Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wergera bo kurdî - tirşik
wergera bo kurdî
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. wergera ku ji ber gunditiya civaka me li pÊş nakeve û kes nan jê naxwe.



WERGÊRİNO wergerên xwe bi pereyan û bi pereyan buha çêkin ku him kurdî bibe xwedî qeder û him hûn jî çêtir li ser bixebitin



28.05.2014 00:04 | dijber

2. dema dibêjin wergerî:

ji Bo wêjeya Kurdan, tenê ev tê fêmkirin :

wergera ji Kurdî bo tirkî ew jî bo kurdên xwelîliserê ku bi kurdî nizanin.



28.05.2014 12:24 | gulan

3. ji bo zimanê kurdî tiştekî gelekî baş e.

divê mirov tenê wêje û hunerê nefikire, ji bo zanistan jî werger şert û ferz e.



28.05.2014 21:22 | simurg56

4. ji bo firehkirina asoyên nû û birrÎna qonaxên nû li zimanê kurdî tiştekÎ elzem û bivê nevê ye.. lê wekê her tişteka bi kurdî ji ber çend egeran bi başî nayê kirin û di destê îşbîlmezan de tê edemkirin.. egerek ji egerên pêşîn, kadroyên kalîfiyê yên perwerdeya vî karî standine û bi ji bilî kurdî bikaribin xwe bi çend zimanan îfade bikin hema bêje nîn in, egereka din yên ku bi çend zimanan zanin û kêm zêde serwextî karê wergerê Bûyîne jî ji ber ku karê wergera bo kurdî karekî nanûziko ye, xwe nayêxin di bin vî barî de, û egereka din jî wergerên bo kurdî zêde nayên xwendin, ji ber ku çavê xwendevanên kurdî neelimîne hevokên girîft û kompleks û dema mirov ji zimaneke din bo kurdî wergerê dike mecbûr an divê, teksta li ber wergerÊ Bipalîne û dawerivîne û bi hevokên kurt û kurmancî mebesta xwediyê tekstê bi îfade û îbaREYÊN XWE Ji nû ve binivîse an jî divê cih li erd û axa zimanê kurdî fireh bike, û xwe li ''li herî jorîn firrÎna bêbask'' biceribîne.. filan



û û û dixwazim vê jî bêjim yek ji mezintirîn kêmasiyên wergerên bo kurdî jî ev e, mixabin û sed mixabin şûna sûdê ji biwêj û qalibên di kurdÎ û kurmancî de heyî werbigirin û bi kar bînin diçin biwêj û qalibên di zimanên ku tên wergerandin de werdigerînin û ev yek jî hem zirarê dide konteksta zimanê kurdî û hem jî guh û çavê xwîner û bÎner û guhdarên xerîdarên wergerên bo kurdî dixeritîne û aciz dike..



29.05.2014 21:09 | endazer

5. Wergerên wek vê wergerê ye:



(bnr: çîroka jihev veqetînekî)



01.12.2014 00:59 | xendekî

6. wergerên ji zimanê xwe werdigerine. rewşa kurdî ji hêla wergerê kêm e lê baş e. Hin wergêrên Ku ji wî zimanî werdigerînin



ji Rûsî: hesenê metê ne şaş bim ji swêdî jî werdigerîne.

Ji Fransî : fawaz husên

ji îrlandî-îngîlîzî: kawa nemir, samî hêzil

ji Erebî: jan dost

ji soranî bo kurmancî: besam mistefa

ji Tirkî: nikarim bijmêrim *



01.12.2014 01:16 | berxweda

7. (bnr: öyle yıkma) / (bnr: wilê xira neke)



05.12.2014 14:24 | xendekî

8. werger ji çend stûnên bingehîn ên wêje û ziman yek e. bi wergerê di nav gel û çandên cuda de têkilî û agahdariyên civakî, polîtîk, çandî, felsefe, ziman û yên etîkî çêdibin. komunîkasyon pêk tên, zanîn û agahdarî bêtir û xurt dibin. derî û pencereyên şopandinê li ber xwendevan vedibin ku ji derî civak, çand û wêjeya xwe, yên gelên din jî bibînin, binasin û kelk û çej ji wan bigirin. ji aliyê din ve werger gencîniya hejmar û wateya gotin, termînolojî û têgehên ziman geş, xweş û dewlementir dike. du ziman û çanda dide berhev. ji zimanê din gelek peyv û terman werdigire, li hember wan yên nû dibîne an jî diafirîne. herweha hejmara peyvên ferhengê zêde dike. çarçova ziman fireh dike û bi pêş dixe. kirasê teng diçirîne. dest bi dirûtina kirasekî firehtir, gulgulîtir, rengîntir û xweşiktir dike.

bi taybetî ji bo geşkirin û xurtkirina kurdî werger îro gelek pêwîst e. em divê di her warê jiyanê de giraniyê bibin ser wergerê. ji zimanên din berheman wergerînin kurdî û ji kurdî jî wergerînin zimanê bîyanî.

kurd êdî ne wek zemanê berê ne. niha di nav kurdan de asta xwendinê gelek berfireh û bilind e. kurd êdî pirzimanî ne. him li welat û him jî li derî welat bi hezaran kurdên pirzimanî hene. kurd dikarin giraniya xwe bidin ser wergerê. gelek pirtûkên hêja wergerînin kurdî. qet nebe di çend mehan de carekê kovareke wergerî derxin.



19.03.2015 20:59 | remlavêj

9. tiştê ku pêşeroja jiyana min da dixwazim di warê aboriyê de bikim. weşanên li ser aborî mixabin di zimanê me da pir kêm in.



25.03.2015 19:29 | kurê xelkê

10. Li gorî min, heke yek dixwaze wergerên bike divê çanda her 2 zimanê ku bi dê werger bikî baş bizane. Têkiliya û pêşketinê werger bi zanîna çand a her du zimanê ve giredayiye.



28.03.2020 18:17 | roz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergera kurdî ya androîdê
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê:: huner ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî