Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
koma sê bira - tirşik
koma sê bira
(6) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. maşelleh hema bêje her roj li kolanên semt û navçeyeke din a stembolê konserekî didin.. ji komê du bira gîtarê dixin û birayek jî vokalîstiyê dike anku stranan dibêje carinan her du birayên din jî li stranên ku birayek dibêje vedigerînin.. eger ez ne şaş bim demekî li semtekî tûşî êrîşa ûlkûcûyên nevîçîçirkên dêlegura asenayê hatibûn.. lê wekê ji lînka ku ez ê li jêr kopî bikim jî dixweye ji ya xwe nehatine xwar û herku diçe eleqe û hejêkirin û piştgiriya xelkê ya ji bo koma sê birayan zêdetir dibe.. rexneyek biçûk ya min li vê komê heye ku ew jî stranên di repertûvara xwe de baş naxwînin an ku temamê stranê nabêjin.. yanî hê stranek temam nekirîn derbasî straneka din dibin û zêde di bin tesîra coşa girseya temaşevan de dimînin û konsantreyî mûzîkê nabin..

lînka vîdeoya dawîn ya konserta kolanê ya li semta şîrînevlera stembolê: https://www.facebook.com/photo.php?v=676194022406923&set=vb.403920699634258&type=2&theater



13.07.2013 23:06 | endazer

2. her sê jî , ji zêrê bihatir in.spad ji we re serhişkno



13.07.2013 23:42 | fizikzan

3. strana kurdî gotin ne tiştek nedîtî ye lê stranên van xortan de peyva "kurdistan" bi dehan caran derbas dibe û ew jî bi dengekî bilind bi lêv dikin.



13.07.2013 23:48 | simurg56

4. min çamerA çarêkî li taksîmê dîtin. mîna dîna ça stranên gerilla ,apo û kurdistan digotin.



30.08.2013 00:32 | newenda

5. Koma ku EZ li istiklalÊ Û Li şirinevlerÊ leqayî wan hatime; welleh xweş dibêjin.



19.09.2013 23:52 | seydayê_peyvan

6. koma ku ez îro ji ser youtube'Ê pê hisam e. kêfa min gelekî ji wan re hat; xort in, xweşik in, dengxweş in, dilawêr in, her hebin û bila albumekê ji derxin ezê bikirim.



06.10.2013 18:45 | saladin

7. http://komasebira.com/



06.10.2013 19:30 | simurg56

8. paşfona dîzayana malpera wan mirov dibêje qey paşfona lîstika tetrîsê ye..



06.10.2013 19:31 | endazer

9. Kesê ku li şîrînevlera stenbolê geriyabe muheqqeq rojekê rastê vê komê hatiye.



06.10.2013 23:04 | ceso

10. koma ku ji şîrînevler û taqsîm ê ber bidinyaya navdaran ve dibeze. Bi kurt û kurmancî bi awayekî potporî û zindî distirênin, dumanê jî taxên kurdîstanbulê dibin.



06.10.2013 23:48 | seydayê_peyvan

11. min di vê betlanê de li taksîmê, kolana îstîklalê de dît û şaş mam. "kuroo ev çi ye?" min go. stranên gelek xweş nêv îstîklalê û xwerû bi kurdî dibêjin. mirov li stenbolê çawa tê coşê. qey dibêjî ev der kurdistan e.



bila her hebin. hunereke mezin e. li bajarekî din, stranên ku hema bêje sedî 60 kurd, kurdistan, gerîlla, apo hwd. ve tijî ye.



tiştê balkêş ev e ku, kolanên stenbolê tiştên bi wî awayî gelek pirr in û xweş in lê wan tiştana ne li amedê, ne li wanê, ne jî bajarekî din de dibînin.



ev tişta hat bîra min, salên 94an de dema ku nûbihar derdiket, li stenbolê, îzmîrê ango rojavayê tirkiyayê serbest bû, lê bakurê kurdistanê qedexe bû... nizanim, di nav wan herdu tiştan de jî têkiliyek bi vî awayî heye an na?



16.02.2014 17:34 | kelemejû

12. du je ji qoserê ne.yek ji wanê ye.



12.05.2014 18:25 | diljan

13. dengê wan û stranên wan pir xweşin lê kurdîya wan rezalet e.





26.05.2014 03:49 | resençiyayî


15. koma ku stranbéja wi ya bı navé erkan benli ji tevli şeré li nisébiné bibu ye. erkan li wir birindar bu u hat girtin . ez bawer in ku hin di zindané ye. pir kehirim ji bo wi. stranbéjek pir delal bu. keyfa wan xortén heja.



05.05.2019 11:52 | feqiyêteyran

16. endamê komê erkan benlî, xortekî gelek zîrek bû. li ankara fen lisesiya ku yek jî baştirîn lîseyên tirkiyeyê ye dixwend lê ji ber mamosteyên faşîst dev ji mektebê berda. di nav koma sê bira de bû, tevlî şerê nisêbînê bû, dîl ket, bi îşkenceyê vîdeoyeke wî ya poşmaniyê girtin û belav kirin. bi hezaran ciwanên kurd ên wek erkan hene. nifş bi nifş, herî başên me di şer de telef bûn, niha jî yên mane piraniya me kelek in.

wan rojan li karakoya stenbolê dimeşiyam, min dît ji mekanek dengê mashupa koma sê bira hat. di wê kêliyê de hemû kurdên wir, piraniya wan seyar-firoş(?), me berê xwe da cihê ku deng jê tê lê di cih de deng hat birîn.





21.07.2019 17:13 ~17:14 | roza

17. Hunermshsjshhs

Ez nikarim bibêjim hunermend. dibe ku ew bibin stranbêjên dawetê **(2 kes)
dizên hunerî! (2 kes)
...
kurdên bakur(+)
rewşenbîr(-)

-Ciwan? + na
-şivan? + na
-Yunus Dişkaya? + na
-Sîya Şevê? + na
-Hîvron? + na
-koma amed? + na
-koma çîya?+ na
-çar newa? +na
-...
-okey! Tu kî guhdarî dikî?
+koma "se bıra"
- ...
+altinnn yuzugummm kirrrillldii hoeoeyyy
-stfu stfu stfu b.tch stfu bêhiş

Li dû zarokên Medan ên bi rûmet binêrin. Kî me kir wiya? 5000 sal çanda ... Ez pir xemgîn im.

çi êş?
Pir bi êş
çi şerm e ?
şerm...

Edît: Ez pir hêrs bûm. Bişkoka dqn li ku ye?



21.08.2020 23:47 ~2020.08.22 01:12 | fîriko lao

18. Ez wexta ke rastê deyîr û deyîrbaz bêra vernî de profîlê ci-ca ewnêna. Eke bi ziwanêko fesîh û herikbar namê xo û namê deyîra xo nuştebo ez vîdeoya ey begem kena. La eksê ci bi ziwanê kilam nêbinuso zerrîya mi tira manena. Pişt nêdana ey û kilama ey. Nê kesan ra yew zî enê mubarekî . Bi namê xo koma sê bira.

deyîre: stran
zerrî: dil
name: nav



22.08.2020 00:31 | kajav

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» komara tirk a bakurê qibrisê
» sê stêrkên rojhilatê
» birakujî; şerê navxweyî yê kurdan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî