Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 81 peyam
teq û req - tirşik
teq û req
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. komeke mûzîkê ye ku solîstê wan yusuf weke miroveke welatparêz nas dikim. cûreya mûzîka wan bi giştî em dikarin bêjin ku nujen e. albûma wan ya yekemîn keft û left e.

3 stranên wan ên ku ez herî zêde jê hez dikim jî ev in: çûko, çar zarok, pela dawî ya salnameyê



30.05.2013 13:24 | simurg56

2. ez ne şaş bim endamên komê cizîrî ne.. ji mêj de ye ji bo min cihê pirs û mereqê bû ku bajarê ku ji her alî ve mohra xwe li dîrok û qedera kurdistanê dayiye çima di warê mûzîk û wêjeya modern ya kurdî de ev çend bêber û bêdeng e.. li bakurê kurdistanê kêm bajar hene ku wekê cizîrê tevî hemû zext û zorî û pêkutiyên sîstematîk yên komara koremar li ber xwe dabe û ji ya xwe nehatibe xwar û hema bêje li hemû qadên jiyanê zimanê xwe, edetên xwe û terz û ûslûba jiyîna xwe ya mêjîn parasibe lê digel vê rastiya berbiçav eger em li gorî potansiyela vî bajarî biaxivin li gorî gelek bajarên hevta û hevçaxên xwe gelekî bi paş ketibe an li paş mayîbe..

koma teq û reqê tevî diljen ronî di warê mûzîka nûjen ya kurdî de cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo her cizîrî û kurdistaniyekî..



03.06.2013 06:20 | endazer

3. dengên xwezayî



06.06.2013 00:30 | serhed7

4. -Çawa derbas dibe?

- teq û req e



06.06.2013 01:38 | parezer

5. komeke baş e. çûko pirr baş e.



06.06.2013 11:17 | filitto lawo

6. bêjeya ku ji bo min mînaka karanîna wê ya herî baş li vê lîstoka me ya zaroktiyê de ye: (bnr: nîskê nokê)

nîskê, nokê, mala ebedokê

gîskê emer bidoşe

teq reqa sabûnê

binê dara zeytûnê

silav eyş û xatûnê



dema niha li gotinên van rêzikan dinêrim nikarim xwe bigirim ku bêjim

tir kû das kû

gidî zaroktî...



07.06.2013 10:11 | simurg56

7. biwêjek di wateya "ne xerab û ne baş" de ye



07.06.2013 18:27 | brusk56

8. koma yekemi ya Blues'a Kurdi ye ..



15.09.2013 01:23 | botan

9. koma ku albûma xwe de, gotinên stranan %100 li gorî qeydeya kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î' yê nivîsandine.

çima?

ji ber ku yunus'ê ku solîstê komê ye, qursa kurdî de hevalê min ê polê bû û paşê hinekî mamostetiya kurdî jî kir.



03.12.2013 20:22 | simurg56

10. solîstê komê ewqas bi bizê tu dibêjî qey hemû çiyayê welat wî afirandiyê



03.12.2013 23:00 | newenda

11. bersiva min a edetî ya ji bo pirsa tu çawa yî ye..

- tu çawa yî?

- teq û req..



03.12.2013 23:49 | endazer

12. koma ku xwe nÛ avêtin nav deryaya mÛzîka nÛjen e. solÎstê wÊ yÛnis das an jÎ wek navÊ yÊ nasnameyÎ yunus orak e. mamosteyÊ min ê dersa kurdÎ ye. ji aliyÊ zimÊn ve pir pir pÊşde ye. romanekî werdigerÎne kurdÎ lê hÎn çap nebÛye. herÎ dawÎ berÎ çend hefteyan zewicî.

albÛman wan dengÊ wan bi min xweş tÊ.

di albÛmê de yek ji stranên herî xweş çar zarok ku helbesta şÊrko bÊkes e.





18.06.2014 11:33 | xendekî

13. Em wekî teqe req dibêjin.



25.06.2017 16:13 | mîr