Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 36 peyam
nûçeya dawî - tirşik
nûçeya dawî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nûçeynên ku jixweber û bi alÎkariya tirşikvanan tê amadekirin.

sîstem wisa ye:

1. tirşikvan nûçeyek xwend û li gorî xwe hêjayî xwendin û belavkirinê dît, dinivîse

2. bila gava mirov bixwaze nûçeyên dawî bixwîne, berî gişî tirşik bê bîra wî.

3. bila çavkaniyên nûçeyên we ne tenê tirkî, erebî û farisî bin, lÊ cîhanî bin

4. tiroletiyê nekin û çi nûçeyan hat xwendin binivîsin



29.05.2014 10:11 | dijber

2. Leyla zana dibêje sedema ku dihêle ciwanên kurd derkevin çiyayî erdogan û hikûmeta wî bi xwe ye.

Zana di mîtîngeke bo piştgiriya hilbijartinên herêmê yên agiriyê de wisa got."dewleta Tirkiyê berî 85 salan got ku wan Kurdistan di çiyayê Agirî de kir goristan, lê gelê Kurd û yê Agirî bi taybet ew gor hilweşandin û êdî azadiya xwe dixin destê xwe - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290520144#sthash.NhtNhmbr.dpuf"

(wergirtin: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290520144)



29.05.2014 12:22 | dijber

3. (wergirtin: )televzyona alem ya îranî ragihand ku daiş 32 kurd kuştine ku hemû endamên pydê ne û dê hîn 15 kesên dî li sêdarê bide.

herwisa Pydê heta niha ti daxuyanî derbarê vê nûçeyê de neweşandine.

xwedê daiş û îran û îraq û tirkiyeyê û sûriyeyê li gel hemû kesê dijberiya kurdistana serbixwe dike, bi agirekî li vê dinyayê bişewitîne ne li wê dinyayê..

(wergirtin: http://rudaw.net/sorani/middleeast/syria/28052014)



29.05.2014 12:30 | dijber

4. ali palavaneh ew kurdê ji rojhjilata kurdistanê ku li nemsayê wek penaber nayê pejirandin û jê tê xwestin ku veger welatê xwe yê ku ji aliyê îranê ve hatiye dagirtin.

gotina wî ya giring û kêm " (bnr: we are human, i want to live my life like a human... with freedom) lê mixabin azadî li biyanîstanê nabe divê li kurdistanê be.

(wergirtin: http://www.cqnews.com.au/news/kurdish-asylum-seeker-green-card-government/2273334/)



29.05.2014 12:42 | dijber

5. dîsa koletiya kurdan diyar bû di lêborîneke ne li cih û ne rast

rozhden yalderem ku min fêm nekir bê endamê çi ye! û bi çi heqî û li ser navê kê lêborînê ji ermeniyan dixwaze.

ma me ermenî kuştin?

ma ne osmaniyan ew kuştin?

tirk xwe li osmanî û mîrata wan nakin xwedî em diçin ji ber çend kerên ku beşdarî wê komkujiyê bûn lêborînê dixwazin.

em dikarin ji tirkan daxwaza lêborînê bikin ku ermenî kuştin, kurd kuştin û ew bi hev dan kuştin lê me wek kurd me ti tişt nekiriye.

eger wisa be naxwe niha kurd xwe jî dikujin, gundê xwe jî dişewitînin, qibirs jî dagir kirine û hemû tawanên dewletan tirk kirine kurd jî hevparên wê ne.

tu ne xwedî dewlet bî, tu nikarî bibî xwedî tawan kerê min!

(wergirtin: http://armenpress.am/eng/news/760158/kurd-politician-apologizes-for-participation-of-kurdish-people-in-armenian-genocide.html)



29.05.2014 12:52 | dijber

6. derbarê komkujiya işidê ya li rojavayê de, bdpê jî daxuyaniyek daye.

yanî nûçe rast e. behsa mirina 15 kesan tê kirin.

http://ku.firatajans.com/news/rojane/bdp-e-komkujiya-serekaniye-protestokir.htm



30.05.2014 00:09 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûçeya dawî
» dawîn hatîn reydan

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî