Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


1 mijar û 1 peyam
pîvaz - tirşik
pîvaz
(5) (0) ecêb (0) (20)
di mijarê de bigere

1. sebzeyek netirş û netûj.



2013.07.13-23:55 | sîsîfos

2. (bnr: zaza wer pîvaza)



2013.07.14-00:00 | simurg56

3. xerzî li ser pîvazan dikarin mêr bikujin



2013.07.14-00:02 | babrisok

4. fasûliya hişk bêpîvaz nabe



2013.07.14-00:03 | fizikzan

5. pîvaz herî zêde li xwarina fasulî tê , we got erê?



2013.07.14-00:07 | babrisok

6. serlehenga gelek xwarinan.



2013.07.14-00:08 | azadixwaz

7. di filmê Yılmaz Guney ê binavê Sürü(kerî) ji bo ku nexweşê bi sarayê dikevî didin ber pozê wan, we got erê?



2013.07.14-00:09 | babrisok

8. Divê pêşî qalikê li serê pîvazê bê spîkirin.paşî, ku tu naxwazî çavên te jê biêşe pîvazê di bin avê de bide sekinandin heta him hinek bîna wê xweşiktir bibe him jî bi hêsanê tê xwarin.



2013.07.14-00:19 | fizikzan

9. li gor baweriya xerziyan mirov ji pîvazê hatiye afirandin. (bnr: berê pîvaz hebû)



2013.07.27-18:43 | gurê manco

10. pîvaz, bê kartol nabe. xwerekekî de pîvaz hebe dive kartol jî hebe, mîna jin mêrê hev in. *)



2013.07.27-19:47 | keçkacindî

11. seîdê nûrsî bi gotina xwe ya ''ez serîk pîvazê bi hezar sêvên sor nadim'' wekî semboleke neteweyî a kurdan dîtiye ye.



(bnr: çiqas nan ewqas pîvaz)



2013.07.27-20:26 | bazirgan

12. serlehengê xwarinan, sebebê girîya bêhest, berbuka hemu xwarinan, reben(a/e) bêqedr li ser tablan.



2013.07.27-20:29 | ( nerazi007

13. riweka ku eger pijiyayî be ez nikarim devê xwe lê bidim lê ku xav be ez dikarim barê gayekî bixwim tabî di ber xwarinên wekê tirşik Û fasûlye û nohk û nîskê rohn de yanî ne bi serê xwe.. navê vê nebatê û fêkiya wê bi zaza û çiyayiyan re derketiye.. anku zaza û çiyayî bi hejêkirina xwe û pîvazê deng vedane..



2013.07.27-20:38 | endazer

14. cara ewil mihemed şarman ew di pirtûka xwe de bi kar aniye



2013.08.01-06:11 | maro

15. Aparîtîfa kurdan ya berê. Hey gidî dunyayê me wan rojên bi nan û pîvaz çi zû ji bîr kir.



2013.11.11-23:35 | ceso

16. Jineke bajarî çikolata dirêjî zarokek koçeran a li ser milê dayika xwe dike. Dayika koçer bi quretî dibêje: " - nedÊ xwîşka min, nede ; hesenîkê min pîvaz naxwe; îca çîkolata jê maye!"



2013.11.11-23:45 | mamoste marûf

17. vedîtinerê pîvazê mihemeyê şarman e.



2014.01.24-05:21 | zero

18. pîvaz sêwa kûrmanca yê.



2014.02.03-22:53 | hogırekoseri

19. heke ber pîvaz hûrkirinê de qajik were cûtin çav û poz şil nabin, heçî bawer neke dikare biceribîne*



2014.03.06-15:09 | kevçiyê dil

20. navê nivîskarekî tirşikê ye, çima ew nav li xwe kir ye gelo ?



2014.03.06-15:52 | mamostanısebin

dengdanên dawîn (Yên Din..)
arjen arî [4]
şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navên hespan [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîvazo

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî