Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gotinên gunehkar
peyamên çepikkirî

26318. ez gotinên şeytên dikim lê nîmetê xwedê dixwûm.



07.06.2013 09:13 | simurg56

55788. Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake...



07.06.2013 18:27 | brusk56