20. Rojnameya heftane ya bi kurdî ye. "xwebûn" ji aliyê komek rojnamegeran ve hatiye amade kirin. Li gorî Xwediyê Îmtiyazê Kadrî Esen dibêje armanca rojnameyê bi zimaneke xwerû kurdî "xwe" gihandina tevahiya Kurdan e. |
|
28.03.2020 20:15 ~20:15 |
mansûr
|
21. Rojnameya ku ne ya çapkirî lê ya online ez hertim dişopînim. Naverok û zimanê wê pir xweşê min diçe. Di warê rêzimanê de jî gelek baldar in, dibê qey heman kes hemû nivîsan kontrol dike û li gorî rêziman û rastnivîsa kurmanciyê van nivîsan serast dike. Û herwiha li gorî malperên din objektîftir in. |
|
07.10.2020 22:25 |
xelîl
|
22. rojnameya bi kurmancî ku di malpera pirtukakurdi.comê da nahê firotin. hejmarên kevin yên newepelê jî nafiroşin. ma pir zor e? |
|
06.12.2020 20:13 |
mirovekirind
|
23. rojname Jixwe têra xwe nahê çapkirin û belavkirin. îcar malpera wê jî nahê xwendin. ha hoo! min got serê sibê çend nûçe jê bixwînim, heya min hevpeyvîna bi zimannas reşo zîlan re qedand ("Xwendina pêşîn divê bi kurdî be"), bataryaya kombersa min jî ji sedî bîst an bîst û pênc (%20-25) qedya çû. hişyariyek xuya bû: "This webpage is using significant energy. Closing it may improve the responsiveness of your Mac" |
|
26.12.2020 13:36 ~2021.11.10 13:18 |
mirovekirind
|
24. Rojnameya ku li ser tirşikê nûçeyekê weşandiye: |
|
02.05.2021 13:55 |
xelîl
|
25. Rojnameyeke weşana Kurdî dike. Û gelek caran reklamên xweş dike. Yên nivîsakaran YouTuberan hwd. |
|
02.05.2021 14:28 |
azad517
|
26. Li ser youtube rastê kanala xwebûn hatim , gelek tiştên nû derbarê ziman , dîrok , peyv hwd. de parve dikin. |
|
22.05.2021 19:44 |
brzn
|
27. rojnameya ku di tora civakî de bi taga #XwebûnXweNasîne banga piştgirîyê dikin. yên ku naşopînin bila xwe bigihînin wan. |
|
30.05.2021 00:40 ~00:53 |
hueyn
|
28. Bi kurtasî li ser kanala xwe ya youtube gelek tiştên girîng û bi nirx parve dikin.Yek ji wan jî lîsteya dîroka kurdistanê ye.Her vîdyok 4 5 6 xulek in zêdetirîn.Ya girîng e ew e ku li gor kronolojî yê vîdyo hatine kişandin.Bi kurtasî kurd dikarin dîroka xwe de çi qewimî ye bibînin. |
|
09.12.2021 23:41 |
brzn
|
29. Para kurdan di dewlet û xanedanên wekû Kammanu, Kummuh, lullubi, Subartu, komegene, med, nairi, mitanni, kassit, hurri û guti de çiqas be ya ermen, asûrî û gelên din yên çûyî û mayî ku li dor çemên dîcle û ferat bûn, jî ewqasî ye. |
|
10.12.2021 01:47 ~01:49 |
ezcan
|
30. rojnameya çend roj e malpera wê venabe. qey hatiye girtin. |
|
02.02.2022 09:14 |
mirovekirind
|
31. Rojnameya ku lînka malpera xwe hatiye gûhertin: |
|
02.02.2022 11:14 |
cinorek
|
32. van çaxan bi sedema têkiliyên hikûmeta başûrê kurdistanê ligel tirkiye, galegalên bereday belav dikin ku meriv nikare bêje ev nûçe ne. tê bîra min hêj înternet nebû, çaxa di malên sar yên xwendekaran de bûn, me guh dida teoriyên wisa. ev çi îş e tu xwedê: Here lînkê Di 12’ê adarê de serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Têkildarî mijarê siyasetmedar Niyaz Hamîd bi ANHA’yê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê weke rêbazeke şerê taybet li dijî kurdan bi kar tîne û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî berpirsên PDK`ê berê xwe didin Tirkiyeyê da ku fermanan ji Erdogan wergirin.” Niyaz Hamîd destnîşan kir ku Erdogan berpirsên PDK`ê vexwend serdanê û wiha domand: “Ji 23`yê nîsana borî ve di navbera HPG`ê û dewleta tirk de şer rû dide. Dewleta tirk ruxmî ku hemû cureyên çekên di qada navneteweyî de qedexekirî ne, li dijî hêzên gerîla bi kar tîne, lê bi bin ket. Ji ber ku nikare armancên xwe pêk bîne, hewl dide bi rêya PDK`ê, El-Nusra, çeteyên Roj û komên alîgirên wê armancên xwe pêk bîne ku rasterast wan tev li şerên li hemberî gerîla bikin. Ev lihevkirin di civîna li Munchenê de pêk hat.” Hamîd sedema duyemîn a serdanê wiha nirxand: “Erdogan, li gel tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê û cezayên ku ji ber vê tevgerê li ser Rûsya hetina birîn, dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê wek ku çawa petrola Kurdistanê xiste bin serweriya xwe. Dewleta tirk hemû dahatên petrolê destser dike û pareke biçûk dide PDK’ê. Dewleta tirk ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ev dem diyar kir. Dewletên Ewropayê jî li çareseriyeke alternatif a ji bo mijara gaza Rûsyayê digere. Ji ber vê yekê Erdogan dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê.” Niyaz Hamîd anî ziman ku sedema sêyemîn ji bo razîkirina Îsraîlê bû û wiha got: “Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Îsraîlê, gelê Îranê û gelê başûrê Kurdistanê weke ajanên Mossadê li dijî komara Îranê bi kar bînin. Ev peyman encamên wê hene ku bajarê Hewlêrê bibe navenda şerê di navbera Îsraîl û Îranê de. Ev jî dê bandorê li gelên herêmê bike. Me ev yek dît dema ku Îran baregehên veşartî yên Mossadê li Hewlêrê weke ku Îranê digot, topbaran kir.” Pasdarên Îranê di 13`yê adarê de bi moşekan êrişî Hewlêrê kir û got, wê baregehên veşartî yên Îsraîlê kirin hedef. Şîrovekarê siyasî di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsên PDK`ê fermanên xwe ji îstixbaratên Tirkiyeyê digirin, şerên li dijî kurd û destkeftiyên wan didomîne û wiha domand: “Ew kes ji kurdbûnê dûr in. Yek ji wan dema hêzên gerîla şerê dewleta tirk dikir û planên wan ên mêtîngeriyê têk dibir, PDK`ê xiyanet li gerîla dikir û kemîn ji wan re datine. Ji ber xiyaneta PDK`ê gelek gerîla şehîd bûn û heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatiye kirin.” Hamîd diyar kir ku dewleta tirk PDK`ê erkdar kiriye ku siyaseta dijminatiyê li dijî kurdan û doza wan pêk bîne. Niyaz Hemîd bal kişand ser êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê û ev tişt anî ziman: “Piştî hilbijartinên Iraqê yên 10`ê cotmeha 2021`an guhertin çêbûn. Di serî de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îranê de hatin qutkirin. Dewleta tirk têkiliyên xwe bi Îsraîl û Îmaratê re baş kir. Hevbendiya Îmarat, Tirkiye û Îsraîlê dixwaze hikumetekê li Iraqê ava bike ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê li beramberî vê jî Îran li pêşiya avakirina vê hikumetê dibe astengî.” Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Serokê Îsraîlê dixwaze navenda Mossad a Îsraîlê ava bike. Em dizanin ku komara Îranê îstixbaratên xwe li derdora Erdogan belav kiriye û tevgera wî ji nêz ve dişopîne. Haya Îranê ji vê planê heye. Ji ber wê jî êrişî nuqteyên veşartî yên Mossada Îsraîlê kir. Bi vê êrişî Îranê xwest peyama xwe bide ku ew derfetê nade avakirina hikumeta ku xizmeta berjewendiyên Îsraîl, Tirkiyê û Îmaratê bike û xizmeta berjewendiyên Îranê jî nake.” |
|
15.03.2022 23:47 ~23:54 |
ezcan
|
33. Rojnameyeke bênavûdeng e. dibêm qey ji sedî nod (%95) xelkê bakur pê nehesiyane. Mirov vê rojnameyê bi çapkirî bi dest naxe. Ne ku çap nabe. Qasî ez zanim, li paş çiyayê qaf, bi hejmareke komîk û kêmik be jî didin çapkirinê. Gavekê min daxwaza abonetî ji wan re şand lê bersiv nehat. |
|
06.04.2022 14:24 ~2023.09.02 23:12 |
mirovekirind
|
34. Rojnameyeke kurdî ye, gelek caran zorbetî lê tê kirin ji layê xirabkesan ve. Demekê jî behsa sansur lê kirinê hebû, lê nizam çima wisa nekirin. |
|
22.09.2023 22:44 |
xweperest
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |