Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
berbang jî şahid e - tirşik
berbang jî şahid e | 2014
Nivîskar: amed çeko jiyan | kurdî | çîrok | 73 rûpel

“Berbang jî Şahid e” pirtûka sêyemîn ya nivîskarî ye. Di pirtûka ku bi şêwazeke cihê hatiye nivîsandin û girîngî daye sembolan de behsa kuştinên salên...
berbang jî şahid e
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtûka Amed çeko jiyan a nû ye ku ji weşanên j&j derketiye. ser xêrê be. http://www.yuksekovahaber.com/yazi/amed-ceko-sahidiya-berbangeke-kusti-dike-3854.htm



22.05.2014 20:41 | jaro

2. pirtûka sêyemîn a amed çeko jiyan e. bi rastî zû ve haya min ji çeko tinebû û min nedizanî ku dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye. wê rojê min li facebook-ê dît ku pirtûka xwe ya sêyemîn derxistiye min hinekî şerm kir dema ku ev tişt bihîst. heke ku xelatê ji tirşik-ê werbigirim ezê vê pirtûkê bixwazim..



22.05.2014 20:51 | oxir

3. sêyemîn pirtûka amed çeko jiyan e. îsal yanî di sala 2014an de derketiye. pirtûk ji 73 rûpelan pêk hatiye. pirtûk ji gelek beşan pêk tê lê eslê xwe de her yek ji van beşan, parçeyên çîrokekê ye.

bi dehan çîrokên kurt deam digihin hev, di dawiya pirtûkê de dîmenek/sahneyek li ber çavên mirov pêk tîne. bi saya vê teknîka nivîskar, mirov dawiya pirtûkê de cihê bûyerê û atmosfera hawirdorr baş hîs dike.

feydeyeke vê teknîkê wisa çêbxwye yanî.

lê ji aliyê din ve ji ber ku ev kurteçîrokên di çîrokê de zêde zêde kurt in, mirov nikare tam ji van kurteçîrokan bistîne.



min pirtûkên din yên çeko nexwendine. di sala 2010an de pirtûka wî ya bi navê varjabed derketiye ku ew jî kurteçîrokek e. yanî piştî kurteçîrokan, cara ewil pirtûka çîrokan weşandiye. ji ber bê yekê dikarim bibêjim ku destpêkek xweş kiriye.



ji ber ku nivîskarê pirtûkê jixwe edîtorê berê (û yê nû?) yê azadiya welat e, hevoksaziya wî têra xwe baş e. lê carina ji ber ku hevok gelek dirêj in û beredayî li hev hatine zêdekirin, fêhmkirina wê zehmet dibe. tiştek din jî ku fêmhkirinê zehmet dike ew ku nivîskar di hevokên xwe de carina gihaneka "ku" kêm bi kar aniye. di zimanê axaftinê de ez jî zêde bi kar naynim, lê di zimanê nivîskê de mixabin dema ev gihanek kêm were bikaranîn, fêhmkirina hevokan carina dibe îşkence.

bi ya min amed çeko jiyan hinekî bala xwe bide vê xalê, wê xwendina pirtxwkên wî hê xweştir be.



01.07.2014 22:06 | simurg56


dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» berbang jî şahid e
» jîroskop
» şahidên yehowa

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî