Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pirêze - tirşik
pirêze
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gava ku zevî tên cinîn erdê ku bi pûş be



12.06.2014 21:54 | cîncoqo

2. cihê dirûna(çinîn) genim, ceh hwd re dibêjin û piştî palehîya( li ba me çinîna) zadan ku piranî di zevîyên avî de derên çêra derdikevin holê, şivan hewl didin ku mîh, berx, karik, bizin..hwd an ber pirêzeyên bidin ku sewal têr bixwin..



10.01.2015 22:41 | havka

3. li cem me dewsa "bahane" a bi tirkî tê bikaranîn. di kurdî de cîhê wê bi vî avayî heye yan tuneye nizanim, lê bi rastî dewsa "bahane" pir tê bikaranîn.

mînak: "tu neheqî, ji xwe re prêzeyan çê neke".



10.01.2015 23:07 | nazim tolhildan

4. tê bîra min ku di dema zarotiyê de diçûm gund, xalên min behsa pirêzeyê dikirin, min şerm dikir û nedipirsiyam, di dilê xwe de min digot yaw erd çima pirêze be? ma erd çawa derewan dike gelo? paşê hîn bûm ku ji bo erdên ku nehatine çandin pirêze tê gotin.. oxxx dilê min rehet bû*



10.01.2015 23:16 | ferhenga şikestî

5. (bnr: pirêze paqij bûn)



10.01.2015 23:46 | fethî ronî

6. berikê/rêza mirov ê/a dirûnê. eger pirêzeya kê paqij be wê hingê ew jêhatî ye. wekî din wateyeke wê ya din jî heye: sicil. Eger hûn mirov derbarê paşeroja kesekî/ê de nirxandinê bike, dibêje: "pirêzeya wî/ê paqij e." an jî "pirêzeya wê ne paqij e." Qet nebe em dikarin li şûna peyva "sicil"ê peyva "pirêze"yê adapte bikin.



20.04.2015 06:25 ~06:26 | zero

7. gava genim û ce palayî dibe/tê çinandin erda bê simbilre dibêjin, firêze jî tê gotin



20.04.2015 09:08 ~2016.09.29 15:28 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirêze paqij bûn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî