Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xana zêlûyan - tirşik
xana zêlûyan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li amedê navê cafeyeke dêrin û dÎrokî ye.. ne ku cafe, avahiya cafeyê dîrokî ye.. bi tirkî jê re dibêjin sülüklü han.. ez ne xelet bim bi awayeke kollektîv tê kargêrandin û birêvebirin.. bi piranî miştêriyên vir ji bo şerabê vexwin tên, lê hê min evdekê xwudê nedîtiye ku qîma xwe bi şeraba vê xanê anîbe, ji ber ku min venexwariye nikarim tiştekî bêjim.. buhayên vê xan xanimê û xanimê xanal xanimê xanimê li gorî cafe-xanên din ên li amedê biçekî dî buhatir in (an bi qewlê cizîriyan girantir in).. li nava hewşa xanê darek heye û xelk li bin siha vê darê disitirin û piştê li peyvê dişikînin, berê li quncikeka xanê, piyanok hebû û zilamekî carûbaran ji xwe re û ji miştêriyan re l piyanoyê dida.. ji mêj de ye pêjn jê nayê lê berê hema bêje serê her du sê hefteyan li vê xanê çalakiyên kulturî û mûzîkî yên wekê şeva xwendina helbestan, konsêrta nizanim kê dihatin li dar xistin, par meha remezanê, fÎlmên xweş lê dihatin nîşandan..



06.06.2014 12:17 | endazer

2. (bnr: mêvaniya li bajarê amedê)



06.06.2014 15:30 | endazer

3. Di sernava sülüklü hanê de rastî xana zêlûyan hatim. Bi rasterast ji suluklu hanê zivirindiye yan bi navê xwe yê orjînal e? Piçekî li ser googleyê geriyam dibêm dîroka navê xana zêlûyan tune ye. Ji ber ku kesek ev nav di nivîsa xwe da bikarneaniye. Xemgîn bûm.



03.08.2020 10:05 ~10:06 | kajav

4. Demek di nav vê xanê de bîrekî hebû ye. Têde ji nexweşan re bo şîfayê zêlû dihat xistin. Bi vê kiryarê navê xanê bûye xana zêlûyan.

Xanekî dîrokî ye. Cihê xweştirên Amedê ye. Li hember çarşiya şewitî Di kolana hesinkaran de ye. Kengî biçim Amedê bi hevalêkî an bî mêvanêkî diçim Xana zêlûyan. Atmosferekî bêhempa pê heye. Dema ku menuya wan a bi Kurdî dibînim piçekî xwe Azad dihîsim.

Ji ber ku nikarim qehweya tirkan vexwim tim qehweya kizwanan tercîh dikim. Di xana zêlûyan ev daxwaza min bi tam û lezeta xwe bo min bîrhatiyek bû.

Hewşa xanê de dara tû heye ku Li gor gotinan sedan salî heye. Yên ku dixwazin Di bin vê darê bîranînek pêk bînin bi pêşniyara min benda demsala payîzê bin. Here lînkê



03.08.2020 10:47 ~10:53 | kajav

5. çima meya vê cafeyê ewqasî navdar bûye baş nizanim, hêşê min nagire însan pir ecêb in. lê texmîn dikim mesele çi ye. meyeke erzan e, ti taybetiyeke wê tune ye, çend sal berê ez û hevalekî min em çûn, hevalê min pirr rika şerabê girt. min jî got temam û me xwest. li gel şerabê penêra ezîneyê jî anîn. min qurtek jê girt devê xwe û bi darê zorê min vexwar. min şûşeya xwe jî da hevalê xwe. lê penêr ecêb xweş bû ha. gotin em bi sîparîşê ji ezîneyê niza ji kîja gundî tînin.
ji vir deh pazdeh sal berê ji xeynî çend cihan eraq, mey wesayre nedihat firotin, jixwe li cafeyan hîç tinebû. ez bawer im mey li cafeyekê cara ewil li vê xanê hate firotan. ez texmîn dikim ji ber wê yekê navdar bûye
bi kurtasî her kes bi heyirîn ji hevûdû re gotine li filan cafeyê şerap tê firotan*
bi qewl û gotina mezinên me; (bnr: pisîk ne li mal e mişk evdirehman e)



07.12.2021 13:36 ~13:41 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xana zîro

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî