Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
labîrenta cinan - tirşik
labîrenta cinan | 1994
Nivîskar: hesenê metê | kurmancî | roman | 196 rûpel

Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gunde Dînan. Cihê fesadî, dek û dolap û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û pakij,...
labîrenta cinan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Labîrenta Cinan duyemîn pirtûka hesenê metê ye ku bi mijara xwe balkêş e û baş hatiye nivîsandin.

Pirtûk li ser baweriyên çewt ên mirovên gundekî paşdemayî hatiye nivîsandin.

Lehengê romanê Mamoste Kevanot ji bo mamostetiyê bike, diçe vî gundî, ango Gundê Dînan. Li wir nêrînên wî yên pêşîn ew e ku ev gund muhtacî mamosteyek baş e û pêwist e gelek tişt û gelek baweriyên bê bingeh ji mejiyê mirovên vî gundî bên pakkirin. Bi vî awayî mamoste Kevanot dest bi perwerdehiyê dike. Di rojên pêşîn de tekane kesê xwendî yê gund, ji mamoste re vê pêşniyarê an jî vê hişyariyê dike:



"Ku tu dakevî pivana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî... tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce... tu ê pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên gund ê teng û zirav bibin... ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî..."



Wekî mamosteyek îdealîst mamoste Kevanot gelek giringiyê nade vê hişyariyê û ji tiştekî wisa bawer nake. Baweriya wî ew e ku her mirov dikare bê perwerdekirin û ji bo vê yekê tenê pêwist e ku mirov bi wan re bikeve têkiliyên nêzik û bi wan re bi zimanê wan biaxive. Mamoste Kevanot roj bi roj di nava labîranta cinên vî gundî dimeşe û her ku diçe dikeve tariyek û kûrahiyek.



Cûre: Roman

Çapa yekem: 1994, Stockholm

Weşanxane: weşanên avesta

Rûpel: 195 rûpel



13.07.2013 13:42 | simurg56

2. min hemû pirtûfiroşên amedê serobino kir dîsa jî min peyda nekir



06.12.2013 02:03 | ferhenga şikestî

3. Mamoste kevanot. Wexta ku trembêla xwe difroshe û diçe çêlekekê dikire wê gavê heya bi kokê pê digre.



06.12.2013 20:13 | hemdilaarda

4. bi taswîr kirina gundîyan, pirtûkek self-oriantalîst e.



kevanot ji bo mamostetî diçe gundek, gundê cinan. hewl dide ku bi wan re tiştên medenî (wek dev ji berdane baweriyên derbarê cinan) bide zanîn an jî bi qewla nivîskar, "bikeve pîvanên wan". dawîde bala xwe lê dide ku ti gû ji wan gundîyan nabê; wek dînan ji cinan re dide xeberan û gundî pê tedigîhêje ku mamoste din bûye...



wekê din, di vê pirtûken kurdî î min xwendî de bi maneya zimên ve yê herî serketî ew pirtûk bû. him zimênekî sade bû him jî hevokên rojane wek "tu û xwedê" hatibû bikaranîn. ramanek wusa bi min re çêbû t ku ne zimênekî mekanîk e.



dawîda, gelekî carinan hevokê "bi gotinek din" jî hatîye bikaranîn. ez ti caran rastê vê hevokê ji romanan re nehatîbûm: piranî ji nivîsarên zanistî an jî ji pirtûkên akademîk re çavê yekî ji vê diket. ji ber vê jî min ê peşî vê hakîr û kêm didît lê paşê pê tedigêhiştîm ku gava meriv bi kurdî difikire guhê meriv nayê xermişandinê û bi rastî wê xwêşa yekî jî diçe.



05.05.2014 23:31 | ervah.azad

5. Pirtûkeke ku ji aliyê Bloga epirtukenkurdi.blogspot.com Here lînkê wek epub û mobî hat parvekirin e.



22.01.2020 00:28 | serfiraz hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» labîrenta cinan
» cinan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî