Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
1'ê rêbendanê - tirşik
1'ê rêbendanê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdistan:



1959 – Tevgera duyem a Dêrsîmê dest pê kir.

1995 – Endamê HADEPa Edeneyê Hacı Sait Macir ku di 28'ê berfanbara 2004'an de ji aliyê kontrayan ve hatibû gulebarandin, ji cîhanê koç kir.

1998 – Kovara Özgür Kadın a jinên kurd ên Bakurê Kurdistanê bi tirkî û kurdî dest bi weşana xwe kir

2000 – Kanala ezmanî ya Kurdsatê li Başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kir.

2005 – Radyo Newa ji Herêma Kurdistanê dest bi weşanê kir.

2009 – Televîzyona dewletê TRT 6'ê dest bi weşana xwe ya asayî kir.



17.05.2014 09:57 | yoda

2. cihan



630 – Hezretî Muhammed, bi artêşekê kete bajarê Mekeyê.

1788 – Rojnameya herî kevn a Londonê The Times dest bi weşanê kir.

1891 – Li ser nîqaşên di maça navbera yaneyên Stoke City û Notts ên di lîga Îngilistanê de hate kirin, penaltî kete pirtûka qaîdeyên futbolê.

1945 – Fransa, tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.

1959 – Bi serokatiya Fîdel Kastro şoreşa Kûbayê pêkhat.

1965 – Rêxistina El-Fetîh, di nava Filîstînê de yekemîn çalakiya xwe li dar xist.

1973 – Îngilistan bi fermî tevlî Civata Aborî ya Ewropayê bû.

1981 – Yewnanîstan bû endamê 10emîn ê Civata Aborî ya Ewropayê.

1986 – Spanya û Portekîz, tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.

1987 – Li Çînê bi hezaran xwendekaran li meydana Tîanenmanê meşiyan.

1993 – Çekoslovakya bû du parçe. Bi vê bûyerê re Komara Çekî û komara Slovakyayê hatin damezrandin.

1994 – Peymana NAFTA derbasî jiyanê bû. Di peymana ku jê re dihate gotin Herêma Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur, tê de dihate pêşdîtin, dîwarên di navbêra Kanada û Meksîkayê were rakirin.

1994 – Zapatîstan ji ber pirsgirêka xwe ya neteweyî bi rêberiya Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîst (EZLN) li Meksîkayê dest bi têkoşîna azadiyê kirin.

1995 – Awistriya, Fînlandiya û Swêd tevlî Yekîtiya Ewropayê bûn.

1996 – « Yekîtiya Gumrûkê » a di navbêra Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de kete meriyetê.

1998 – Îtalyayê biryara parastina mafên gelê kurd a di warê navneteweyî de wergirt.

1999 – Pereyê Ewropayê “euro” kete meriyetê de.

2002 – Bi kanûna derketina Zagona Medenî ya Tirk re, mêran di fermiyetê de reîstiya hundirê malê winda kir.

2005 – Şeş sifirên di pereyên tirkan de hatin rakirin û YTL kete merîyetê de.

2007 – Reqemên ISBN ji 10'an bûne 13.



17.05.2014 09:59 | yoda

3. Zayîn:



1945 – İsmail Çoban, wênesazê kurd-tirk

1947 – Nusret Kılıçaslan, siyasetmedarê kurd

1948 – Devlet Bahçeli, serokê partiya neteweperest (MHP)

1950 – Mistefa Kewê, helbestvanekî kurd

1952 – İbrahim Tatlıses, stranbêjê tirk

1953 – Mehmed Uzun, nivîskarê kurd

1956 – Muzaffer Ayata, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'yê

1971 – Emrah İpek, stranbêjekî tirk

1986 – Deşnê Murad, stranbêja kurd



17.05.2014 09:59 | yoda

4. Mirin:



874 – Hesenê Eskerî, îmamê şia yê yazdehem



17.05.2014 10:00 | yoda

5. yekemîn mijara îroyîn a nivîskareke rehmetî bu ku ev destpêk zêde lê nehat. xwedê neyne serê dijminê min jî...



17.05.2014 23:23 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 1'ê rêbendanê

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî