Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
fifa world cup 2014 - tirşik
fifa world cup 2014
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. organÎzasyona futbolÊ a herÎ mezin e. her 4 sala carekÊ Û dereke hatiye diyarkirin tÊ listin. di organîzasyonê de 64 maç tên listin. dÊ Îsal 12ê pÛşperÊ li brazilê destpêpike. favorÎ her çiqas brazÎl Û spanya be jÎ di dilê min de kurdistan derbas dibe. *



20.05.2014 19:42 | xelîlêzer

2. yanî kÛpaya cÎhanî ya futbolê, duh yanî 12ê pûşperê li brazîlê bi maça brazîl û koroatiyayê (xirvatîstan) destpê kir.. di encama maçê de tîma brazîlê bi skora 3-1 da pêşiya tîma koroatiyayê.. îşev jî di klasmana ayê de tÎma meksÎka û kamerunê, Û di klasmana byê de jî tîma spanya û holland wê bi hev re bileyîzin..

ji devê basnewsê world cupa îsal; Organîzasyona Kûpaya Cîhanî ya fûtbolê her çar salan carekê tê amade kirin. 32 welat beşdar dibin, 64 maç-yarî tên leyistin, 8 grûp hene û di her grûbekê de 4 tîm cih digrin. Bi giştî li 12 bajarên Brezîlyayê di maçên grûban de wê 48 maç bên leyistin.

Di kûpayê de maçên grûban 26’ê Hezîranê dê biqedin. Tîmên di grûban de bibin yekem û duyem dê derbasî tûra duyem bibin.

Yariyên Kûpaya Cîhanî ya 2014’yan weke yên berê dê li gorî sîstema elemînasyonê bên leyistin. Yariya fînalê 13’ê Pûşperê li bajarê Rio de Janeiro dê were leyistin û şampiyon dê diyar bibe..



ji bo bêtir agahî; http://en.wikipedia.org/wiki/2014_FIFA_World_Cup



13.06.2014 14:55 | endazer

3. cupaya ku bi maça brazil Û krotÎayê despêkiriye ye. di maça yekem de brazilê krotÎa 3-1 têkbir.brazîl, futbolîstên baş yên wek neymar, oscar, luîs, tiago sîlva, paulînho... di tîma xwe de dihewîne. hê zû ye lê bi vê listokê brazÎl Îsal sernakeve. piştÎ maçên ewilÎn yê spania, fransa, almanya, ÎngÎlÎstan, kurdistan, arjantin, belçiqayê ez ê tÎma xwe a faworÎ hilbijêrim.



13.06.2014 15:33 | xelîlêzer

4. nêrîna çend melayên ji başûrê kurdistanê derheqê temaşekirina maçên cama cîhanî de; http://rudaw.net/kurmanci/sports/17062014 *



ya herî xweş;



Serokê liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Zanayên Olî Mela Niyaz Dêgeyî got “Ez sêra lîstikan nakim, derfeta min nîne. Dema lîstik hebin maşella her tim karê min heye. Heke na ez pirr ji futbolê hez dikim, hem ji lîstina wê û hem jî sêrkirina wê. Lê gava Hewlêr li dijî kulûbên Bexdayê dilîze, dixwazim bi deh hezaran dolaran bidim, bes Hewlêr zora wan bibe”. *



17.06.2014 13:48 | endazer

5. (bnr:futbol/28492)



17.06.2014 15:04 | nazim tolhildan

6. mihrîcana ku em ji reklamokên wî gêj bûyî ne



17.06.2014 15:25 | renas

7. kurdên me bi alên xwe tevlî bûne.



http://www.kurdistan24.org/2014/06/pkk-2014-brezilya-dunya-kupasinda/



23.06.2014 14:59 | ciwanpiroz

8. kûpaya ku heta niha min tenê guhdarî 20 xulekên pêşbirkekê kir. nizanim çima lê wextê min jî heye lê ez dîsa jî guhdarî nakim. berê bûya, min pêşbirkek tenê nediborand.



26.06.2014 00:55 | brusk56

9. pêşbirka ku kurd lê bi can û bi xwîn piştgiriya kamerûn-ê dikin. *

(bnr: ala kamerûn) http://flagspot.net/images/c/cm.gif



26.06.2014 02:07 | oxir

10. organîzasyona ku ji serî heya dawî min da pey û temaşe kir. ji serê serî favoriyên min fransa, holanda û almanya bûn û min wekî alîgirekî holanda cihê xwe girtibû. kêfa min ji tîmên ku xweş dilîzin û pir defansê nakin re tê lew îmana min ji lîstika arjantîn diçû. ne dilîst û ne jî dida lîstin. ji ber vê yekê arjantîn bi kê re bîlîztana hima maçê di hev de asê dikirin û dibirin penaltiya. min jî dixwest almanya heft heşt heb xol bavêjê lê nebû qismet dîsa bi xolekî min kela dilê xwe di wan da rehet kir.



keyskirin;

organîzasyona ku almanya di maça fînala de di deqeyên maçdirêjkirinê de bi 1- 0 têkbirina arjantîn bi ser ket û qûpayê cara çaremîn bir mala xwe û dilê min di arjantîn de rehet kir.



14.07.2014 01:23 | ceso

11. tiştê ku piştî ku gana-ya me ya ku xwedî ala rengîn e, bi xwe ve rît, min dev ji şopandinê berdayî ye.



14.07.2014 01:26 | oxir

12. mondiala ku min tenê guhdarî 2-3 maçan kir û ew jî ne temam bûn.

texmîna min ew bû ku wê arjantin kar bike û min wisa jî dixwest lê mixabin di fînalê de bi golekî ku di xuleka 117 an felan de hat, wenda kir.



14.07.2014 01:35 | brusk56

13. kupaya ku dibe sedema meseleyên fitbolê li derdora min zêde bibin û min aciz bikin. ser xêrê xilas bu.



14.07.2014 11:27 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» fifa 07
» world wide web
» 2014 fifa world cup

Kategoriyên mijarê:: spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî