Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî - tirşik
peyvên ku ji kurdî ketine tirkî
(10) (4) (3)
di mijarê de bigere

33. ev ên ku di vî rûpelê de hatiye nivîsin, pirraniya van di esle xwe de ji farisî, ji îraniya kevn, ji erebî yan jî ji soğdî hatiye tirkî. qisûrê min mêze nekin tirşikvanno.



mesela;

peyve "rehber" a tirkî ji "rêber" a kurdî nehatiye. ji ber ku "rehber" di farisî de heye û wek peyvekî îslamî hatiye tirkî.



"harap, harabe- xerab, xerabe" daneberhevek xelet e. ji erebi hatiye tirkî, kurdî û farisî.



"birader- bira" daneberhevek xelet e. ji farisî "bêrader"; hatiye tirkî.



"bekar" jî ne rast e. ji erebî "bikr."



"yeni-nû" jî daneberhevek xelet e. ji ber ku peyve "yeni" çend sed sal berê wek "yengi" dihat gotin. û ev herfe "ng" jî harfekî cûda ye; ne "n" ye ne jî "g" ye.



"taze" jî ji farisî hatiye tirkî. ji ber ku bi kurdî "têze" ye.



"abdest" jî ji farisî. ji ber hem bi kurdî "avdest" e hem jî peyvên dînî bi gelemperî ji farisî hatiye tirkî.



"sîyah" jî ji farisî hatiye tirkî.



"düşman-dijmin" ji daneberhevek ne rast e. ji ber "düşman"ê tirkî ji "doşmên"ê farisî hatiye.



"namerd" jî ji farisî ye. ji ber ku bi kurdî "nemêr" e. pêvekê nerêni bi farisî "na" ye, bi kurdî "ne" ye, bi îngîlîzî ji "un" e.



de hade silav...



20.12.2015 15:25 ~15:39 | xwedaparêz

34. (bnr: peyvên ku ji kurdî ketine farisî)



belkî hemû ne ji kurdî derbasî tirkî bibin lê divê mirov zimanê kurdî jî evqas bêhêz hesab neke. çawa ku gelek nirxên kurdan û heta axa kurdan ji aliyê netewên din ve hatine dizîn gelek peyv jî hatine dizîn û em pê nizanin. weke mînak peyva abdest; çima ne ji kurdî lê ji farisî derbasî tirkî bûbe? ma zimanê farisî ji roja big bangê ve heye lê kurdî berî 100 salan hat îcatkirin? kî dikare bêje ev eslê vê peyvê ne kurdî lê farisî ye?



20.12.2015 15:31 | simurg56

35. Tê bîramin kû mamosteyêmin gotibû meriv nikarê bejê ev peyv kurdîye an farisîyê. Encax ji aîleye zimane îranîyê



21.12.2015 15:04 | senaishere

36. herkes= her/kes

vê peyva dibe ji kurdî ketibe tirkî



23.12.2015 13:23 | shorbevan

37. car caran tê rastê min û ez li vir parve dikim, wekî peyamê min ê peyvên ku ji kurdî ketine tirkî/82215



(ne heddê min e, ez zimanzan nînim, etîmolojiya wan peyvan lêkolîn nekirime. hema wan peyvana hinek jî berçavê mirov e, eleqeyê wan ji kurdî re rasterast ortê de ye)



îro min ferq kir ku lêkera tirkî ya çökmek a ji peyva kurdî ya çok ê re têkilîkî heye. çok perçekî çîpê meriv e, meriv bi wê, çîpa xwe ditewîne. tirk jî bi vê maneyê dibêjin çök-mek, mebesta wan ê gotina 'çökmek' tewandina çok ê ye ku ji peyva çok û çök eynî ye.



mînak: şimdi söylediğim hareketleri yapacaksınız arkadaşlar! çök! Kalk! Çök! Kalk!



03.01.2016 20:40 | mîr

38. tirkî: koç

kurdî: beran



dibe ku peyva tirkiya koç ji peyva kurdiya qoçê tê.



qoç bi tirkî: boynuz



16.01.2016 21:26 | mîr

39. kurdî: Wêrek (Kesên diwêre, natirse) bi tirkî: yürekli, cesur



tirkî: yürek (dil, qelb)



deng û maneya wan gelekî nêzîkê hev in, îhtîmaleke mezin têkiliya wan bi hev re heb in.



16.01.2016 21:37 | mîr

40. kurd= kürt



16.01.2016 22:11 | shorbevan

41. hin kurdên ku xwendin û nivîsandina kurdî dizanin xwe wek zimannas dibînin. bêyî ku lêkolîneke berfireh neyê kirin em nikarin bibêjin ku ev peyv ji kurdî ketiye tirkî an na ji farisî ketiye tirkî. ji ber ku kurdî û farisî zimanên ji heman malbatê ne peyvên dirûvê hev jî pir in. lewma dibêjim bila ên ku bi rastî jî hakimê vê mijarê ne binivîsin da ku em jî rast hîn bibin.



17.01.2016 01:04 | kurê xelkê

42. Li gor etîmologê gewre îbrahîm xelîl baran hemû peyvên tirkî ji kurdî hatine wergirtin. weke mînak enîşte: ê-nişt-te. êdî çi qas rast e xwedê dizane.



17.01.2016 20:20 | roza

43. gêjek rabûye, dibêje ibrahîm halîl baranî 'etîmologê gewre'. erê babam/anam, erê. gewre.



ne wateya etîmologî, ne jî ya gewreyê dizane bawerim. here cihekî, xwe şa bike, bixêrtir e.



18.01.2016 00:46 | wiha wilo wisa

44. ji kurdî peyv neketiye tirkî
peyvên wek hafta, abdest, çapraz farsî ne



31.05.2017 01:18 | mindal

45. Pençe = pênce
(bnr: pênc)



16.06.2018 11:46 | mîr

46. Car caran gava Tirkî xeber didim yan jî dêna xwe didim û hinekî wan tê rastê min

Bi Tirkî "Demin"* bi kurdî hêca ye. Dem bi kurdî wext e demin ji kurdî ketiye tirkî.

* Demin: az evvel, biraz önce (hêca, gava dinê)
Jixwe çavkaniya tdk ê ya ferhenga berhevkirî ya devkî de ev peyv ji Diyarbekirê hatiye berhevkirin: Here lînkê



25.08.2018 19:29 | mîr

47. piraniya peyvên ku di vir de hatine nivîsîn ne ji kurdî lê ji erebî û farisî ketine Tirkî ku bi heman awayî ketine kurdî jî. loma em dibên qey ji kurdî ketine Tirkî. Heyran ma zimanê serdest qe ji zimanê bindest peyv werdigire? ji xeynî hin peyvên argo û çend peyvan ti tişt ji kurdî neketiye Tirkî. gelek peyv hene ku hem Tirkî hem jî kurdî ji zimanên erebî û farisî wergirtine. Hege em baş lê binêrin zimanê farisî jî gelek peyvên xwe ji erebî wergirtiye. Her tişt girêdayî bindestî û serdestiyê ye. Ji ber serdestiya dînî zimanê erebî li ser piraniya zimanên rojhilata navîn konê xwe vedaye. Farisî jî ji ber çandê xwe -ku girêdayî hêza xwe ya leşkerî bû- li ser zimanên rojhilatî gelek bandor kiriye.



25.08.2018 21:13 ~2018.09.02 16:00 | tizbîkêş

48. Peyvek nû li devê xortê Tirkan: tırstım.
Hê neketiye hundir lêbelê hema li ber derî de ye*



25.08.2018 23:17 | kaniya bayiya

49. Derzî: Terzi



26.08.2018 10:49 | apê mihyedîn

50. Dema em xendakarbûn pêyvek "DEVŞÎRME" hebû dîroka pirtûka tirkada.
Devşîrmek = dev + şîrkirin
ez bawerim ev jî kurdîye.



18.03.2019 01:12 | brzn

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de
» kurdî wenda dibe gelo ?
» tirkî gorî kurdiyê zimanekî pir kêm e

Kategoriyên mijarê:: anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî