Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
food inc. - tirşik
food inc.
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. belgefîlmeka robert kenner e, belgefîlm behsa endûstriya xwarin û xurekên bi riyên ne xwezayî tên hilberandin dike.. çîroka xwe ji şîrketa mc donaldsê dide destpêkirin.. ji ber ku cara ewil li ser daxwaz û telebên vê şîrketê, şÎrketên mezin yên endûstriyel yên xwarin û xurekan derdikevin.. belgefîlm berê rexneyên xwe dide ser xwediyên van çend şîrketên mezin yên ku pirraniya endûstriya xurekan di destê xwe de digirin û heval û piştgirên wan ên di nav hikÛmeta amerîkayê de ji bo piştgiriya kar û berjewendiyên van şîrketan lobiyê dikin û bi riya qanÛnan bertekên xelkê yên li ser nexweşînên ji ber van xurekan çêdibin absorb dikin.. di belgefîlmê de li ser çend berhemên çandiniyê yên ku hema bêje di nav her xwarn û xurekeka ne xwezayî yên vê taliyê cihê xwe di nav refên sûpermarketan de xweş kirine, yên wekê garis an lazût û fasûlya soyayê dike.. li gorî belgefîlmê çend şÎrketên mezin î giregir hema bêje temamê sektora xwarin û xurekê kirine di destê xwe de û bi riya zilamên xwe yên di nav sîstema amerîkayê de bêyî ku guh bidin saxî û silametiya xelkê, şert û mercên ku dewar lê tên xweyîkirin û kartekên neyênî yên van şîrketan yên li ser xweza û dinyayê, bes ji bo ku kar û qezenca xwe zêdetir bikin, tişta ji destê wan tê dikin..

- di çewlÎkên ku lê heywanên wek mirîşk, beraz û dewar ji bo goştê wan tên xweyîkirin de, tenê ji bo ku heywan bi mesrefeke kêmtir di demekî zûtirîn de qelew û têrgoşt bibin her tişta tê aqilê wan bêyî ku encamên wê bifikirin dikin.. wek nimûne; bi dermanên didin mirîşkan, mirîşk li gorî mirÎşkeke normal di nav 48 rojî de du qetî mezintir yanî têrgoşttir dibe, lê çawa? ji bo ku di van çewlîkan de bêtir mirîşk bên xweyîkirin hema bêje mirîşk li ser pişta hev dijîn, ji ber dermanên dixwin bêyî ku hestiyê wan û organên wan ên hinavê mezin bibin, goşt digirin nikarin xwe li ser xwe bigirin û hê gavek du gav neavêtin bi erdê re dirêj dibin, ji ber ku zilqa mirîşkan nayê paqijkirin mirîşk di nav zilqa xwe de mezin dibin û bi pirranî zilqa xwe dixwin, û jiber van û ji ber gelek egerên din her sal bi deh hezaran nexweşî ji ber van mirîşkên zîreetê çêdibin..

- dîsa di çewlîkên teng û tarî de şûna giya û kayê, xurekên ji garis tên çêkirin didin dewaran de zûtir mezin bibin û qelewtir û têrgoşttir bibin lê ev xurek xwezaya dewaran têk dibe û diguherîne û dibe sebeba bakteriya e. coliyê, ev bakterî ji rîxa heywên digihe laş û çermê heywên û ji wir jî bi awayekî digihe goştê heywên.. axirê di belgefîlmê de behsa zarokekî biçûk yê ji ber vê bakteriyê nexweş ketî Û di nav çend rojan de mirî tê kirin..

- behsa şîrketeka bi navê monsanto tê kiriin, ev şîrket ji bo baştirkirina genetîka tov û toximê berhemên çandinî bi rê û rêbazên biyoteknolojîk lêkolînan çêdike.. axirê di encama van lêkolînan de patenta gelek toximan standiye û nahêle tu cotkarek bêyî destûra şîrketê li ser erd û zeviya xwe toximê tiştekî bireşîne..

welhasil piştî van rexneyên xwe berê objektîva xwe dide ser xwarin û xurekên organîk yên di refên walmartê de tên firotin û bi riya çend cotkar û rêncberên îdealîst yên li hemberî vê çerxa qirêj ya endûstriya xwarin û xurekên bi genetîka wan hatiye lîstin.. filan..

dawiya dawîn li ser xwarin û vexwarinên ku em ji refên sûpermarketan bêyî ku li etîketên wan û li madeyên tê de binêrin dikirin, ji bo çîk û çirûskekî di hişê mirov de pêk bîne, baş e lê jê zêdetir divê mirov tiştekî jê hêvî neke, ji xwe belgefîlm li amerîkayê li ser bbcyê û i tirkiyeyê jî li ser ntvyê hatiye weşandin..



30.05.2014 03:28 | endazer

2. belgefîlm ji van herdu lînkên jêr heçiyê dixwaze dikare darî bike;

http://watchdocumentary.org/watch/food-inc-video_b475b9874.html (îngîlîzî)

http://www.belgeselgunlugu.org/2013/09/gda-as-food-inc.html (bi tirkî dublajkirî)



min ji bîr kir bêjim bi kurdî û kurmancî navê belgefîlmê şÎrketa xwarinê ye..



30.05.2014 03:31 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» food inc.

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî