Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
destpêşxerî - tirşik
destpêşxerî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji wan peyvên popûler e ku vê dawiyê di çapemeniya başûrê kurdistanê de pir tê bikaranîn.. bi qewlê wîkîpediyayê du wateyên wê hene ya yekê; înîsîyatîv, gav an kiryara pêşiyê û ya didoyê jî; amadebûn yan jî hebûna şiyanê bo destpêkirina karekî an kiryarekî ye.. bi îngîlîzî initiative, attempt u bi tirkî jî; insiyatif û girişime..

çend nimûne ji bo bikaranînê vê peyvê li gorî hevoksaziya kurdî;

Hevpeymaniya niştimanî ragihand ku serkirdeyên siyasî yên Kurdistanî wek destpêk destpêşxeriya me erê kirin. Serokê koma Partiya Fezîletê a ser bi fraksyona hevpeymaniya niştimanî li parlemana Êraqê Emar Te`mê ji Xendanê re ragihand: "Serdana me bo herêma Kurdistanê û hevdîtin li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û li gel hêzên siysî yên Kurdistanî ên din girêdayî babeta destpêşxeriya aştiya civakî bûye." Te`mê got: "Di hevdîtinan de qonaxên birêveçûna destpêşxeriya ta gihêştina armanca dawî û li hevkirina li ser mîsaqa şerefê hate gotûbêj kirinê." Serokê koma partiya Fezîletê li parlemana Êraqê got: "Wek destpêk hêzên siyasî yên Kurd piştevaniya destpêşxeriyê kirin û hemû hemfikirbûn ku gaveke berve riya raste, jiber ku diyalog û hevdîtinên rasterast hewayên siyasî ya seqamgîr diafirîne." Emar Te`mê da zanîn ku, ew destpêşxerî ji aliyê cîgirê serokomarê Êraqê Xuzêr Xuzaî ve hatibû pêşkêş kirin û hevpeymaniya niştimanî jî ew pesen kir.



siba dusiba eger platforma înîsiyatîfa azadî bixwaze navê xwe biguherîne, ji ber ku zimanê gelek kurdan hê jî li peyva înîsiyatîfê nagere û di warê bilêvkirinê de jî gelek alozî û astengî hene, dikarin bikin destpêşxeriya azadî.. *



14.06.2014 06:55 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» destpêşxerî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî