Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
amin maalouf - tirşik
amin maalouf
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. emîn malûf, أمين معلوف‎. bi eslê xwe lubnanî ye. bi fransî dinivîse. her kes wî ji semerqend ê nasdike lê pirtûkên wî ên din jî gelek hêjane. http://maalouf.narod.ru



23.05.2014 00:10 | dara berrûyê

2. romannivîsê xwedanê pirtûka bi navê semerkantê ye. di destpêka pirtûkê de ev helbesta omer xeyyam heye:



Şarap testimi kırdın Allah'ım

Zevk yollarımı bağladın Allah'ım

Yere saçtın lal rengi şarabımı

Tövbeler tövbesi, yoksa sen sarhoş musun Allah'ım?



23.05.2014 10:16 | nazim tolhildan

3. Min îro dest bi romana wî a bi navê "Destpêka Rêyan" kir. Ji ber ku pir mehtê wî tê kirin min jî bi meraq dest bi xwendina wî kir.

Qasî dizanim bi nivîsandina romanên dîrokî de pir zîrek e.



29.11.2019 22:12 | azad30

4. bi pêşniyaza hevalekî min pirtûka wî ya semerkantê xwendibû. deh sal jê derbas bûye loma pirr baş nayê bîra lê bi qasî ku di bîra min de maye di xwedinê de ez pirr eciz bûbûm.



30.11.2019 00:13 | ferhenga şikestî

5. Bi eslê xwe lubnanî ye lê li fransayê dijî. Li wir li zanîngehekî navdar de dîroknasek e. Pirtûkê xwe de gelek qala rojhilatê dike û zêdetir li ser rojhilata navîn disekine. Her çiqwas dem biguhere mijar li ser vê erdnigarîyê ye. Dibistana amadeyî de semerkant a wê min xwend ku gelek di bin bandora wê de mabûm. Û jê şûnde "bênderê rojhilatê" , "ji rojhilatê dûrtir", "navê sedemîn" û hew min van pirtûkê nivîskar xwend. Lê bilî vana "baxçeyên ronahîyê" , "dinyaya ku bizmara wê derketî", "nasnameyên kujende", "leo yê afrîkî" û hwd.



30.11.2019 01:09 | rizgarm

6. herçiqas li fransayê bijî û li hemû dinyayê navdar bûbe jî nekarîye dev ji nasnameya xwe ya lubnanîbûnê berde.
xirîstyan e, ji lubnanê ye, ereb e. lê niha çiqas karîye bibe fransî?
di pirtûka xwe ya in the name of identity(bi tirkî ölümcül kimlikler de behsa vê meselê dike



30.11.2019 01:15 ~01:18 | simurg56

7. Nivîskarê ez aneka pirtûka wî ya bi navê "Nasnameyên kujende"(ölümcül kimlikler) dixwînim e û di pirtûkên xwe de behsa kurdan jî dike car caran. Li weşanxaneya nijadperest Can wergerê bi awayekî rast nake.



30.11.2019 09:02 | xabûrî

8. di malpera çandnameyê de wergera romana wî ya semerqand tê tefrîqakirin. heta niha 19 beş hatine weşandin. hêvîdar im bê temamkirin. piştî biqede, ez ê dest bi xwendinê bikim. her kî di malperê de diweşîne, ji bo xwedê di her beşên nû de bila girêdana beşên din jî bide nîşekirin di serê rûpelê de da ku çûnûhatina nav beşan hêsantir be. beşa 19.Here lînkê



25.02.2023 21:11 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amin

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî