Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
selamî esen - tirşik
selamî esen
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di sala 1992'an de li bajarê sêrtê ji dayik bûye û malbata wî ji gundê şawiraya botanê koçî bajarê sêrtê kiriye. dibistana seretayî, navîn û lîseyê li sêrtê xwendiye. aniha xwendekarê zaningeha sêrtê, beşa mamostetiya seretayî ye. her wiha di sazî û dezgehên kurdî de bi xebatên perwerdehiya ziman û wêjeya kurdî re mijûl e. çîrok û helbestên wî di kovara çirûsk, kovara w, hawara botan, kovara pêngav û kovara wendayê de hatine weşandin.

silav li te (bnr: zero) beg *



30.05.2014 22:50 | mergehez

2. helbestvanê cîwan î xelatgir. Bi muansebeta vê şandeyê ez wî pîroz dikim. hê pirtûka wî ya bi navê qijikên xêrê negihaye destê min. lê ez bawerim xebateke gewre ye, demeke nêz de ez ê bistînim û bixwînim. bi qasî helbestvaniya xwe bi çîroknûsiya xwe jî baş e. bera dev jî çîroknûsiyê neberdê. ez ji kovaran wî dişopînim çîrokên wî jî xweş in.



31.05.2014 02:28 | seydayê_peyvan

3. te dîroka tehlo vêca! / Selamî Esen



“Em rêbware Kurdistan e.

Laney yekem evîn me.”

abdulla peşêw



siyên koledar şeht tewane ber bi wan tûjikan

heke yek ji wan di nexşeya me ya pezkûviyî de bihata xuyakirin

an yek ji me xwe bavêta bextê kumên heşîn û xweystêrk

(a din jî, heke ew tûjikên me ne ducan bûyan)

wê perên kevokê ji sifreya civaka derengmayî re

bibûya hestiyên bermayî, şînxweyê!

wê doxilbaşiyê bigirta kezeba tehtên me, xwelîlineyarê!

tê ji ber bikî: jibîrkirin, şeytanê takekesiya pîroz e!



bêjingê bîne, niha bi serê te sondikan dixwin!

lê hay jê hebe, qewmê Beko kadikan jî dixwin.



Selamî Esen

qijikên xêrê, rp: 64, weşanxaneya evrensel



11.05.2015 19:53 | xendekî

4. helbesta wî ya li jor jî tê de min sê çar helbestên wî xwendin, bila dilê xwe negire lê helbestên wî bi kêrî seriyek pîvaz nayêne, ew e, elîxan loran e û çend navên dî jî hene naxwazim nav û nav bêjim Û dijminan ji xwe re zêde bikim * dema liqay helbestên wan tême ev vîdeo tê bîra min;

* (di vîdeoyê de ji vê cureya helbestê re dibêjin kavramsal rastgelelik, yanî ketûberiya têgînî)



11.05.2015 21:06 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» selamî esen
» esenyurt

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî