Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
amedeo modigliani - tirşik
amedeo modigliani
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (z. 12ê tîrmeh 1884 li liverno, Îtalya - m. 24ê çile 1920 li parÎs, fransa) wênesaz Û peykerçêkerÊ îtalî ye.



di sala 2004 derhÊner mick davis fÎlmek li ser wÎ kişand.

(bnr: modigliani)



27.05.2014 18:21 | xwelî li ser

2. Wênesaz e. Di 1884 an de li Lîvorno yê ji dayik bûye. Cihû ye. Bi eslê xwe Fransiz e. Li gor fîlmê û agahiyên li ser înternetê dibêjin Pablo Pîcasso Modiglianî wek xwedayekî dibîne û jê diheside. Hingî heyranê wî ye ku Pablo wêneyekê bi navê Modiglianî çê dike. Navê tabloya herî navdar ya Modiglianî Jeanne ye. Jeanne hevsera Modigliani ye. Jinikek kubar û zarîf e. Keçikek wan çê dibe lê gedê wan a duyem qet nayê dinye. Di zikê ca xwe de dimire. Ji ber ku wexta Jeanne bi geda xwe ya duyem nexweş e Mogidlianî dimire û Jeanne jî xwe ji kata 5 emîn davêje him ew him jî pitika wan ku hê di zikê ca xwe de yî jiyana xwe ji dest didin. Keçika wan a 1,5 salî jî xwişka Jeanne xwedî dike.





Edit : Diya wî Fransiz e , bavê wî Îtalyan e .



14.08.2016 18:14 ~18:17 | biaqila malê

3. bi saya kurte vîdeoya ji bo strana serxweş ya sîmir rûdan, haya min ji wî, ji wêneyên wî û ji fîlma li ser wî çêbû. wekê hin nivîskarên din yên li jêr mijarê malûmatfiroşiyê dikin :p



15.08.2016 01:31 | endazer

4. Wênesazê ku me jî wî bi saya klîba Simîr Rûdan ya "serxweş" naskiriye * Em tiştekî nafroşin *

(bnr: hin nivîskarên ku carê peyvek li me nexe dilê wan rehet nabe)



15.08.2016 02:19 ~02:19 | biaqila malê

5. Wênesazê ku navê wî di helbesta Cemal Sureyya de jî derbas dibe.



“Bir senin gözlerin var zaten daha yok

Ya bu başını alıp gidiş boynundaki

Modigliani oğlu Modigliani..” Cemal Sureyya



15.08.2016 03:45 ~03:46 | biaqila malê

6. Ruhê wî stuyên jinan de ye. Me jî wî bi xêra Simîr Rûdan naskiriye. Wiloye.



15.08.2016 13:37 ~20:52 | hêvî

7. Fîlima wî jî heye. Navê fîlimê bixwe jî modigliani ye. Fîlmeke zehv xweş e.
di fîlimê da pablo picasso hinekî nebaş nîşan dane. Belkî jî picasso di rastiyê da jî yekî wisa be.. tam nizanim.. lê fîlm birastî jî zehv xweş bû.

navê xoşewîsta wî jeanne hébuterne ye.
modigliani zehv tabloyên vê jinikê xêz kiriye..

di fîlimê da dibêje Jeanneyê, dibê "dema ku min ruhê te dît, ez dê wî çaxê bikaribim çavên te jî xêz bikim.."



13.05.2019 22:26 ~22:35 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amedeo modigliani

Kategoriyên mijarê:: jiyan huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî