Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdên bi kurdî naaxifin - tirşik
kurdên bi kurdî naaxifin
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. wisa zêdene ku, ger em wana ji kurdîtîyê derxin êdî kurd namîne...



09.06.2014 09:31 | nazim tolhildan

2. pirsgirêka kurdistanê ya herî giring.



09.06.2014 13:34 | ciwanpiroz

3. dibe ku bi kurdÎ nizanibin.. bi vî hawi pirsgrêkek girîntir e..



09.06.2014 18:48 | rûbar payîz

4. serok û rêvebirên partiyên kurdan.

piraniya stranbêjên bi kurdî dibêjin.

nikarin biaxifin lê dizanin binivîsin û lewma dibin nivîskar.

ev jî trajediya me kurdAN e.



09.06.2014 23:35 | jaro

5. divê em teşwîq bikin, hander bibin.



29.11.2015 04:31 | brûsk

6. %90ê kurdan e.

hema bêje jiyana me hemûyan bi tirkî dimeşe. tenê hinek ji me kurdan li gundan an jî li bajarokê weke gever, nisêbîn, farqîn, dihê, cizîr, qoser, dêrik û hwd mane, ew bi kurdî dijîn.



29.11.2015 15:19 | brusk56

7. ên ku rîskeke mezin a windakirina kurdbuna xwe dihewînin.

(bnr: bavê min bi eslê xwe kurd e)

(bnr: diya min bi eslê xwe kurd e)



29.11.2015 15:41 | azadixwaz

8. erê, gelek kes he ye di nav kurdan de ku, kurdî naaxifin û najîn. ez jî di nav wan de me. bi rastî ez heya bist salî bûm, kurdî nizanibûm. ez ji şun de kurdî hîn bûm. lê belê hîna jî kemasiyên min he ye.



ez dixwazim ji we re qala tiştekî bikim hey tirşikvanno: bi rastî, sebeba bîrkirina kurdî tenê asîmîlasyon nîn e. entegrasyon jî li ser bîrkirina kurdî bi bandor e. lewma li ser vî pirsgirek dewlet tenê sucdar nîn e. em kurdan jî sucdar nîn in. ji ber ku, entegrasyoneke werê suc nin e. bi rastî entegrasyon, wek sosyolojîk bûyerekî normal e.

gotina min ew e ku; sucê dewlet li ser asimilasyona de he ye. lê belê li ser entegrasyona bandora dewlet hindik e.



edît: hay loo, gotina min jî mîna ev gotina süleyman demirel bûye: "ege bir türk gölü deeldir, ege bir yunan gölü de deeldir. binaenaleyh, ege bir göl deeldir." asfhdfds*



30.11.2015 01:57 ~2016.07.19 04:20 | xwedaparêz

9. Wek çélikén bé diya xweyén qurpın



30.11.2015 22:39 | iştar87

10. yanî; ''Kurd''ên şîrheram .



01.12.2015 16:14 | medê

11. kurdên ku bi ber bayê tirkî ketine.. dev ji neaxavtina wanî kurdî berdin ger hê jî kurd mavin wan bidin ser serê xwe..



02.12.2015 01:19 | shorbevan

12. Kurdên ji kurdên kurdî nizanin bêhtir in.



Projeya joshua (bnr: joshua project) de digot dora 14 milyon kurd li bakur hene û zêdetirî 5 milyonan qet bi kurdî nizanin.



06.12.2015 01:29 | berxweda

13. wanê ku kurdî nizanin na; lê wanê kû kurdî dizanin hema lê bo tirkîtî axaftinê can didin heyaa ahan îmana min wana diçe!



08.09.2016 23:35 | bûtîmar

14. Mirov pêwîste kurdî xeber bide lê belê di bin asîmîle kirina dewletê medya an jî televîzyon bandoreke zêde heye li ser xelkê ji ber wê jî peyvan ji bîr dikin pêşî piştre xeber nadin. Wazîfeya mezin ser malîyan e. Divê kurdî xeber bidin zarokên xwe re û divê nehêlin zarokên wan jî bi wan re bi zimanekî xerîb xeber bidin..



12.11.2016 19:28 | pepûle

15. çewa mirov zimanekî wîsa dewlemend pê neaxive nizanim.
lê bandora asîmîlasyonê li ser gel pirr heye divê ku pêşî ev bandor li ser gel bê rakirin û ev jî tenê bi perwerdeyê dibe...



12.11.2016 20:00 | mêrpirçimokê kurd

16. (bnr: amed) (bnr: elîh) an jî dîyarbakir , batman.



13.11.2016 03:24 ~03:25 | mijdar

17. Ev çend salên "mişkek" ketîye devê agirî , mûşîyan de...

Her tiştî miş , mûş ,mîş kir....

Dibe min jî demek bikar anîbe lê bela nezanbûnê bû. wek 12 13 sal ewil...

Lê yên ku hê ji xewê ranebûne bikartînin û devê wan tijîye mişk: ))



30.03.2019 20:17 | brzn

18. Ez im.

Ne jiber nikarim biaxivim lê di derûdora min de kesekî/ê ku pê re kurdî biaxivim tune ye. Li kar hemû hevalên min tirk in, derve jî heval û malbatên min kurdî naaxivin lewma ez jî êdî naçim li ba wan. Mame tenê serê xwe, bûme xwelîser.:( Êdî di nav mal de bi xwe, bi xwe re xeber didim, dîwan dikim, carinan jî ez û "xwe" em dilê hevdû dihêlin.*

Lê van roja tezî hene û di nav kalpîrên ji welêt hatine de me. Heta êvarê bi wan re kurdî diaxivim. Gelek kêfxweş im.*



01.03.2020 13:52 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên porsor
» kurdîkirina navê kesên navdar

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî