Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
manisa - tirşik
manisa
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarek û parêzgeheka dewleta tirk e, pirraniya niştecihên wê tirk in.. berê tê bîra min ji cizîrê gelek kes diçûn vî bajarî îş, li ser erd û zeviyên xelkê bi nîvbuhayekî fêkî û sewze berhev dikirin.. gotinek jî li ser vî bajarî li hev anîbûn; manîsa, cihê bênamîsa, pera bîne b'telîsa *




2. cîya min jêra dibêje manîsya *



16.09.2016 12:52 | bûtîmar

3. 14. bajarê mezin yê tirkiyê ye. li herema akdenîzê ye. nifûsa wê bi qasê 1.3 milyon e. nêzikî îzmîrê ye. di serdema osmaniyan de bajarek girîng bûye ku şehzadeyên namzetên padîşahiyêî li vir "staj" kirine.
xwedîyê deştekî mezin e. çandinîya tirî û zeytûnan berbilav e. kurd ji bo çinînê, weke karkerên demkî tên vir û dixebitin. gelek kurdên nîştecih jî hene. çend taxên wî komple kurd in.
di hilnijartinan de, hdp bi qasê 50.000 deng distîne û ku ev jî tê wê wateyê ku herî kêm 100.000 kurdên hdpyî hene li wir. bi qasê evqasê jî yên ne netewper hebin; mirov dikare bêje ku bi qasê 200.000 hezar kurd hene li wir.
tenê çend rojan li wir mam, li kuçeyan zêde negeriyam lê ger min van agahiyan nezaniya, min ê nezaniya li vir kurd dijîn. weke min gotî, ez tenê çend rojan mam û belkî li cihên xelet geriyabim, lê min hebûna kurdan û kurdîtiyê hest nekir. min ji xwe re got, nexwe li vir kurd hê jî di asta herî jêr de ne ji aliyê aboriyê ve. ez li mêrsînê mezin bûm -erê li mêrsînê rêjeya kurdan li gorî manîsayê belkî 2 qet e- li mêrsînê mirov here ku dera bajêr, rastî kurdan û şopên wan tê.
welhasil wek bajarek xweş û aram dixuye. bajar her wiha bi tarzanê xwe tê nasîn. (bnr: tarzanê manîsayê)
sanayîya wê jî heye. di serî de vestel û eczacibaşi, gelek markayên mezin li vir hilberînê dikin.
bajar li kêleka çiyayê spîlê ye. çiyayek mezin û heşîn. dema mirov radipele heta jor, heta 1.300 metreyê jî tabelayan dibîne. beşa herî jorîn, weke parqa mîllî hatiye parastin.
li vê derî cihek ji bo xaniyên bungalov hatiye veqetandin. mirov dikare yek ji van xaniyên biçûk ên darîn kirê bike û ji bo heftiyek an jî mehekê lê bimîne. di nav daristanê de bi xwezayê re bijî. dema şîyar bû rastî hespên kovî were û hwd.



23.10.2017 19:42 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» manisa

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî