Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
piştî tirşikê - tirşik
piştî tirşikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. destpêka medeniyet û modernîteyê ye.. heta tirşik tunebû, em hemû mirovên hov û dinyanedÎtî bÛn, lê piştî ku tirşik derket û em ji bo dergaha xwe qebûl kirin, me werara xwe temam kir û em gihiştin kemalê.. *



14.06.2014 20:37 | endazer

2. bi rastî jî (hevoka 'bi rastî jî' bi xwedê bi rastî jî xweşa min naçe lê hevokeke din nayê bîra min) gelek ji gelektirîn kêrhatî bû ji bo min. piştî tirşikê êdî rehetir û hêsantir dikarim hevokeke girîft saz bikim her çendîn dîsa jî ne li gorî dilê min be hewl didim ku li ser tirşikê û bi tirşikê hêla îfadekirinê ya kurdiya xwe baştir û tequztir bikim. min navê ku bikevim klîşeyan, beriya tirşikê min bi pirranî kovar û pirtûk û rojnameyên kurdî dixwend û li ser feysbûkê bûyerên rojane yên bi kurdî dişopand, û bi vê sekn û tevgerê min kurdiya xwe pêşve dibir lê niha amûra min a sereke û bingehîn tirşik e. ji bela ku kombersa min tune bi dil û daxwaza xwe nikarim sûd jê werbigirim li ser telefonê dikevim, li ser telefonê xwendin hêsan e lê nivîsandin gelek zehmet e. dema peyemeke dirêj dinivîsim dikarim bêjim ku nêzikî nîv saet dema min dihere du saet bi çikçika telefonê, peyamên dirêj li serê xwe dikim emel pirri caran di nîvê de dihêlim ji qehra. jixwe çavên min xirakirî ne ez lens bi kar tînim ji bo cihên dûr bibînim. bi lensê dûr dibînim de vêca dîtina cihên nêzîk dibin êşkence çavê mariv zû dibetilin hetta saeteke şûnde her cih şolî dibe( min vêya çima qal kir nizanim ez dibêm qey min xwest peyamê dirêj bikim û serê we gêj bikim)

piştî tirşikê asoya min bêtir berfireh bû (dibêjim bêtir lewra jixwe berêde fireh bû) êdî ji aliyê qerfî ve bêtir dikarim xweş û bêrawest û dirêj binivîsim û gelek tiştên din û din...

dema ku ez kombersek bikirim ez ê yeko yeko bikevim profîla nivîskarên tirşikê û peyamên wan xitim bikim(ez dizanim peyamên endazer û simurg56 dê bibin belayê serê min, ma yek ji wan ji pênç hezar zêtir yek jê jî nêzîkê pênç hezar nivîsiye lê tişt pê nayê dema kombersek bikirim ez ê wan derbas bikim bila rahêjin mertal û şûrên xwe û amade bin)

piştî tirşikê qûna min jî rabû ez jî xwe wek nivîskar dihesibînim) tê dî edet e, hama kî hînî rêziman û çend peyvên kurdî dibe radibe li serê me dibe nivîskar, ma çiyê min ji wan kêm e)

piştî tirşikê min gelek mirovên baş nas kir pirr kefxweş im (min ji bela ecemîtî û nezaniya xwe navê xwe yê rastîn bi kar anî hama bêje her roj daxwaza hevaltiyê tê. niha feysbûka min bi mirovên biyanî tijî ye)

piştî tirşikê êdî kurdî û kurdistan bêtir li ber dilê min şêrîn in (çima nizanim belkî jî cara yekem di civateke xwerû bi kurdî de me lewma)

neyse dîsa çavên min êşiyan divê bi qasî saetekê rawestim bêhna xwe bidim (piştî tirşikê bêtir çavên min diêşin)



14.06.2014 23:09 | ferhenga şikestî

3. (bnr: sloganên ji bo danasîna tirşikê di twîtterê)



"berî tirşikê: zpas hewwal?

piştî tirşikê: xwerexnekirina camêrê mijara gotinê ku ew bixwe jî pêvajiya pêkanîna kesatiya xwe de... "



"- berî tirşikê ''anliyem ama konişamiyem''

- piştî tirşikê ''okiyam ama yazamiyem''"



15.06.2014 08:42 | simurg56

4. şixÛlandina dersan zehmettir bû *

twitter ji bo min bêwate bû. êdî mehê 2-3 tweetan diavêjim.

kurdiya min a nivîskî weke hemû nivîskaran bi pêş ket.



15.06.2014 20:15 | brusk56

5. direng diçim mal.



gava kar xilas dibît bo bêhnekê ez dikevimê. bes hindî wext zû derbas dibît ez seatê ji bir dikem lewma ez bo mal direng dimînim.



15.06.2014 22:22 | ciwanpiroz

6. erê, wekî te, wekî her kesî, piştî tirşikê jiyana min jî guherî..

tabê ne bi tenê erênî, nêyînî jî têde..

berê asosyal bûm, niha bêtir asosyal im, ji dengê mirovan, ji pêjnê ajalan jî diecizim, nema dixwazim rûyekî yan dengekî bibihîzim bi tenê tirşik heye û hew

berê min gelek kitêb dixwendin lê niha ji bela tirşikê nikarim bixwînim, ku tiştek jî nenivîsim, têm xwe di van deran diewiqînim, hama çareyekê digerim bo ku jiyana xwe ya vala tijê bikim..

erê ferhengêê te jiyana min serobino nekir lê serobinobûna jiyana min kûrtir kir, pehînekê jî te li min da..

bijî asosyalî bimre qelabalixên bêwate!



30.03.2015 22:35 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» piştî kemalê re zewal e
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî