Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    ferat im kêferat im - tirşik
    ferat im kêferat im
    (0) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. helbesta cegerxwîn e, xemgîn bîrhat jî di koma berxwedan de wekî stran xwendiye.



    Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat...

    Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...

    Ferat im, kêferat im



    Kar im, xebat im

    Jîn û felat im

    Va ye ez hatim

    Ji jor ve ez têm

    Diçim ber bijêr

    Di nav dilê min

    Tev gewher û zêr

    Ferat im...



    Bi him-him ez têm

    Bê ser û bê min

    Ser derya mezin

    Ferat im...



    Daxwaza millet

    Feratê dijwar

    Di ber xwe dibim

    Tev gerş û gemar

    Ferat im...



    Dengê sewîyan

    Rengê birçîyan

    Ez dengê şivan

    Xama xwendevan

    Ferat im...



    Tev ah û nalîn

    Giryan û qêrîn

    Bi çelq û lem-lem

    Hemî kul û xem

    Ferat im...



    Diçim pêş bi rist

    Wek sitêr û rist

    Hemî derd û kul

    Dikevim nav dil

    Ferat im...



    Di dilên xortan

    Dikelim herdem

    Ber pozê dijmin

    Ez xîp û kelem

    Ferat im...



    Ez xwendevarî

    Ezim hişyarî

    Dûr û dirêjim

    Gavan tavêjim

    Ferat im...



    Di nav dilan de

    Pir xurt û bi tîn

    Di nav damarên

    Xortanê bûm xwîn

    Ferat im...



    Di ser hevre têm

    Bi çelqîn û guj

    Di ber xwe dibim

    Dijminê xwînmij

    Ferat im, kar im, xebat im

    Ez kêferatim

    Vaye ez hatim

    Ji Kurdistan ve têm

    Pir xurt û bi tîn

    Ez pêta cerg

    Û dilê Cigerxwîn



    2014.05.27-02:16 | kevçiyê dil

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    federasyona fûtbolê a îsrailê [1]
    Federesyoneka dîroka xwe ecêb e. Siftê weke (stur: The Palestine Foo...
    sedemên nexweşikbûna keçên kurd [1]
    Sebeba wê hewes kirina frida kahlo ye. Na na kêfa xwe dikim...
    banksy [1]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    çiv [1]
    peyva ku bi tirkî dibe "viraj" e. ji kesên ku peyvekê dibêjin û dûre w...
    zehra doğan [1]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ferat im kêferat im
    » kêferat

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî