Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de - tirşik
peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û îngîlîzî de
(11) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û zimanê îngîlîzî jî di nav zimanên cermen de tê dîtin û qebûlkirin.. ev herdu malbat û binemala zimanan jî di nav zimanên hînd-ewropî de tê qebûlkirin ji aliyê otorîteyên zimannasiyê ve.. çendî bi toz û tirabêlka zemên re hinekî dûrayî û dirêjayî ketibe di navbera van herdu zimanan de jî lê hê jî di herdu zimanan de peyvên hevpar yên ku dema cara pêşîn mirov guhlê dibe fêm dike ku bi hev re lêzim in û têkiliyeke organîk di navbera wan de heye hene..

camêrekî lîsteyeka peyvên hevpar yên di navbera van her du zimanên merivên hev de amade kiriye û di koma zimanê kurdî de parve kiriye.. ez ê lîstê di vir de jî parve bikim û belav bikim herkes bi qasê zanîn û karîna xwe dikare peyvan jê bikuje an lê zêde bike..



no -- no,na,nê -- hayır

star-- stêr,astar-- yıldız

mine(mayn)-- min e --benim

four(for) -- çor,çar,çer-- dört

eight(eyt)-- heyşt-- sekiz

man(men) -- mer,meri,meriv,mirov-- adam

two(tu) -- du,do-- iki

nine(nayn)-- neh,new-- dokuz

new(nyu)-- nû,nuva,nuh,newe --yeni

shoe(şu) -- sol --ayakkabı

slob(slop) -- silop(pislik,bok) --çamur

head(hed)-- heş,hej --akıl

egg(eg)-- hêk --yumurta

brother(bradı) -- bira,birader,bro --erkek kardeş

be(bi) -- bû,bî --olmak

maid(meyd)-- me--(bayan,dişi) bayan hizmetçi

barricade(berikeyt) --berîket--(berî-ket-in=engelleme) barikat,engel

I(ay)-- ez,az,a,e,ay,ey-- ben

me(mi) -- mi,min-- beni

community(kominite)-- kom,komel --topluluk

you(yu) -- tu-- sen

we(wi) -- wê(siz),wê(o)-- biz

beech(biç)-- bî(söğüt) --kayın ağacı

being(bing)-- bîn,bûyîn --varoluş,oluş

bade(bid)-- bê-- söylemek

black(blek)-- belek--(alaca) siyah

door -- dari,deri,dar--(ağaç,odun) kapı

blow(blou)-- bo,ba --esmek,rüzgar

book(buk)-- birtuk,pirtuk-- kitap

bring -- birin(götürmek) --getirmek

call(kol)-- kol,kal--(melemek) bağırmak

cry(kri) -- qirî,girî --bağırmak,ağlamak,çığlık

chew(çu) -- cu,cut --çiğnemek

chick(çik)-- çik,çuk,çêlîk-- kuş,yavru kuş

chin(çin) -- çen,çeng --çene

peeble(pebl)-- pêl --çakıl taşı

pedl -- pet(pençe),pe(ayak) ---ayaklık

pen-- penus(kalem) --tükenmez kalem

horse(hos) -- hasp,hesp --at

hop-- hilp,hop --sıçramak

ten-- deh,dew-- on

berry(beri) -- ber,beru(iğde,palamut) --yumuşak meyve

home(hom)-- hol,holik(küçük ev ,kulübe)-- ev

sport(spot),boast(boust) --fort --övünmek

better(betır)-- bêtir(daha çok) çêtir(daha iyi),baştir(daha,iyi) --daha iyi

nude(nut)-- rut --çıplak

now(nau) -- nuha,aniha,nuka,nu-- şimdi

thin(tin)-- ten,tenik --ince

leg -- ling --ayak

right(rayt)-- rast --sağ

right(rayt)-- rast --gerçek

mortal(mortl) -- mirî,merde-- ölümlü

mother(madır)-- mader-- anne

mam,ma ma,mae,--(mak,ma,me,mo) anne

nail(neyl) -- neynûk,neynû-- tırnak

navel(nayvl)-- nav,navik --göbek,merkez

near(niı)-- niz,nizik --yakın

negro(nigrou) -- negir,negewr(büyük olmayan,beyaz olmayan)-- zenci

neither(naydı)-- nedu,neduya,neherdu --ikisi de değil

name(neym)-- nav,name, --isim

nickname(nikneym)-- navûniçik,niçikûnav,niçik --lakap

nose(noz) -- poz --burun

part-- par --pay

time(teym)-- dem,tim--(her zaman) zaman

piss(pis)-- mîz,mîs --sidik

rout(rut)-- rê,rû-- yol

railway(reylway)-- rêyêhesin-- demiryolu

see(si)-- dî,bî,wî --görmek

beir-- bir,birin --götürmek

fire(fayr)-- ar,agir,atr-- ateş

earth(ört) -- erd --yer

term-- germ --sıcak

court(kort) -- kort --(alan) tenis alanı

remain-- man,mayîn --kalmak

send -- şand --göndermek

want-- xwest,west --istemek

shame(şeym) -- şerm --utanma

gazalle(gazıl)-- xezal --ceylan

jew(ceu) -- cuhî --yahudi

leb -- lêv-- dudak

brow(bruw)-- birî --kaş

fly(flay), -- firî --uçmak

juvinile(cuvanıl) --ciwan --genç

cut(qeat)-- qet --kesme

salt(solt) -- şor, sole --tuz

ache(eç)-- êş --ağrı

short(şort)-- kurt-- kısa

here(her) -- hir, hira, hera,-- burda

dress(dres)-- kiras-- giysi

eagle(igl) -- eylo --kartal

rain(reyn)-- barîn,baran --yağmak,yağmur



14.07.2013 05:24 | endazer

2. a niha di metnekî îngîlîzî de liqayî peyva coneê ya îngîlîzî ya ku di sê wateyan de tê bi kar anîn ahtim.. wateya pêşÎn şekl û şêweyê geometrîk ku jê re konî jî tê gotin ya duyem kum û kuleh û kuvik û kolos û ya sêyem jî kov, kûvik e.. axirê ev peyv hem ji aliyê fonolojiya xwe ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê ku salix dide an teswîr dike ve bi ser kum û kovik û kona kurdî ve diçe.. û bawer im ku ji heman reh û rayekî ve birêkeftine û paşê ji hev û din veqetiyan e..



14.07.2013 06:23 | endazer

3. dîsa peyva cubeê ya îngîlîzî ya ku ji bo şekl û şêweyên geometrîk yên çargoşe tê gotin ku bi tirkî jî jê re dibêjin küp.. di devoka mêrdîn-şemrex ya zaravayê kurmancî de ji tiştên çargoşe wekê libên şekir re kabik tê gotin.. wek peyva coneê peyva cubeê jî hem ji aliyê dengnasiyê ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê xwe yê dîtbarî ve gelekî bi ser peyva kabikê ya kurdî diçe.. û muhtemelen ev herdu peyv jî berê ji kokekî birêkeftine..



14.07.2013 06:29 | endazer

4. drop-dilop



20.08.2013 17:38 | terkexem

5. rast - right

(her du zimanan de jî ev peyv him tê wateya "tişta ne derew" him jî tê wateya "aliyê rastê")



20.08.2013 19:22 | simurg56

6. henna(en);hınne(ku);kına(tr).

ew pey hema hema di hemÛ zimanan de yek. ez nizanim origina wÊ li kijan diyarÎ hatiye.



04.10.2013 08:49 | cinorek


8. peyva herî navdar nehatiye nivîsandin, bila para min be

brother - bira

farisî de jî bîrader e.



24.02.2014 23:21 | kevçiyê dil

9. bi îngîlîzî: gazelle

bi kurdî: xezal



22.07.2014 00:23 | simurg56

10. bi ingilîzî: swim

bi kurdî: sowayî an jî sobayî



22.07.2014 04:10 | xendekî

11. jamie carragher (futbolvanê liverpool ê berê)
xwendin: kerîgir. kerî gir.
bapîrên jamie ji gelî goyan mişextîy liverpool bûne.



20.02.2020 14:27 | hespêsor

12. peyvên ku gelek ji wan rasthatî ye. belê pêwendiyeke di navbera van her dû zimanan da heye lê gelek peyv jî bi tesadufî li hev hatiye.



09.12.2020 12:42 ~2021.08.22 15:02 | hueyn

13. gelek in, û hayê me ji gelekî ji wan jî tune ye. du sedemên evê hene. ya yekem hin bêjeyên hevreh zêde naşibin hev. mesela dema mere li rasta kurdî û righta îngilîzî dinêre yekser xuya ye ku ev hevreh in. lê dema mere dema kurdî û timea îngilîzî binêre dibe ku em texmîn nekin ku ev hevreh in ji ber ku zêde naşibin hev, lê hevreh in. ya duyem hin bêje hevreh in lê wateya wan guheriye. bo nimûne: veşartina kurdî û helmeta îngilîzî hevreh in, lê kî dişê hew li wan binêre û bibêje ev hevreh in, hem wate guheriye hem jî naşibin hev, lê hevreh in. loma min got hayê me ji gelekan tune ye.

hey min destê xwe pê kiriye dixwazim qala tiştekî din jî bikim. di kurdî de sê wateyên rastê hene û bi heman awayî di îngilîzî de jî sê wateyên rightê hene. ji bo baştir bê têgihiştin ez ê tirkiya wan bibêjim, bibexşînin.
rast: sağ, doğru, haklı
bi heman awayî righta îngilîzî jî van sê wateyan dihewîne.

tiştekî din: piraniya hejmaran hevreh in. û ne hew bi îngilîzî re, di hemû zimanên hîndû-ewropî de hevreh in. herwiha piraniya cînavkan jî bi heman awayî hevreh in.



12.12.2020 10:02 ~10:05 | keyomerd

14. di ferhengên kurdî de nîn e lê ji rod'a îngîlîzî re em jî dibên rot. yanî gopala dirêj.



15.08.2021 00:36 | hueyn

15. Bilêvkirinên Hinek gotin dişîbin hev
Ewe………….mîh, mî
Knee…………jûnî
Worm………..kurm
Walley……….newal
Berry…………dirî
Tight…………pihêt,
Cave…………kaft, şkeft
Tear…………..dirand, dirî
Kid……………qidik, kidik
Fire…………….Ar, agir
Dark……………tarî
Ballock…………hêlik
Shit……………… rît
Squirrel…………..simorik, sîhorik



26.06.2022 07:32 ~07:36 | çomo

16. Hair…...…..........por
Grass…….........giha
Cradle…...........landik
Gale….............gilêla
Pocket…...........turik
Far…................dûr
Noon..........…..nîvro
Grab….............girtin
Hole…...............kort



11.12.2022 02:20 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî yên ku di tirkiyê de tune ne
» hevpar û bêdor
» yên ji kul û derdan mirine
» navbera min û xwudê ma bostek
» zimanên samî
» kurdîaxefî
» îngîlîzî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî