Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
gotinên gunehkar - tirşik
gotinên gunehkar | 2007
Nivîskar: Hesenê Metê | Kurdî (Kurmancî) | Novel | 151 rûpel

Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike....
gotinên gunehkar
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka hesenê metê yê bi navê Gotinên Gunehkar şeşemîn pirtûka nivîskar e. Pirtûk giştî li ser jiyana xwendekarekî beşa îlahiyatê hatiye rûniştandin. Xwendevanê lehengê pirtûkê bi çûna warekî pîrozwer, rastî tiştên gelekî seyr tê.



"li gel ku ez Wî înkar dikim, Ew bi min dizane û ez bi Wî dizanim.." [muhiyeddîn îbn erebî]

(Ji destpêka pirtûkê)



Di vê serpêhatiya xwe de xwendevanê bi navê behram, evînê nas dike û dide pê. Di pêvajoya van serpêhatiyan de Behram rastî çîroka qirkirina Ermenan jî tê. Bûyerên ku diqewimin hêdî hêdî Behram û baweriyên wî dibin cihekî cuda. Her ku diçe, êdî bûyer dikevin riyekî sersuriştî. Di dawiya pirtûkê de him xwendevan him jî Behram dikeve nav aloziyekî; aloziya ku ka kî xweda ye û kî şeytan e? An jî cudahiya wan çi ye? Bûyerên pirtûkê li van pirsan vedikole.



weke hemû pirtûkên hesenê metê eseh hêjayî xwendinê ye.



Cure: Roman

Çapa Yekem:2007, Stenbol

Weşanxane: Weşanên Avesta

Rûpel: 151 rûpel



13.07.2013 12:59 | simurg56

2. pirtûka ku bi destê muhsin kızılkayayî bi ser navê tanrı oku dedi yaz demedi li zimanê tirkî hatiye wergerandin..



13.07.2013 15:45 | endazer

3. tirkiya wê wek "günah" hatiye wergerandin



26.10.2013 17:12 | arami

4. nava pirtûkê de tişten hemayî pir hebûn. di nav pirtûkê de leheng ne hatiye şeyaserkirin, ji ber vê yekê ez dibem behram û nagîna hemayê adem û havva ye ne. tu derê behsa fizîka lehenga nake. qey ev leheng ne ji vê dinyayê ne. ya rastî hesenê metê vê pirtûkê de me dike mevanên xwedê û şeytên.



16.02.2014 03:00 | rêzan

5. ez gotinên şeytên dikim lê nîmetê xwedê dixwûm.



16.02.2014 03:01 | rêzan

6. Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake...



10.01.2015 19:41 | xendekî

7. di kitêba pêsîrên dayê de hesenê metê wiha dibêje: "pêşî çîrokeke bi navê 'krucîfîks' bû. min ew çîrok dirêj kir, ev roman jê derêxist lê ev çîrok wisa di halê xwe de ma. niha wê car dî diweşînim."

teknîk, şêwezar, gêrranewe/narration, bi her tiştê xwe ve romaneke 'ecêb e.



10.01.2015 19:47 | terkexem

8. vê pêlê min nûçeyek xwend li welatekê ewropayê keşeyek bi mebesta ku ateîstan ji nêzik ve nas bike û fêhm bike, biryar dide ku heta çend mehekî wekê xwudênenasekî bijî û hereket bike, lê di dawiya vê pêvajoyê de camêr dev ji dîn berdide, di nûçeyê de digot ku min tu mantiqeke hevgirtÎ ji bo ku ez bawerî bi xwudê û bi dînekî bînim nedît ji ber wê ez li ser ateîzmê mam..




9. novela hesenê metê ku vê hevokê gelekî bala min kişand, neviyê mekrûs efendî kurê lûlû xan û geştîna xanimê, birayê nagîna/demora aryan dema xwe dişewitîne vê notê li dû xwe dihêle:

"Min çêbûna xwe hilnebijart, min navê xwe hilnebijart û dibêjin meriv mirina xwe jî hilnabijêre... dibêjin ev jî wersireke xwedê ye. Lê ez ê vê wersira xwedê têk bibim. Ez ji axê çêbûm, lê ez ê nevegerim axê!..."*** û xwe dişewitîne.

***rûpel: 148



10.01.2015 19:58 | xendekî

10. pirtûka hesenê metê ye ku, êdî wergera wê ya ingilîzî jî he ye. ji alîyê Dr. Sabahat Karaduman ve hatiye wergerandin, navê wê yê ingîlîzî: sinful words e. ji weşanxaneya Author House hatye çapkirin. êdî di piyaseya wêjeya ingilîzî de ye.

berg:
Here lînkê



04.09.2017 18:52 | xendekî

11. (bnr: xeyb) :d



13.04.2018 01:29 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyan ên tê de tir û fis derbas dibin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî