1. mûzîka kurdîde dengek xweş e. dû albûm peşkeş kirine û albûma sisê di demek nêzde derdikeve. albûma yekêmin bi navê koma hivron derxist. nusret imir û kudbettin. pistê wû nusret ma tenê û albûma bablîsok derxist. niha ji albûmek li ser ehmedê xanî û mem û zîn amade dike. ez bêjim albûma nu ji albûmên berê cudatir e û formatek felsefiye. |
|
13.07.2013 15:19 |
serburiyek
|
2. koma bi bablîsoka xwe mirov dide pêşiya xwe û diyar diyar digerîne, bi hîvrona xwe dihelîne, bi dicemidim dîsa mirov diqufilîne û bi bajarên çavên te mirov bi hêviyê bar dike. |
|
14.07.2013 01:09 |
azadixwaz
|
3. car carna bablîsok |
|
14.07.2013 01:31 |
dengêmintête
|
4. komekî serkeftî ê kurd e . |
|
14.07.2013 02:47 |
brusk56
|
5. yek ji daner û damezrînerên komê nisret eslê xwe ji cizîrê ye paşê bi malbata xwe re bar kiriye êlihê û ez ne şaş bim niha li navçeyeka amedê di bin banê şaredariya navçeyê de qursa lêxistina gîtarê dide zarokan.. piştî albûma pêşîn qudbeddîn ji komê veqetiya lê nisret bi heman navî dirêjî da kar û xebatên xwe yên mûzîkê.. nisret xweyê dengeke zîz û zirav û tenik e ji ber hndê di hnek stranan de mirov dibêje qey detone dibe.. di straninên xwe de cih dane an cih didin helbestên şairên kurd yên wekê faqiyê teyran û rênas jiyan û melayê cizîrî.. ev yek ji bo mûzîka kurdî a modern qonax û pêngavek girîng e.. tevî stranbêjên wekê mehmet atlı, burhan berken, mirady, cesûr rekawt, hanî, mehmet akbaş, sakina teyna hîvron jî ji bo sibreoja mûzîka kurdî ya modern cihê hêvî û bendewariyan e ji bo berhemên xurt û serkeftî ne.. axirê rêya wî/wan vekirî û dengê wî/wan li dinê be.. |
|
14.07.2013 04:54 |
endazer
|
6. damezrînerên komê nisret koçerê gundê navber cizîr u hezexê, Herbaqa ye. ji eşîra didêran e.. |
|
18.07.2013 23:12 |
shepirze
|
7. komeke ku bi şêwazê jazzê distirê, ku bi gelemperî dinav taximê nivîskar û xwendevanên zanîngehan de tê guhdarî kirin û hez kirin. solîstê komê nûsret Îmîr e. xebatên xwe li (bnr: navenda çand û hûnerê ya biharê) didomîne. |
|
18.07.2013 15:52 |
seydayê_peyvan
|
8. |
|
19.07.2013 01:02 |
keje bemal
|
9. hivron mirovek ji şekir jî şîrintir e. di demek nêz de albûma "mem û zin" ê dertîne |
|
27.07.2013 23:39 |
arami
|
10. a ku bob marley tîne bîra min. çima nizanim. vê şeva dereng bi hînbûna albûma wan a nû, kêfxweş bûm. |
|
27.07.2013 23:42 |
simurg56
|
11. ez çi qas wî dibînim an diçe bankayê an ji bankayê tê. |
|
27.07.2013 23:53 |
gurê manco
|
12. îro yanî 7ê meha cotmehê ya 2013an di Seet 18:00ê êvarî yanî nîv seet berî niha li bazîdê li qesra îshaq paşa, li ber merqeda ehmedê xanî wê danasîna albûma xwe ya nÛ derketî ya bi navê mem û zîn/welat bikin anku dikin.. |
|
07.10.2013 18:36 |
endazer
|
13. koma xwedanê musîqayeke gelek dilhebîn.. helbestî.. lê min hêvî û awat ji hezretê ehmedê xanî ye ku li merqedêd xwe li bîra van camêran bîne ku kurdî her bo stran-gotinê nîne.. herwiha bo peyam-belavkirinê ye, bo weshandina malperan e.. kelîmata kurdî nîne li ser malpera wan a fermî.. |
|
07.10.2013 21:46 |
gordereş
|
14. tevî kurdiya xwe ya delal û mûsîqaya xwe ya dilnewaz, mixabin ew jî ji refê wan mûsîqarên kurd e ku zimanê kurdî bi hemû hêz û karîna xwe folklorîze dikin.. ev e malperoka wan: http://hivronofficial.blogspot.de/ |
|
12.10.2013 14:57 |
gordereş
|
15. stranên wan ê bablîsok û hema bû tozo ji bihuşt firîyaye li ser kurdan. ev çawa muzîk û peyv û deng e?! seata we xweş bibe bira. |
|
12.10.2013 15:06 |
biruya hayao miyazaki
|
16. bihna albÛma nÛ tet... |
|
25.10.2013 18:23 |
şoreşa penûsa kurdî
|
17. dengxweşê ku hê jî min nekariye li albûma wan ya nû guhdarkim. |
|
02.11.2013 21:07 |
simurg56
|
18. strabêjê ku strana malan bar kir, herî xweş dibêje. pê wî re jî tara caff xweş dibêje; vîdyoyê veke |
|
09.11.2013 23:23 |
simurg56
|
19. min çend stran ji albûma mem û zîn guhdar kir sipere,xweşe hêjaye pesnêye.Hele ku nabê nivîskarê felekê... hiş û sewda li serê min diçe. |
|
29.11.2013 10:29 |
tivirloismail
|
20. min ji gelek kesan bihîstiye, dibêjin; her çend muzîka wî û dengê wî xweş û cuda be jî îmaja porê wî qet xweş nîne. ma camêr nikare îmajek din ji xwe re çêke? qe nebe bila porê xwe ji nava serê xwe ber bi pişta guhên xwe ve neke duşax ev mode ji zû ve ye miriye. |
|
29.11.2013 10:54 |
mîrêhekarya
|
21. fermo li vir albûma mem û zîn/welat guhdar bikin: https://soundcloud.com/hivron/sets/mem-z-n-welat-album-set |
|
23.02.2014 06:36 |
serburiyek
|
22. Dengê ku heta niha ketîye di nav gohên me yê herî xweş ew e. |
|
05.12.2019 14:50 |
keratî
|
23. Koma ku teqawîd buye. Nizanim êdî çima nabêjin . Dengê wan pir xweş bu pir zîrek bun lê nizanim çima êdî nabêjin. Yaw hema konserek jî çênakin. Înşelah dîsa dest bi kar bikin. |
|
05.12.2019 21:15 |
azad30
|
24. koma ku bi strana xwe ya evînê bû destpêka evîna min û bi strana xwe ya kolan kolan bû dawiya evîna min. |
|
03.03.2020 10:22 |
xelîl
|
25. Navê komekî ye. Lê yek kes tê de heye. Ew jî nisret imir e. Niha li vîyanayê perwerdeyê dibîne. Armanca wî muzîka kurdî li gorî Avrupayê li hev bîne. Mirovekî serkeftî ye. |
|
31.05.2020 13:40 |
yûsiv
|
26. Pel TV'yê bi solîstê komê nisret îmîr re hevpeyvînek çêkiriye. Va ye lînka wê: |
|
01.06.2020 01:37 ~2020.06.09 19:05 |
xeyda
|
27. Koma ku ew ê di 14ê çileya 2022an de li Wanê konsertekê li dar bixe. |
|
05.01.2022 01:37 |
dewbir
|
28. çend meh berê niha min jê re peyam avêtibûm li ser instagramê. pirsîbûm ji bo hinek notayan filan. got ku temam ez şend roj şûnde vegerim mala xwe, ez ê ji te bişînim. ev rojan derbas bûn min jê re peyam şand, wekê rojbaş dîsa merheba. paşê bersiv nehat û min görüldî xwar... |
|
04.02.2024 00:00 ~00:01 |
ciwanzêr
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |