Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 37 peyam
balafirxaneya şerafettin elçi ya şirnexê - tirşik
balafirxaneya şerafettin elçi ya şirnexê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li ser bextê rojnameya radîkalê be dibêje serokwezîrê tirkiyeyê receb tayyîp erdogan di axaftina xwe ya di merasîma vekirina balafirxaneya çewlîkê de gotiye du hefte din re roja îniyê em ê balafirxaneya şerafettîn elçî ya şirnexê jî ji bo xizmetê vekin.. axirê plan û mebesta teyyîb ji vê navdanînê çi ye nizanim lê navê şerafettîn elçiyê rehmetî xweş li balafirxaneya şirnexê hatiye.. hêvî dikim ku teyyîbê sergolik dema vegere enqere vê beyana xwe ji bîr neke an jê poşman nebe û navên din ên ji bo siyaseta kurdistanê tab dîtine û ked dane li cih û saziyên muxtelîf yên şirnex û bajarên din ên kurdistanê bên dayîn..



12.07.2013 21:18 | endazer

2. Qey xwe şaş kiri ye.Ez ne bawer im rast be.Lê rast bûna dê gellek xweş be.



12.07.2013 23:18 | gulan

3. ku çêbe tiştekî baş e lê îşelleh vê yekê weke gaveke pêvajoya çareseriyê nehesibînin.

li hemberî vekişîna hêzên hpg'ye, balafirgeha şerafettin elçi... dema mirov weke şakîrtek bifikire qet bêmantiq xuya nake!



13.07.2013 00:09 | simurg56

4. Bi daxwaza bi kêr dîtina gelê me bila bi xêr be



13.07.2013 01:04 | fizikzan

5. tiştek baş e. lê dema mirov tîne bîra xwe ku, navên kujerên kurdan, li hemû dibistan,cade,kûçe,stad û balefirgehên kurdistanê hatine dayîn, têdigehe ku ev gavek pir pir biçûk e .

hê gelek tişt hene ku hewce ye navê wan bên guherandin. bi hezaran navê gund,navçe,bajarok û bajarên kurdan ku navê wan bi kurdî ne, hatine guhertin.ger dewlet jidil be bila van hemûyan bêîstîsna dîsa vegerîne ser eslê xwe.

ji tunebûnê baştir e lê bi min ne tiştek ew qas giring e ku mirov pê heyecan bibe an jî hêvîdar bibe ji bo tiştên din .



13.07.2013 02:43 | brusk56


7. tişteke ewqas normal e ku navê yekî navdar ê deverekê li tişteka wê derê danîn, lê ev der kurdistan e ji ber wê her tişt serûbino dibe. ev tişteke ji rêzê ye lê helbet hikumet dîsa weke nîmeteke tu kesî nedîtî jii me re bêje.



13.07.2013 11:29 | azadixwaz

8. 2 sala berî rte li çewligê bang kir û got çewlikîya amedîno. ez dibêjim carekî dî dîsa li Çewligê eynî xeletî kirîye. xwastîye bêjê 'fethullah gülen' ...



13.07.2013 16:59 | shepirze

9. ez bawerim divê kurd razîbuna xwe hindek jî be dîyar kin. çaxê başîyek tê kirin û tû jî spasî ya xwe dîkî, dibe kû ew bibe sedema başîyên baştir. lê bê guman ev spaskirin lazime bi sînor be kû dijmin har nebin! xwedê bike rast be! navên nemir ê kurdan ewqas gelekin bi nivisarê xwelas nabin mesel; (bnr: kawa) (bnr: mem û zîn) (bnr: gabar) (bnr: orhan dogan) (bnr: botan) (bnr: mahsum korkmaz) (bnr: vedat aydin) (bnr: apê musa) hv.



13.07.2013 17:03 | urartu3000

10. wé serok wezir, rte dîsa Kurdan bixapîne...



13.07.2013 17:33 | serdar

11. bi qasê zanim tenê ji bo balafirên di navbera şirnex-stenbol û şirnex-enqere dixebite.

bi 120 milyon lîrayan hatiye çêkirinç biçûk e lê xweşik xuya dike. ji ya semsûrê xweştir e..



25.02.2015 21:50 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» balafirxaneya şerafettin elçi ya şirnexê

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî