Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
biruya hayao miyazaki - tirşik
biruya hayao miyazaki
(27) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. nivîskarek nû ya/yê tirşikê ye ku berî çend deqeyan bû endam *

berî her tiştî jî dest avêtiye mîhengên profîla xwe, ji xwe re avatarek xweşik bar kiriye.

ser seran ser çavan hatiye.



11.10.2013 23:18 | simurg56

2. nivîskarekî tirşikê ye. kurdiya wî hewekî ecêb e ku balê dikişîne li ser xwe. bila li vir daîmî be.



19.10.2013 11:39 | serhednişîn

3. nivîskarê ku bi vê şandiya xwe ya rewşê ; "çêlekeke wekî çelekeke bû. û wê jêkirin û xwarin. yekî ji min re got. golika wî paş wê girîya yî. golikê reben. golikê reben " çi xwestiye bêje nizanim lê gelekî kena min aniye. tu her hebî *



19.10.2013 20:58 | brusk56

4. nivîskarê ku îro dema min navê wî li dereke din dît, min got "aha hayao miyazakiyê me" û ketim heyecanê. lê min dît ku ne behsa miyazakiyê derhênerê japon dike.

(bnr: hayao miyazakiyê me)



20.11.2013 21:17 | simurg56

5. derhênerekî japonî ye ku di tirşikÊ de qasÎ niviskarÊ ku bi hemnavÊ xwe ne naskirin. lÊ hÛn dibinin em çawa niviskarÊn xwe popÛler dikin.



20.12.2013 11:20 | cinorek

6. rikberê dijberÎ



20.12.2013 21:07 | dijber

7. nivîskarê ku wêneya avatara wî, du zilamên di nav nivînekê de ne, ye.



04.01.2014 23:01 | simurg56

8. her wiha nivîskarê ku fonksiyon weşana zindî / çi difikirî?, herî zêde bi kar tîne. mêrik bi qasê peyamên xwe nivîs jî li wir nivîsandiye. maşelleh.



04.01.2014 23:05 | simurg56

9. nivîskarê ku vaye 4-5 roj bÛ me nedikarî nivîsên wî ên xweş bixWînin. dîsa vegeriya ye xêr hatiye .



13.01.2014 11:12 | brusk56

10. nivîskarê ez bawer dikim ku pirtûkên Kurdî binivîse ^wê pirr hêja be, mirov dixwaze nivîsên wî yên edebî bixwîne *



24.01.2014 00:10 | berxweda

11. kêm zêde deh rojan carekê rewşa xwe nû dike.



Ji fikirînê jî pirr hez dike*



09.02.2014 21:03 | berxweda

12. haya wî ji mîrata ergatîvîteyê nîne..

hêvî dikim ku brsuk56 pêşiyê xwe bielimîne Û paşê here wî jî bielimîne..

ez jê ditirsim nexwe min ê gotibûya bila kerem ke bê, ez ê dersa ergatîvîteyê bidimê.. *



eger ez jin bûma, min ê bidaya dostoyevskiyî/30020, dayîn lêkereke negerguhêz e, ji ber hindê divê forma tewandî ya cÎnavkê bê bikaranîn..

yanî eger mirov tiştek dabe yekî dibêje; min da nabêje ez dam..



08.03.2014 22:56 | endazer

14. êdî xwediyê fantaziyekî mezin e:



(...)

-ez jê ditirsim nexwe min ê gotibûya..

-netirsî, ka were li ba min; tu çi ergatîvîtekî xweş î!

-ehööm nuha ên gerguhêz mîna...

-dengê te nayê min, ka kincê xwe derxî..

-xxx

-tu bidomînî, ezê av bidim ser...

- do not found-



ji bo alikariya endazer gelek spas.

û xendî vê yekî:

(bnr: nickên alternatîf a cara duyem bên xwestin)

(bnr: ez ergatîvîteya te bibim rustem)

(bnr: ji guhên min re peyvên bê ergatîvîte bipispîsînî)



08.03.2014 23:19 | biruya hayao miyazaki

15. nivîskarê ku min ji peyama wî ya dawîn (ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan/32398) tiştek fêhm nekiriye, ye. bi qasî dixuye bersiv daye min lê dîsa bi qasî ez dizanim hayao ne kesayetek wisa ye.



25.03.2014 02:41 | mergehez

16. (bnr:ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan/32398) xwedÎyÊ wÊ peyamÊ ye. ez jÎ, ji wÎ tu tişt fÊhm nekirim.



edÎt: hat fÊhmkirin



25.03.2014 09:35 | hun çawane heval:)))))))

17. peyama ku hatiye rexnekirin, xwediyê sernivîsekî anket e.

(bnr: taybetiyên sernivîsên anketan) an jî formata tirşikê/32425

SERNIVÎS JI ME RE PIRSÎ YE, MIN JÎ BERSIVA XWE DA! BINÊRIN NABÊJIM BERSIVA NIVÎSKARÊ KU SERNIVÎS VEKIRÎ YE, BERSIVa SERNIVÎS.

HEK HUN KETIN ŞOPA FORMATÊ, HETA EM WERIN TAYBETIYÊN PEYAMA MIN, DIVÊ SERNIVÎSÊN WANÎ NEYÊ VEKIRIN. JI BER KU PIRSÊN ANKETAN PÊNASAN HEWCÎ NAKE; EW BERSIVAN DIXWAZIN. HEW.



Û HEK HUN ESPRIYA MIN FÊM NEKIRIN; JI BO VÊ JI DESTÊ MIN TIŞTEKÎ NAYÊ.



25.03.2014 11:09 | biruya hayao miyazaki

18. nivîskarê tirşikê yê berê ye. ji ber ku êdî navê wî guherî û bû biruya hayao miyazaki.

ser xêrê be.



21.05.2014 00:05 | simurg56

19. nivîskarê tirşikê ye ku berê navê wî hayao miyazaki lê bi daxwaza wî, ji bo navê wî û ya derhênerî japonî tevlîhev nebe, navê wî hat guhertin û bû ev.



21.05.2014 00:06 | simurg56

20. bûyereke manîdar e bi rastî jî.. *

nexwe divê peyamên derheqê nivîskarê tirşikê hayao miyazakî de hatîn nivîsandin jî ji bo vê mijarê bên veguhestin..



21.05.2014 00:12 | endazer

21. tew piştî peyvên endazer kiriye yên bibîne ewê bêje qey *hayao miyazakî çi tawanbarî kiriye* lê heqê endazer heye, peyamên ku di bin nicka berê hatiye nivîsandin DİVÊ bên anîn bin vê nickÊ. ez peyamên xwe dixwazim* ENDAZER BİRA WEZÎFEYA XWE YÊ MODERATORİYÊ BÎNE CİH. EV CİH NE YÊ CİHÊ RAKETİNÊ YE*



21.05.2014 00:24 | biruya hayao miyazaki

22. nivîskarê ku pêşenîka navê wî mereq dikim; gelo ji biruyê qest birh e?



eger erê; çima ne qûna hayao miyazakî lê biruya hayao miyazakî he? *



û edit; hemû peyamên li jêr mijara hayao miyazakî yên derheqê nivîskar biruya hayao miyazaki de ji bo vê mijarê hatin veguhestin..



21.05.2014 00:51 | endazer

23. nivîsarê ku bi guhertina navê xwe, weke bombeyekî ketiye rojeva tirşikê *



21.05.2014 00:52 | brusk56

24. wateya birû, belê birh e. qûn jî dibû bi rastî, lê min çima nekir kîr û hêlika wî, ew bala min kişand. diponijim... dibe ku ji sedema him qûn û him kîr û hêlika hoste nedîtibûm. min bidîta jî ez bawerim ku minê vana tercîh nekira. lê ev tişt hat bîra min: pênûsa hayao miyazaki. him qelem Û him penis'a ingilîzî. lê nivîsandina wê ewê zehmet biba. * xêndî kîr û gunê hoste bi xwedê poşmanî ji hêla berçavka wî ket dilê min. berçavka wî gelek şêrîn xuya dikir... birûya wî jî gelek xweş e û biyara xwe dam ji her tiştî xweşik e. xwedê emrê wî dirêj bike.*



21.05.2014 01:06 | biruya hayao miyazaki

25. tirşikvanê ku ev demek dirêj bû, xuya nedikir lê vaye 2 roj in dinivîse. bi xwedê me bêrî kiribû.



10.08.2014 23:13 | simurg56

26. nivîskarê xwediyê malpera http://xebrosk.blogspot.com.tr ê ye. di vir de gelekî behsa hevzayendî û lgbtî yê kiriye û nivîs nivîsîye. Dibe ku yekem kes be ku bi Kurdî ewqas nivîs li ser hevzayendiyê û lgbtî yê nivîsî be.



02.01.2015 21:13 | berxweda

27. asdfghjk gelo ew çi avatar e? li ser logoya tirşikê logoya tirşikê/61943 çi aniye ka binêrin.



Here lînkê



21.03.2015 17:23 ~17:27 | remlavêj

28. hingî ji xwe re kul û derd çêkirine, ez ditirsim ji kerban negihe siba..



17.04.2015 00:42 | endazer

29. Yeqîn bikin hingî kul û derdên wî pirin hemû bijîşkên tirşikê bên ba hev dîsa jî nikarin derman bikin.

Here lînkê



17.04.2015 08:36 | ceso

30. nivîskarekî hêja ye, mirovekî başe. kîjan tirşikvan neheqî lê bike, ez ê histiyê wî/wê bişkenînim



18.07.2015 14:30 | hola êzîda

31. Dibe ku dêrikî be lewre min ji dêrikiyan pê ve ji tu kesê gotina mere nebihîstiye. Heke ku Li dereke din tê bikaranîn bila bêje*

Peyama wî ya ku mere dihewîne: hola êzîda/75940



17.09.2015 02:05 | mergehez

32. j'mêrdîn im. lê na ne j'dêrîk im. * ez li romana eyüp kıran a dewrêşê ewdî gelek caran rastî li vê peyva mere hatim. * û wateya wê nedizanîbûm. min digot qey daçeka ji ketiye û tenê forma "(ji) me re" maye lê camêr cara ewil a bikaranîna mere di nav kevanekan de mirov nivîsandiye. mîna ronahiyek j'ezmên daket ser serê min û wê roja min kiribû cejnekî pîrozî. * û ji versiyona mera çêtir e bi ya min, nermtir, naziktir û xweşiktir bo bihîstinê. lê jê çetirîn mirov e. em hema mirov in. * *



17.09.2015 14:42 ~14:47 | biruya hayao miyazaki

33. yek ji wan kesa ye ku di navbera kurmanciya wî ya destpêka nivîskariya wî û ya niha de dinyayek ferq heye, kurmanciya xwe gelekî xweş û rewan kiriye, carê xwendina peyamên wî ez diwestandim gelek caran min bi xwe re nedidît hemûyê bixwînim lê niha pêlê dikim û pê de diçim.. destxweşiyê li wî û li tirşikê dikim..



17.09.2015 21:22 | endazer

34. divê xwe hînî ergatîva kurmancîyê bike.



17.09.2015 22:49 | hola êzîda

35. li ser ergatîvê dixebitim. lê li nav vê şerê, diitirsim ezê soranî hilbijêrim û dev ji kurmancî berdim. ma ne ew jî kurdî ye. * lê ji berê ve dixwazim ku tirşikvanên ku çewtiyên ergatîvê ya genî û miqrof dibînin, bira nîşanî min bidin ku ez zanibim ka li kî derê şaşî dikim.



ergatîvo! erê kêfa min ji te nayê! ev lîstika rojavayiyan e li ser kurdî! çavên xwe vekin kurdino. * ma berê pêşiyên me qala ergatîvê dikirin. **



17.09.2015 22:55 ~22:56 | biruya hayao miyazaki

36. min nizanîbû ez potansiyel kujer im lê bi saya serê wî/ê hîn bûm ku kujer im

hevzayendîtî/47997 di vÊ peyama xwe de manîpulsyona ku kiriye bêjiyên ekşiyê jî nikarin bikin..

ez ne bijîşk im ne jî pisporê vî karî me lÊ pirseke min jÊ heye, ji bo ku tu karibî di derheqÊ mijarekÊ de bipeyivî divÊ tu bibî pisporê wî karî? ango weka ku ji bîlalî re qal dikim, ezê bêjim; mesele ger ez behsa siyasetê bikim, divê ez herim li zankoyÊ beşa siyasetê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bÊjim pkk li fîlan derê, di falan salê de hatiye avakirin, divê herim beşa dîrokÊ bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim amed di bakurÊ kurdistanÊ de ye li kÊleka çemÊ dîjleyê ye, divÊ herim beşa coxrafyayê bixwînim? yan jî ji bo ku ez karibim bÊjim memed uzun nivîskarekî serketî nîn e, şener ozmen nivîskarekî baş e, divê herim edebiyatê bixwînim? an jî ji bo ku karibim bêjim ez ramanên karl markî napejîrinim, bi ya min lîberalîzm baştri e, divê herim felsefe û beşa îktîsatê bixwînim? yan jî ji bo ku karibim bêjim li dû bûyerên salên notî civaka kurdistanê ji qalika xwe derket, xelk ber bi bajaran ve rabeziyan û rengê civakê guherî, divê ez herim sosyolojiyê bixwînim?

yeko yeko bersiva van pirsan dixwazim...net!

tiştekî dî jî ev e ku min negotiye ez homofobîk im, te li ser peyema min dezeformasyon çÊkiriye, min go li hemberê wan nÊtar im ango nikarim tiştek bêjim an bikim an jî fikreke nêyînî yan jî erênî bêjim, ango çi? ango nikarim bela xwe ji wan bidim û tiştê ku ne îşê min e bi dev û poz xwe têde bilewitînim yanî çi? yanê heddê xwe zanim û dengê xwe nakim yanê çi? yanê herkes azad e kî çi gû dixwe bila bixwe îşê min pê tune ye..

ez ku nikarim şeqemek li yên neheqan bixim, ez ku nikarim ji eyb û şerma xelkê li meydanê ku neheq be jî, rencîde bikim û rûmeta wî bikim pênç qirûş, lê bi saya serê te dibe bibim kujer..

îthameke mezin e divê lêborînek bixwaze..

meseleyeke dî jî ev e; bi ya min tercîh nîn e, problemên hormonal in



20.09.2015 13:28 ~13:28 | ferhenga şikestî

37. nezanek mîna "bêjiyên ekşiyê" hatiye li bin nickê û qal trajediya xwe kiriye û çend pirsan kiriye. pirsên vî homofobîk van mijaran dihewînin: sîyaset, dîrok, coxrafya, edebiyat, felsefe, sosyolojî. qaşo-zana îktîsatê jî têxistiye ber felsefeyê. * ev mijar giş têdikevin beşên civakî û ev beş carinan bi fikrîn û metodên vekirî bi berhem an jî gotarên kesên ne profesyonel ve dikarin zêde bibin.lê...



ey cehil! ka we re pêşî. û em pevre vê hevokê te binirxînin ku ka dikeve kîjan beşê.



"bi ya min jî hevzayendîtî nexweşî ye wek bîyolojîk nexweşiyek e(...)"



nexweşî/biyolojî têdikeve qada tibbê. tibb têdikeve beşa fennê. herkes nikare li ser biryar û tespitên fennê şîroveyan biberhemînin. hele bi komikê "bi ya min" nikare gû bixwe. ji ber ku agahî û zanyariyên fennê bi riyên ceribandin û çavderiyê tên zêdekirin. kesên ku bê ceribandin û çavderiyên zanyarî şîroveyan dikin, bi ceheltî tevdidin. heger ew ne cehil bin, ewê bi xweşî yan jî wek kera biryar û zanyariyên Yekîtiya Derûnnasî ya Amerîkan, Yekîtîya Psîkyatrîk a Amerîkan, Saziya Karkerên Civakî ya Netewî, Saziya Psîkiyatrî ya Çînê, Komela Psîkiyatrên Brîtanyayê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bipejirîne. mecbûr, ji ber ku ev fenn e. ha hîn jî bê na ez qebûl nakim, hah ew homofobîk e û hevparê kujerên hevzayendan e.



ka bêje tu çi fêm ne kir?



edit.



ji bo temaşevanan re hêsan bibe:

ferhenga şikestî/76432

ferhenga şikestî/76436



20.09.2015 13:55 ~14:27 | biruya hayao miyazaki

38.

ez bawer im AN hînî kuırmancî nebûye lewma fêm nake yan jî pismamê bîlal e*

nezanê ku hê nizane karl marks di heman demê de bi îktîsadê re mijûl e ango aborînas e û teoriya wî ya komunîzmê di rastiya xwe de felsefeya îktîsadê ye jî, hatiye min bi nezaniyê îtham dike*

ez bêjim çi? mesela ji bo teoriya karl marks bêjim antropolojî, çÊdibe? ger tu qebul bikî xwudê jî wê qebul bike*

piştî ku te ev gotin got, mesele bo min xelas...



20.09.2015 14:18 ~17:41 | ferhenga şikestî

39. mairv ewqas jî rika peyvekê nagire babam wuuu çi bû law qey zora te çû? sînora manîpulasyonê jî heye lê sînora vî nivîskarî nîn e..

min beşên dî wek mînak da heyra, erê rast e ji bo ku meriv ji marks fêm bike divê piçek felsefe û îktîsatê bizanibe qesta min ew bû lê ger meriv encax mîna te dilxirab be dikare wek rojnameyÊn genî yên tirkan ewqas manîpulsyon çÊke..

di ekşiyÊ de modeyek heye ger tu raman û fikr û tevgera ya/ê dî neecibînî yan jî gotinên yên din ne li gorî te bin cihde îthama nezaniyê dizeliqîn û hem ji girrek teşqeleyÊ xelas dibû hem egoya xwe tatmîn dikî û hem jî populertiya xwe eseh dikî, diyar e ev nivîskar jî xortaniya xwe li wan deran bihurandiye, şapşîk dizane çawa tevbigere..



(bnr: biruya hayao miyazaki'yim ben saksı değilim en çok bana soracaksınız)*



20.09.2015 15:05 ~15:14 | ferhenga şikestî

40. nivîskarekî biqalîte ye * xwezî 20 nivîskarên wek wî hebûya di tirşikê de.



30.10.2015 23:34 | brusk56

41. tê bîra min dema nû dest bi nivîsînê kiribû kurmanciya wî jihevketî bû, lê aniha xweyî kurmanciyeke gewr û xweşik û nazik û nazenîn e, maşalla*



03.04.2016 19:31 | ferhenga şikestî

42. min ferq nekir kêngî kurmanciya xwe ewqas pêşve bir û kir rewantir. lê bi xwudê ji du sê tirşikvanan yek jê ev e ku teqez her peyemake wî dixwînim. ligel kurmanciya xwe ya xweşik bi dagirtî û têr û tijî dinivîse. bil neçe haa*



01.07.2016 13:14 | ferhenga şikestî

43. yek jê nivîskarê jêhatî û baqil ê tirşikê ye, hemî entryên wî ji jêderkeke xurt diherike yanî tew tiştê ku baş zane dinivîse loma gelek pêdivî pê heye
ji zû de pejn jê nayêt, min meraq kir aqûbeta wî, ji kerema xwe re vegere û binivîse, ev yek ne rîca ye ferman e!



05.01.2017 14:26 | ferhenga şikestî

46. ji nîvê zêdetir peyamên xwe jêbirine. ez fêm nakim armanca wan çi ye? ev, rasteqîn, elegez..
xwudê islah bike



05.12.2017 10:27 | ferhenga şikestî

48. Di rûpela wêne ya tirsik.netê de ji bo nivîskaran tirşikê kart çêkiriye Here lînkê texmîn dikim ji bo sersala 2018 an e, spas birako, destên te sax be.

Here lînkê



22.12.2017 17:11 | mîr

49. @mîr qismet nebû, li tirşikê qala wan qertan bikim. him ji bo sersalê min ew çêkirin, tirşikvan dikarin çap bikin û dînin ser maseyên xwe weke diyariya tirşikê û him jî min xwest ku heke yekî rabe û bixwaze danasîna tirsikê bike, bira di tirşikê de malzeme hebin. qertan li gorî instagramê ye, lê helbet hun dikarin li facebook û twitter û tumblr ûpinterest û qizzulqurtên din biweşînin*.

hemû gotinên li ser qertan/postan ji peyamên tirşikvanan a/ên li bin tirsik.net in, hate wergirtin.

welhasil, spasxweş*



22.12.2017 21:21 | biruya hayao miyazaki

50. Nivîskarê ku demeke dirêj e xuya nake, ye. Rastî jî nivîsên wî kêyf û seyr bûn. Carna dikevim profîla wî û peyamên wî yên kevin dixwunim. Hêvì dikim demek kin de dîsa vegere û li vir binivîse.



04.11.2018 12:18 | xelîl

52. van demên dawî xwe wekî mîlîtanek standarda kurdî ya celadet alî bedirxan dihisim. li bin sernivîsa rêbera rastnivîsînê tê dîtin. hemû dijberên vê rêberê dişopînim, dixwînim û dibînim ku komxebat di nav şaşî û xeletî û çewtî de avjeniyê dike, tu tehemula min bo alîgir, şopger û muxellîdên wan namîne/nema. hemû bi hemd an bêhmdê xwe zimanê kurdî xira dikin, edetên heyî yên 70-80 salî serûbin dikin, wêran dikin û ber çavên min ferqa wan ên ku qeîdeyên komxebata kurmancîyê ya derewîn disepînin (hele li vê navê ecêb binerin û qaşozimannas ev nav lê kirine!) û hêzên asîmîleker tune ye: kirinên her du jî xirakirina kurdî ye! bi çi nêt û armanc û xeyal tev bidin, di encamê de kurdî diavêjin nav qaosek!

hof.



22.02.2020 11:57 ~11:58 | biruya hayao miyazaki

53. nivîskara ku tiştên pirr bi kûrr dinvîse , min hê fêhm nekir ev mîjar derbarê çi de ne :@
(bnr: heyberên şênber)
(bnr: heyberên pêdivî)
(bnr: heyberên pêkan)
xwedê ji te razî be min vêga error da



04.04.2020 20:53 ~20:53 | brzn

54. Nivîskaraê ku dikare tev li koma wergera fîlman ya tirşikê bibe û fîlmên hayao miyazaki wergerîne. Weke mînak, tottoro tottoooro



05.04.2020 00:21 | mergehez

55. Carinan dikim ji hine peyamên wî ra sê çepikan tev bidim lê hişyarî dertê li pêşiya min * bi çepikekî va dilê min rihet nabe * jbk ewqas kêfa min ji wan entryên wî ra tê...



05.04.2020 01:57 | bûtîmar

56. zû de bû nedinivîsand. pirr kêfxweş bûm ku hatiye û bi mijar û entryên xwe yên balkêş û dirêj tirşikê dîsa coş kiriye.

wek mergehez jî gotiye, bila bibe beşdarê koma wergera fîlman ya tirşikê û fîlmên xweş wergerîne kurdî. *



05.04.2020 02:33 | xelîl

57. @brzn, derheqê ontolojiyê ne, lê bawer im di nav peyamên min ên do de ya herî tevlihev, belkî ya xwedê be. xwedê ji te jî razî be ^.^

@mergehez û @xelîl : mala we ava. ji ber ku kurdiya min qels e, min nexwest serî li koma firaz bidim, mîna pisîngên dora mirîşkan çûm û hatim :/ lê ka ez ê li tottoroyê binêrim.

@hozan serhad: gelek spas dikim, hevalê delal. lê ez dibê'm qey, min bêhemdî reşşik da peyama te, min bibexşîne :/



05.04.2020 12:19 ~12:21 | biruya hayao miyazaki

58. tirşikvanê ku bi xeletî reşik daye peyama min a li derheqê xwe da : ) erê bira,
(bnr: qencîyê bike mala xwe da nesekine)



05.04.2020 17:49 | bûtîmar

59. nivîskarekî hêja ye. Min bi binnivîsên wî yên ji bo koma wergera fîlman ya tirşikê ku amade dike, min navê wî bihîst. Ji bo keda wî ya pîroz, sipas *



02.05.2020 19:50 | merwano

60. Nivîskarê ku gelek hez ji nivîsên wî dikim. Bi min Wekî pirtûkxaneyeke ye. Tiştên parve dike jî pirtûkên ji pirtûkxaneyê ne. * Ji peyamên wî sûd digirim û xwe pêş ve dibim. Ji zêdetir xwediyî kurdiyeke têr û tije ye. Hêvî dikim kurdiya min jî wekî ya wî pêş ve bikeve. * û dîsa hêvî dikim lêkolîn û nirxandinê xwe her tim bi kurdî binivîse û li van deran parve bike.



24.11.2020 19:44 ~19:45 | yûsiv

61. @yûsiv spas dikim ji bo pesnan. hîn jî kurdiya min gelek kêm e, lê dema çavên min bi peyamên min ên kevn dikevin, mîna xebara li min dikin. hingî xerab in, bi kurdiyekê nelihevhatî ne. bêlome. hêdî hêdî baş dibe. şukir vê jî *



24.11.2020 22:23 | biruya hayao miyazaki


63. Tirşikvanê ku Ûnvaneke nû qezenç kir: afirînerê anketan

Miyazakiyê tercumanê dilan, sewdaliyê peyamên dûvdirêj, afirînerê anketan*



12.05.2021 00:22 | xelîl

64. Miyazakiyê me ye, gelek caran di nîvê şevê de dibe tîqtîqê kenên min. Xwedê wî pêşî ji hezkirîyên wî re dûra ji xelkê tirşika şewitî re bihêle.



12.05.2021 02:15 | pîroz

65. wey tu her hebî birayo mîyazakî. edîtorekî jîr û jêhatî xuya ye.



12.05.2021 16:47 | giyanstêr

66. mirovek samîmî.



14.05.2021 23:09 | heval.js

67. destebirayê min e.*

ji dema haydarbûna min a tirşikê heya niha tekane kes e ku bê navber dinivîse. dema demeke dirêj nanivîsim û nakevim tirşikê, û dema dikevim û peyamên vî camêrê dibînim, ji xwe şerm dikim. dihesûdim. û dîsa dest bi nivîsînê dikim. *

ku xwedayek hebe, bila mirovên wek hayao li welêt zêdetir bike. da em rojên ronîtir bibînin.



15.10.2022 10:01 | xelîl

68. piştî peyama destebirayê min, ez:

-yeaaaskdnfsfjdfg şapşîk (ˆ⌣ˆ) *



15.10.2022 16:33 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» biruya hayao miyazaki
» hayao miyazaki

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî