Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
xwebûn - tirşik
xwebûn
(21) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî benlîk: parçeyê kesayetî ku mirov dike xweyek û mirov ji xweyekên din dide veqetandin.



14.07.2013 04:54 | berxêres

2. (bnr: ezahî)



21.07.2013 12:56 | berxêres

4. rojnameyek kurdî ye. îro dest bi weşanê kiriye. ser xêrê. yê her heftî derkeve.



21.12.2019 22:07 | xwelî li ser

5. Rojnameya ku bîstek berê min bi daxuyaniya Selîm Temoyî jê hayedar bûm ku dest bi weşanê kiriye û Heftane ye. Pîroz be



21.12.2019 22:40 | darînê daryo

6. di serî de ji bo serxwebûnê hatiye lihevanîn. ji xwe xoybûn jî forma şaş ya xwebûnê ye. neyse baş e ku serxwebûnê zora wê birriye ji ber jê xwestir û hêsantir e.



21.12.2019 23:20 | ma min çi ji kê kiriye?

7. min ne malpera wê dît, ne jî hesabekî medyaya civakî. bi rastî jî rojnameya bi kaxizê bê belavkirin êdî miriye. ew dewr çû. çû û nema tê.

de bila, li ser xêrê be.



22.12.2019 00:20 | giyanstêr

8. rojnameya nû a ku bi navek gelek xweşik dest bi weşanê kiriye.
ser xêrê be.



22.12.2019 00:22 | brusk56

9. Nivîskarên xwe li hesaba xwe yî twitterê de nivîsîne.

Nivîskarên Rojnameyê:

Selîm Temo
Yildiz Çakar
Ayhan Erkmen
Samî Tan
Mizgîn Ronak
Şener Ozmen
Agît Yazar
Felemez Ulug
Ramazan Olçen
Wisif Zozanî

Navê hesaba ya twitterê: @RojnameyaXwebun



22.12.2019 13:31 | xwelî li ser

10. Nuçeyek gelek xweşê. Gelek nivîskarên kurdî ku hem çar perçeyên Kurdistan ê hem jî ji gelek welatên Rojhilata Navîn nivîskarên kurdî civîyane û rojnameyek kurdî derxistîne ji bo agahîyên berfireh ;

Here lînkê



22.12.2019 17:07 | azad30

11. piştî dewra erojnameyê nija dîsa rojnameya kaxedî wê derkeve. rojnameya elektronîk karekî zehmet e, divê sepaneka te ya xurt hebe, divê malpereka te ya gelek gelek xurt hebe, ekîbeka xurttir hebe; ev hemû wê bikaribun wê erojnameyê ji quncikên tarî yên înternetê derxe û bigihîne xelkê. axir rojname wek kaxed xweştir e. navê rojnameya xwebûnê jî têra xwe xweş çêbûye.

gotine yek ji armanca rojnameyê ew e ku alîkarîya yekîtîya netewî ya Kurdî bike.



22.12.2019 19:26 | xendekî

12. bi xêr û xweşî û bereket û emirdirêj be.



22.12.2019 22:50 | kurê xelkê

13. hêvî dikem demdirêj be. têde nivîskarên hêja hene.
pêdîviya kurmancî bi rojnameyê heye lê ew ne rojname ye mixabin ev 'hefte'name ye rojname ew e ku her roj weşana nû bênavber diweşe...



22.12.2019 23:47 | ferhenga şikestî

14. li amedê bi tenê li pirtûkfroşa pirtûkakurdî û li pirtûkfroşa lîlavê dê bê firotan
ma min çi fêm kir ji vî îşî? ma wisa dibe?
her du jî li ofîsê ne û ger rêya meriv li wir nekeve meriv nikare bistîne.
çima li hemî bufeyan belav nakin min fêm nekir, ger wisa be dê neyê firotan. bi tenê klîkek bistîne û ger wisa be jî tîraja vê heftenameyê hezarî jî derbas neke.



30.12.2019 15:33 | ferhenga şikestî

15. Divê her bûfeyek navendî de divê bê firotinê. Ez jî qet rast nehatim . Herhal pirsgirêkek çêbuye herhal ê ku "xwebûn" ê derdixin vê yekê jî baş dizanin.



30.12.2019 17:44 | azad30

16. Çapa dawî bi destê min ket ku bixwînim. Min bi meraq lê nêrî lê min tu feyz jê nesitand. Ez li benda rojnameyeke rengîntir bûm ku tê de mijar û nivîsên têr û tije bixwînim lê hema bêje tu ferqa wê ji rojnameyên kurdî yên wekî azadiya welat ku dilê mêriv ji dinê reş dikir nebû. Dîsa rûpelek ji bo "jin"ê hatiye veqetandin, yek ji bo çîrok û karîkatûrên qerfî ku kenê mêriv pê nayê û nivîs û şîroveyên li ser polîtîkayê yên dûrî rexneyê. Dil dixwest ku vê carê ji bilî wan, cih bidana nivîskarên nû û ciwan; mijarên wek aboriyê, sporê, modayê jî. Bi hêviya hejmarên xweştir û dewlemendtir...



22.01.2020 01:53 | xeyda

17. ser platforma spreakerê dest bi weşana podcastan kirine, aqûbet ser spotifyê be. Here lînkê



21.03.2020 15:13 | tizbîkêş

18. Ser xêrê be
ji bo podcast hêsan e (bnr: podcastên bi kurdî) çi ye ? ango bi min wisa dixûyê nizam lê kurd zêdetir pê mîjûl dibin.



21.03.2020 15:41 ~15:43 | brzn

19. Li ser xêrê be.
li ser malpera xwe dest bi weşandina xaçepirsê kiriye.
(bnr: xwebun.org/xwebunxacepirs)

*xaçepirs: bulmaca, crossword puzzle



28.03.2020 00:39 ~00:41 | cinorek

20. Xwebûn.. peyvekê çi xweş. Xwe-bûn. Nasnameya me li dilê me da veşartî ye. Bi taybetî jî gele kurd, divê çanda serdest an tirk,faris û ereb berdin û li xwe bigerin.



28.03.2020 17:45 | roz

21. Rojnameya heftane ya bi kurdî ye. "xwebûn" ji aliyê komek rojnamegeran ve hatiye amade kirin. Li gorî Xwediyê Îmtiyazê Kadrî Esen dibêje armanca rojnameyê bi zimaneke xwerû kurdî "xwe" gihandina tevahiya Kurdan e.



28.03.2020 20:15 ~20:15 | mansûr

22. Rojnameya ku ne ya çapkirî lê ya online ez hertim dişopînim. Naverok û zimanê wê pir xweşê min diçe. Di warê rêzimanê de jî gelek baldar in, dibê qey heman kes hemû nivîsan kontrol dike û li gorî rêziman û rastnivîsa kurmanciyê van nivîsan serast dike. Û herwiha li gorî malperên din objektîftir in.

Her roj dikevimê û heb û heb nivîsên bala min dikişînin dixwînim.

Lînka malperê: Here lînkê



07.10.2020 22:25 | xelîl

23. rojnameya bi kurmancî ku di malpera pirtukakurdi.comê da nahê firotin. hejmarên kevin yên newepelê jî nafiroşin. ma pir zor e?

wekî din, pir kêfam ji vê rojnameyê ra hat. ser xêrê be! nebûna wê valahîyeka pir mezin bû. kurdên ku nikarin bi kurmancî bixwînin belkî ji vir ve hebkî ji xwe fedî bikin û bibêjin "rojname heye lê em nikarin bixwînin."



06.12.2020 20:13 | mirovekirind

24. rojname Jixwe têra xwe nahê çapkirin û belavkirin. îcar malpera wê jî nahê xwendin. ha hoo! min got serê sibê çend nûçe jê bixwînim, heya min hevpeyvîna bi zimannas reşo zîlan re qedand ("Xwendina pêşîn divê bi kurdî be"), bataryaya kombersa min jî ji sedî bîst an bîst û pênc (%20-25) qedya çû. hişyariyek xuya bû: "This webpage is using significant energy. Closing it may improve the responsiveness of your Mac"

ji emrê kombersê xwar. min dixwest çend nûçeyên din jî bixwînim, dû re min dev jê berda. ev hişyarî zû bi zû li malperên din dernakeve. ewên din nizanim lê li ser safari ya macbookê nahê xwendin. axir xwendina rojnameya xwebûnê boha ye. bi çapkirî bi dest nakeve, bi online jî bi pirsgirêka enerjîyê derdikeve holê. aniha hat bîra min, di havînê da makîna pir germ dibû qet nedihat xwendin.

min digot li ser hevpeyvînê binivîsim, wext nema. enerjîya min çû ser pirsgirêkan. ez vê yekê jî bêjim, pir kêfa min bi font û reng û hûrgilîyên malperê tê. wekî mînak, gava tu hevokek ji malperê hildibijêrî ji bo kopya bikî, tîpên reş dibin spî, dora wan dibe sor. sorê xwebûnê. maşalah!



26.12.2020 13:36 ~2021.11.10 13:18 | mirovekirind

25. Rojnameya ku li ser tirşikê nûçeyekê weşandiye:

Here lînkê



02.05.2021 13:55 | xelîl

26. Rojnameyeke weşana Kurdî dike. Û gelek caran reklamên xweş dike. Yên nivîsakaran YouTuberan hwd.



02.05.2021 14:28 | azad517

27. Li ser youtube rastê kanala xwebûn hatim , gelek tiştên nû derbarê ziman , dîrok , peyv hwd. de parve dikin.
zêdetir jî malpera xwebun.org ê ya nû bala min kişand.Gelemperî li ser her malperê banner li çepê/jor , wêneya mîjaran nav naveroka nûçeyê de, naverok jî li çepê disekine. lê xwebûnê de banner li rastê , wêne li çepê li ser kêlekê û naveroka nûçeyê li rastê ye.Welhasil gelek kêyfa min jê re hat.Malperek pirr orjînal çi bû ye.Ez dişibînim the newyork times ê. ser xêrê be.



22.05.2021 19:44 | brzn

28. rojnameya ku di tora civakî de bi taga #XwebûnXweNasîne banga piştgirîyê dikin. yên ku naşopînin bila xwe bigihînin wan.

Here lînkê



30.05.2021 00:40 ~00:53 | hueyn

29. Bi kurtasî li ser kanala xwe ya youtube gelek tiştên girîng û bi nirx parve dikin.Yek ji wan jî lîsteya dîroka kurdistanê ye.Her vîdyok 4 5 6 xulek in zêdetirîn.Ya girîng e ew e ku li gor kronolojî yê vîdyo hatine kişandin.Bi kurtasî kurd dikarin dîroka xwe de çi qewimî ye bibînin.
Navnîşana qanalê;
Here lînkê



09.12.2021 23:41 | brzn

30. Para kurdan di dewlet û xanedanên wekû Kammanu, Kummuh, lullubi, Subartu, komegene, med, nairi, mitanni, kassit, hurri û guti de çiqas be ya ermen, asûrî û gelên din yên çûyî û mayî ku li dor çemên dîcle û ferat bûn, jî ewqasî ye.

îro ro zanyarên tirkolog ên ewropî heta tirkbûna dewleta hun jî red dikin ku li gor dewletên jorê gelekî nêzikî roja îro ye lê dîsa jî dibêjin ti emare nîne ku em bikarin ji huna re bêjin tirk bûn. Lêbelê devê kî vedibe yan kurdan bêesil nîşan dide yan jî zêde diçe wan dike dê û bavê mirovahiyê.

tu xwedê ji bo Van xebroşkan du sedsalek dereng nemane?! Me xwebûnekê xeyalî navê.



10.12.2021 01:47 ~01:49 | ezcan

31. rojnameya çend roj e malpera wê venabe. qey hatiye girtin.



02.02.2022 09:14 | mirovekirind

32. Rojnameya ku lînka malpera xwe hatiye gûhertin:
www xwebun1.org: Here lînkê



02.02.2022 11:14 | cinorek

33. van çaxan bi sedema têkiliyên hikûmeta başûrê kurdistanê ligel tirkiye, galegalên bereday belav dikin ku meriv nikare bêje ev nûçe ne. tê bîra min hêj înternet nebû, çaxa di malên sar yên xwendekaran de bûn, me guh dida teoriyên wisa. ev çi îş e tu xwedê: Here lînkê

Di 12’ê adarê de serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Têkildarî mijarê siyasetmedar Niyaz Hamîd bi ANHA’yê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê weke rêbazeke şerê taybet li dijî kurdan bi kar tîne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî berpirsên PDK`ê berê xwe didin Tirkiyeyê da ku fermanan ji Erdogan wergirin.”

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku Erdogan berpirsên PDK`ê vexwend serdanê û wiha domand: “Ji 23`yê nîsana borî ve di navbera HPG`ê û dewleta tirk de şer rû dide. Dewleta tirk ruxmî ku hemû cureyên çekên di qada navneteweyî de qedexekirî ne, li dijî hêzên gerîla bi kar tîne, lê bi bin ket. Ji ber ku nikare armancên xwe pêk bîne, hewl dide bi rêya PDK`ê, El-Nusra, çeteyên Roj û komên alîgirên wê armancên xwe pêk bîne ku rasterast wan tev li şerên li hemberî gerîla bikin. Ev lihevkirin di civîna li Munchenê de pêk hat.”

Hamîd sedema duyemîn a serdanê wiha nirxand: “Erdogan, li gel tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê û cezayên ku ji ber vê tevgerê li ser Rûsya hetina birîn, dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê wek ku çawa petrola Kurdistanê xiste bin serweriya xwe. Dewleta tirk hemû dahatên petrolê destser dike û pareke biçûk dide PDK’ê. Dewleta tirk ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ev dem diyar kir. Dewletên Ewropayê jî li çareseriyeke alternatif a ji bo mijara gaza Rûsyayê digere. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê.”

Niyaz Hamîd anî ziman ku sedema sêyemîn ji bo razîkirina Îsraîlê bû û wiha got: “Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Îsraîlê, gelê Îranê û gelê başûrê Kurdistanê weke ajanên Mossadê li dijî komara Îranê bi kar bînin. Ev peyman encamên wê hene ku bajarê Hewlêrê bibe navenda şerê di navbera Îsraîl û Îranê de. Ev jî dê bandorê li gelên herêmê bike. Me ev yek dît dema ku Îran baregehên veşartî yên Mossadê li Hewlêrê weke ku Îranê digot, topbaran kir.”

Pasdarên Îranê di 13`yê adarê de bi moşekan êrişî Hewlêrê kir û got, wê baregehên veşartî yên Îsraîlê kirin hedef.

Şîrovekarê siyasî di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsên PDK`ê fermanên xwe ji îstixbaratên Tirkiyeyê digirin, şerên li dijî kurd û destkeftiyên wan didomîne û wiha domand: “Ew kes ji kurdbûnê dûr in. Yek ji wan dema hêzên gerîla şerê dewleta tirk dikir û planên wan ên mêtîngeriyê têk dibir, PDK`ê xiyanet li gerîla dikir û kemîn ji wan re datine. Ji ber xiyaneta PDK`ê gelek gerîla şehîd bûn û heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatiye kirin.”

Hamîd diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê erkdar kiriye ku siyaseta dijminatiyê li dijî kurdan û doza wan pêk bîne.

Niyaz Hemîd bal kişand ser êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê û ev tişt anî ziman: “Piştî hilbijartinên Iraqê yên 10`ê cotmeha 2021`an guhertin çêbûn. Di serî de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îranê de hatin qutkirin. Dewleta tirk têkiliyên xwe bi Îsraîl û Îmaratê re baş kir. Hevbendiya Îmarat, Tirkiye û Îsraîlê dixwaze hikumetekê li Iraqê ava bike ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê li beramberî vê jî Îran li pêşiya avakirina vê hikumetê dibe astengî.”

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Serokê Îsraîlê dixwaze navenda Mossad a Îsraîlê ava bike. Em dizanin ku komara Îranê îstixbaratên xwe li derdora Erdogan belav kiriye û tevgera wî ji nêz ve dişopîne. Haya Îranê ji vê planê heye. Ji ber wê jî êrişî nuqteyên veşartî yên Mossada Îsraîlê kir. Bi vê êrişî Îranê xwest peyama xwe bide ku ew derfetê nade avakirina hikumeta ku xizmeta berjewendiyên Îsraîl, Tirkiyê û Îmaratê bike û xizmeta berjewendiyên Îranê jî nake.”



15.03.2022 23:47 ~23:54 | ezcan

34. Rojnameyeke bênavûdeng e. dibêm qey ji sedî nod (%95) xelkê bakur pê nehesiyane. Mirov vê rojnameyê bi çapkirî bi dest naxe. Ne ku çap nabe. Qasî ez zanim, li paş çiyayê qaf, bi hejmareke komîk û kêmik be jî didin çapkirinê. Gavekê min daxwaza abonetî ji wan re şand lê bersiv nehat.

Esil Malpereke wê ya xweşik li înternetê heye (https://xwebun1.org). Ji ber nûçeyên wê yên kurt-nivîs ên ji çend paragrafên biçûk pêk tên, xwendina malperê ne zehmet e. bo çavlêgerandina rojevê mirov dikare bi rojane têkevê. mîna ku ka kurd û dinya vê dawiyê çi rêx belav dikin (tim nûçeyên neyînî). Ji bilî nûçeyan, nivîs û vîdyoyên çandî, dîrokî, yanê xebatên kovargeriyê jî pêk tînin.



06.04.2022 14:24 ~2023.09.02 23:12 | mirovekirind

35. Rojnameyeke kurdî ye, gelek caran zorbetî lê tê kirin ji layê xirabkesan ve. Demekê jî behsa sansur lê kirinê hebû, lê nizam çima wisa nekirin.



22.09.2023 22:44 | xweperest

Hemûyan Bixwîne