Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
sigmund freud - tirşik
sigmund freud
(12) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Sigmund Freud di 6ê Gulan 1856'ê de li Freiberg (Mähren) anjî ku îro li welatê çîk ê ji dayik bûye. Di 23ê Îlon 1939'ê li London a Brîtanya yê jiyana xwe jidestdide. Bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr, avakerê rêgeha psîkoanalîtîk ê, rexnegirê olan e. Yek ji navdarên sedsala 20emîn e.



*



13.07.2013 21:54 | berxêres

2. derûnnasek pir kûr e.

bavê psîkanalîzê ye. xwediyê derûnnasîya psîkodînamîk e.



18.07.2013 14:54 | berxêres

3. erê pir zîrek e, lê aqilê wî tenê ji seksê re dişixule...



20.07.2013 01:07 | keje bemal

4. li ser evê pirsê dişixule: " gelo aqlê kê li ser seksê naşixule?" bersiv: nobody.



19.07.2013 17:14 | berxêres

5. Tolazeke derêhanêye.



04.08.2013 20:35 | zîpik

6. derûnnasekî ku gelek caran bi sûreta fizûlî tê rexne kirin e.



armanc an jî fonksîyona wan kesên ku, gava qala freud te kirin, dibejin "... aqilê wî tenê ji seksê re dişixule", (belkî behêmde xwe) argûmentan apê freud ji çave veşartinêye. çimkî vegotinan wisan, bala me li ser argûmentan freud re nedikîşine: lêbele, hal ev e ku, berhevdanê yê êsl dive ku ev be.



07.12.2013 22:25 | ervah.azad

7. kurdê ku nîvê şevê kîrê wî rabûye, seydayê mele sigmund freud mafdar kiriye.



07.12.2013 22:31 | ceso

8. (bnr: seydayê mele sigmund freud)



07.12.2013 22:40 | ceso

9. derûnnasek meşhur.



belê qismek rexneyên li ser wî fuzûlîne, lê belê, fikrên freud êdî kevne, şîroveyên ku li ser xewn û xeyalan kirîye (ew ku meşhurterîn xebata mele freude, ew xebat piştre ji psykanalîz ra dibe çavkanî) wisa kêm û wisa dervayê usûlên zanistîyê ye, wisa ji pozitivîzmê dure ku, nuha xewnzanên modern wê dikin binê erdê.



lê freud efendî li gelek feylesof û saykologan tesîr kirîye, lacan û zizek şagirdê wîyê herî meşhurin (şagirdîyê fikrî, ne ku freudê dîtine)



07.12.2013 22:44 | xurufi

10. berî her tiştî bavê psîkolojîyê ye... teorîyên ku zanista psîkolojîyê de hatine afirandin yan alîyê freud sekinîne yan jî wî rexne kirine.



11.01.2014 23:19 | resençiyayî

11. derûnnaseke ku, dema peyamên oxir dixwînim, bawerîya min jê re zêde dibe û fatîhayekê jê re dixwînim e.



19.03.2014 19:45 | nazim tolhildan

12. (bnr: simurg56) peh peh peh.



23.04.2014 10:27 | cinorek

13. zanayê ku seks û êrîşokî kiriye yekem sedema mirovan ku wan dide jînê. dibe ku heqê wî hebe; ev her du çavkanî têsîrekÎ MEZIN LI SER TEVGERÊN MIROVANAN IN. LÊ CARDE JÎ BAWERIYA MIN TEMAMÎ JÊ NAYÊ. LI BA MIN MIROV NE WEK ŞABLONÊN FREUD, hewqas SADE NE Û BINGEHÊN TEVGERAN HEW QAS QÛT IN. JI XWE PIŞTÎ DAXUYANIYÊN WÎ GELEK TEORÎ JÎ DERKETIYE.



23.04.2014 11:54 | biruya hayao miyazaki

14. teorîsyenê ku ger cemaatçiyên feto nas bikira, wê nekariya îdîa bike ku sedema ku mirovan dide jiyîn, seks û êrîşokî ye.



23.04.2014 13:44 | simurg56

15. Herçendî bi xwe miroveke ateîst bû.

li ser xewnan xebatên mezin kiriye û wekî rêbazeke psîkoanalîzê bikaraniye.



23.04.2014 14:02 | xwelî li ser

16. camêrekî bi rûYEKÎYE..



23.04.2014 14:04 | hemokrates

17. Camêre xwediyê malbateke tevlîhev e. yanî bavê wî yê heq (bnr: jakob freud) nîn e. dibêjin dema ku diya wî (bnr: amalia freud) bi Freud re hemîle maye xoşewîstekî wê yê ciwan hebû lê ji bêperetiya vî camêrî bavê Amalia ew bi Jakob re zewicandiye. Navbera Jakob û amalia de nêzî bîst sal hene. Û tişteke ecêb din jî heye ku birayê Freud yê neheq ( bawerim ew jî (bnr: julius freud) bû ) jî bi diya Freud re yanî amalia re gellek caran hevşabûne û Freud jî ew gellek caran di nav cihan de rût dîtine filan.



27.03.2016 16:24 ~19:11 | gulêê

18. Navê wî yê pêşî sigismund freud e. Freud viz e nikare tîpa s rehet bêje heta jê nefret dike loma navê xwe weke sigmund diguhere. Heta ji ber vê yekê peyva narsîsîzm jî weke narsîzm bikar têne. Weke ku (bnr: serol teber) dibêjê freud obsesîf e. Her roj eynî saetê şiyar dibe gişt eynî tiştan dike. Li ser zarokên xwe jî gelekî otorîter e. Ji ber vê zarokên wî jê ditirsin heta du jê lalik in. Freud gelekî hej nivîsandina namêyan dike. Weke ku dibêjin bi hezaran namê ji jina xwe re û hevalên xwe rê nivîsandiye. Li ser fikrê wî û jiyana wî ya taybet gelek tişt ji van namêyan derdikevin holê.

Freud gelekî hej mîtolojîyê û wêjeyê dike. Têsîra va herdûyan ya li ser psîkanalîzê berçav e. Gelek zimanan dizane û zû hîn dibe. Dibên dema ku dest bi don kîşot dike xilas nake hînî îspanî dibe piştre ji sêrî bi zimanê îspanî dixwêne.

Pirtûkên freud yên sêrî û dawî jev cuda ne. Ji ber ku fikrên wî gelekî diguherin. Li gorî dema xwe tiştên pir ecêb dibêje. Tiştên ku li ser ensestê û dîn dibêje gelekî tepkîyê dikşîne heta gelek hevalên wî têkiliyên xwe pe re qut dikin. Vatîkan wê demê bi sedan gotaran li hemberê pirtûk û gotinên freud dinivîse. Ji ber vê freud du caran dibê namzed ji bo xelata nobelê le li ser teorîya xwe nasitîne.

Wextekî dirêj cixarê dikşîne û bi esrarê emel dike. Esrar ji bo motîvasyona wî gelekî girîng e. Heta nêzîkî mirina xwe esrarê bikar têne. Ji ber cixarê bi kanserê dikeve lê cixarê bernade û ji kansera argûşkan dimire.

Yên ku jiyana freud ya taybet meraq dikin programeke xweş
Here lînkê



26.12.2018 01:15 ~03:24 | gêjê

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sigmund freud
» freud düşüncesinin büyüklüğü ve sınırları

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî