Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
rewa - tirşik
rewa
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di termînolojiya mekteb û medreseyan de ji bo baş elimÎn û di bîra xwe de girtina ders û dewran tê gotin..wek;

- ka dersa xwe ya şevê dî bixwîne, ka te rewa kiriye..



hazir min mijar vekir ez meseleyeka xwe bêjim, rojekî ez hê kiçik, cizûka emmayê dixwînim, seydayê min jî ji xwe re me re bû, kî betal bûya wî ders digot min ya rasttir min dixwend wan jî kontrol dikir, axirê rojekî ez çûm cem camêrekî ku hevalê mektebê yê birayê min bû, min go tu karî dersa min bêjî min, go temam, ez jÎ ketim di ber de min xwend hey xwend, teqrÎben 6-7 rûpel min xwend.. hingî feqeyên cizûka emmayê tenê çend rêzik ji rûpelekî ders dixwendin, yanî 6-7 rûpel derseke zêde bû.. lê j ber ku ji xwe min ji ber xwe de dixwend, seyda jî dengê xwe nekir, ne ku bes e.. neyse bû roja dî, ji ber ku biçûkê feqeyan ez bûm, ileh ez diçûm min hucre -cihê ku feqe lê diman û lê radizan yanî wargeha feqeyan) dimalişt.. min hucre malişt, min da xwe ke ez bêm mizgeftê dersa xwe bixwînim seydayê mezin, bakir min, go endazer ka were, vir, ez çûm cem, go cizûka xwe veke û dersa xwe ya şevê dî te xwendî bixwîne, min vekir û destpê kir, axirê ez dixwînim û hey dixwînim mîratê xilas nabe, seyda go kî dersa te gotiye te, min jî go filankesî, go here bakiyê bila bê vir, ez çûm min jê re go tabî di rê de min mesele jî jê re go, feqîro bizdaha, mehdê wî zer bû.. em hatin cem seyda axirê, seydayê mezin ji seydayê dî re go ez ê niha lê guhdarî bikim, heke herfekî tenê xelet bike, ez ê te bihingêvim.. axirê ez ketim nav de û bêyî ku li herfekî biterpilim min dersa xwe bi temamî xwend û xilas kir.. û min seyda ji lêdanê xilas kir.. tabî seydayê mezin li ber xwe ket û fihêt kir qene bêje aferî jî..



05.06.2014 23:58 | endazer

2. xunav, şiliya ku di hênikayiya şevê de dikeve ser pelg an jî çiloyê riwekan.hinek şilî ye.
Wekî: Sermayê sere sibê û rewaya xwisiyê min şiyar kir.



05.07.2023 21:57 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewanbêjî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî