandora ola Îslamê di şûna navê Ristemê Zal de Hezretî Elî derbasdibe. Pûşî ya Ristem bi xwîna împaratorên xwînrêj û zalim e. Şûrê wî hebûna wî ya herî pîroz e û ji hesinên esmanî hatiye çêkirin. Destiya şûrê Ristem ji darên kesk, sor û zer e. Bejna wî dirêj, simbêla wî zirav, kirasê wî spî ye. Rû biken e. Şûtika wî sor e. Cihê ew lê derbas be, zalim dilerizin, gul û sosin şad dibin, gur û çeqel boçika xwe hildidin û bazdidin.



Yekem car destanê Ristemî Zal, ji aliyê firdewsî ve, di Şahnamê de bi nivîskî hate nivîsandin, Firdewsî, helbestvanê mezin yê Fersan e, di Şahnamê de dibêje Ristem Kurd e.



Ristemê Zal jî navê pirtûkeke xurşîd mîrzengî ye.



11.04.2016 15:34 | xwelî li ser

3. lehengekî destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Ristem lawê Zal e. Mirov nizane ka kesayetiyeke rastî ye yan mîtosî ye. Mixabin herçendî dewlemendiya çanda Kurdan e, tirk û farisan xwedî lê derdikevin û bikartînin. Dibêjin bi Alper tunga re şer kiriye.



05.06.2020 02:43 | xwelî li ser

4. lehengekî destanên kurd û gelên îranî ye.

girhesp bavê nerîman e
nerîman bavê sam e
sam bavê zal e
zal bavê ristem e
ristem bavê feramûz e.



09.01.2024 14:59 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ristemê zal
» zal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî