Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mêr û jinên kurd çawa bang li hev dikin - tirşik
mêr û jinên kurd çawa bang li hev dikin
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ji ber terbiye gelê kurd, jin û mêr navê hev hilnadin.

Bi sifatê romantîk jî bang li hev nakin.

wekî. canê/o, kulika bexçê dilê min. jiyana min, agirkujê dilê min,şêrîna min, jinê, mêro hwd..

van tiştan bi kurdan ve tune. lê dibêjin:

"ew, mala me, zarok,bermala me,diya zarokan,bavê zarokan, lê, lo, ji te re dibêjim, ji kê re dibêjim"



17.05.2014 17:59 | kaaqil


3. (bnr: keçê) (bnr: kuro)



17.05.2014 21:36 | azadixwaz

4. (bnr: mêrik) (bnr: kebanî)



11.12.2014 17:46 | diyako47

5. Ero û erê



12.12.2014 00:18 | cîncoqo

6. willa bavê min ê 70 salî hêj ji dayîka min re dibêje "keçê".dayîka min jî gava gazî li bavê min diket navê wi bikartînît.



12.12.2014 01:09 | vêca çiyeeee

7. gava kêfa bavê min li cî be dibêje "pitê" weke din tim navê diya min "lêlê" ye. diya min çawa gazî bavê min dike niha neket bîra min barke tim tê karambolê asdf.



28.07.2020 11:59 | zerê

8. (bnr: keçê)
(bnr: lêlê)
(bnr: lolo)
(bnr: qeh)



28.07.2020 14:44 | cinorek

9. bihuşta min ..

henek henek hahh kîjan kurmanc bang kir ye hev bi bihuştê?

bi navê hev bang dikin ..



28.07.2020 15:51 | shwinsherm

10. Ji çaxa ku xwe dizanim qet nayê bîra min dê û bavê min bang li hev kirine. Ji me re digotin û me bang ê din dikir. Berî ku zarok çêbibin bi çi awayî bang hev dikirin ez jî meraq dikim bi rastî.



28.07.2020 17:55 ~17:56 | xabûrî

11. Meseleyo yew embaza ma zaf ecêbo. Maya na piyê na ra vaji "mi va ki!" ** yanê bi kurmancî "min got ku"



28.07.2020 18:08 ~18:15 | rizgarm

12. peyva ku ez gelek lê rast hatime "canim"a tirkî ye.



28.07.2020 18:55 | berbest

13. cem min gêjê û reşê ye, mixabin. hezkirina me jî wisa ye, em çi bikin.



28.07.2020 20:47 | simurg56

14. Welle bavê min ji vî aliyê ve pêşketî ye * çiqas dayika min bibîne navekî nû lê dike. Her û her dibêje rihê'm, gula min, dilê'm felan bêvan. Lê min rojekî nedîtiye ku diya min ji bavê min re gotineke xweş gotiye. Gelo hemû dayîk welê ne *



28.07.2020 21:24 | yûsiv

15. Pî mi rey rey Dayê ra vano; “xecê” wextê ke ma rey de qisey bikero vano;
“veng da maya xo bikerê”
“Maya xo ra vajî..”



28.07.2020 21:27 ~21:33 | kajav

16. nav kurda da evîn û evîndarî tiştekî şerm tê dîtin. ji bo vê nikarin hevra tiştên xweş bibêjin. xwesû-(xasî) û xwezûr jî alîqî aramî nadin.
kurd û malbatan fireh.....



28.07.2020 21:45 | doesntmatter

17. bavê min ji cîya min ra dibêje qîzê, qîza filankesê, gulê, kewê..

cîya min jî waxtê ku gazî bavê min dike yan navê wî hildide yan jî dibêje kuro *



29.07.2020 10:01 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrikê ku 9 sal berê li mala xwe miriye
» jinên ku ji bo têkiliyeke di navbera du mêran de dimînin
» kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedî qet nizanin
» çawa min got niklê wî sor e, te got kew ê
» bang
» hevpeyvîna atatirk bi los angeles examiner re

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî