Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 9 peyam
hîvron - tirşik
hîvron

Navê mijarê ya ewil ev bû:hivron
(6) (0) ecêb (0) (16)
di mijarê de bigere

1. mûzîka kurdîde dengek xweş e. dû albûm peşkeş kirine û albûma sisê di demek nêzde derdikeve. albûma yekêmin bi navê koma hivron derxist. nusret imir û kudbettin. pistê wû nusret ma tenê û albûma bablîsok derxist. niha ji albûmek li ser ehmedê xanî û mem û zîn amade dike. ez bêjim albûma nu ji albûmên berê cudatir e û formatek felsefiye.



2013.07.13-15:19 | serburiyek

2. koma bi bablîsoka xwe mirov dide pêşiya xwe û diyar diyar digerîne, bi hîvrona xwe dihelîne, bi dicemidim dîsa mirov diqufilîne û bi bajarên çavên te mirov bi hêviyê bar dike.



2013.07.14-01:09 | azadixwaz

3. car carna bablîsok

car carna çavên te

car carna bablîsok min dikuje

car carna çavên tê



Hemû hêzkiriyên min hivronê guhdar kirine bi saya min.



2013.07.14-01:31 | dengêmintête

4. komekî serkeftî ê kurd e .

bi qasê ez zanim ji êlihê ne . xwediyê tarzek pir cuda ne lewra gelek bi qîmet e ber çavê min . yanê wek stranbejên dî denge tvyê de strên, heya êvarê "bi oy rûkenê rûkenê" nalîzin, klîban nakişînin . tiştek nû û xweşik derdixûnin holê, çanda mûzikê dewlemend dikin .



2013.07.14-02:47 | brusk56

5. yek ji daner û damezrînerên komê nisret eslê xwe ji cizîrê ye paşê bi malbata xwe re bar kiriye êlihê û ez ne şaş bim niha li navçeyeka amedê di bin banê şaredariya navçeyê de qursa lêxistina gîtarê dide zarokan.. piştî albûma pêşîn qudbeddîn ji komê veqetiya lê nisret bi heman navî dirêjî da kar û xebatên xwe yên mûzîkê.. nisret xweyê dengeke zîz û zirav û tenik e ji ber hndê di hnek stranan de mirov dibêje qey detone dibe.. di straninên xwe de cih dane an cih didin helbestên şairên kurd yên wekê faqiyê teyran û rênas jiyan û melayê cizîrî.. ev yek ji bo mûzîka kurdî a modern qonax û pêngavek girîng e.. tevî stranbêjên wekê mehmet atlı, burhan berken, mirady, cesûr rekawt, hanî, mehmet akbaş, sakina teyna hîvron jî ji bo sibreoja mûzîka kurdî ya modern cihê hêvî û bendewariyan e ji bo berhemên xurt û serkeftî ne.. axirê rêya wî/wan vekirî û dengê wî/wan li dinê be..



2013.07.14-04:54 | endazer

6. damezrînerên komê nisret koçerê gundê navber cizîr u hezexê, Herbaqa ye. ji eşîra didêran e..



2013.07.18-23:12 | shepirze

7. komeke ku bi şêwazê jazzê distirê, ku bi gelemperî dinav taximê nivîskar û xwendevanên zanîngehan de tê guhdarî kirin û hez kirin. solîstê komê nûsret Îmîr e. xebatên xwe li (bnr: navenda çand û hûnerê ya biharê) didomîne.



(bnr: hebhinarkê)



2013.07.18-15:52 | seydayê_peyvan

8.












2013.07.19-01:02 | keje bemal

9. hivron mirovek ji şekir jî şîrintir e. di demek nêz de albûma "mem û zin" ê dertîne



2013.07.27-23:39 | arami

10. a ku bob marley tîne bîra min. çima nizanim. vê şeva dereng bi hînbûna albûma wan a nû, kêfxweş bûm.



2013.07.27-23:42 | simurg56

11. ez çi qas wî dibînim an diçe bankayê an ji bankayê tê.



2013.07.27-23:53 | gurê manco

12. îro yanî 7ê meha cotmehê ya 2013an di Seet 18:00ê êvarî yanî nîv seet berî niha li bazîdê li qesra îshaq paşa, li ber merqeda ehmedê xanî wê danasîna albûma xwe ya nÛ derketî ya bi navê mem û zîn/welat bikin anku dikin..



2013.10.07-18:36 | endazer

13. koma xwedanê musîqayeke gelek dilhebîn.. helbestî.. lê min hêvî û awat ji hezretê ehmedê xanî ye ku li merqedêd xwe li bîra van camêran bîne ku kurdî her bo stran-gotinê nîne.. herwiha bo peyam-belavkirinê ye, bo weshandina malperan e.. kelîmata kurdî nîne li ser malpera wan a fermî..



2013.10.07-21:46 | gordereş

14. tevî kurdiya xwe ya delal û mûsîqaya xwe ya dilnewaz, mixabin ew jî ji refê wan mûsîqarên kurd e ku zimanê kurdî bi hemû hêz û karîna xwe folklorîze dikin.. ev e malperoka wan: http://hivronofficial.blogspot.de/



2013.10.12-14:57 | gordereş

15. stranên wan ê bablîsok û hema bû tozo ji bihuşt firîyaye li ser kurdan. ev çawa muzîk û peyv û deng e?! seata we xweş bibe bira.



2013.10.12-15:06 | biruya hayao miyazaki

16. bihna albÛma nÛ tet...

ahan jÎ li vir karÊ xwe yÊ davÎn heye:

Hivron-Mem u Zin/Welat- Evin












2013.10.25-18:23 | dogania

17. dengxweşê ku hê jî min nekariye li albûma wan ya nû guhdarkim.



2013.11.02-21:07 | simurg56

18. strabêjê ku strana malan bar kir, herî xweş dibêje.












pê wî re jî tara caff xweş dibêje;












2013.11.09-23:23 | simurg56

19. min çend stran ji albûma mem û zîn guhdar kir sipere,xweşe hêjaye pesnêye.Hele ku nabê nivîskarê felekê... hiş û sewda li serê min diçe.



2013.11.29-10:29 | tivirloismail

20. min ji gelek kesan bihîstiye, dibêjin; her çend muzîka wî û dengê wî xweş û cuda be jî îmaja porê wî qet xweş nîne. ma camêr nikare îmajek din ji xwe re çêke? qe nebe bila porê xwe ji nava serê xwe ber bi pişta guhên xwe ve neke duşax ev mode ji zû ve ye miriye.



2013.11.29-10:54 | mîrêhekarya