Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
aborî - tirşik
aborî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ekonomÎ, îktîsad.



aktÎvÎteyeke Însanî ye. ji destpêka mirovahî û vir ve li ser aboriyê gelek tiştan tên gotin. "Zanistî ya aborî dîsîplînek gelek grîng û freh e. Jiyan a mirov çawa grîng e, aborî bi wî awayî grînge. Kes endamê malbatê, malbat endamê netew e. Netew endam ê dewletê ye. Dewlet malbat a gel e. Ango rêvebir û dewlemendî ya gel e.



Aborî jî wek civak e. Civak û aborî di jiyanek azad de pêşve terin. Peşveçûn a aborî û civakî bin bandora sazumanên zordarî çê nabe. Di jiyanek bindestî, ango jîyanek neazad de mirov şad dibe? Di aborî de psikolojiya bazara bazırganî gelek grînge. Bo aborî û bazara bazirganî, her dem aramî pêwîste.



Aborî jî wek dewlet e. Çawa ku dewletek bê aramî, dewletek bê bawrerî ye, aborî jî bi vî awa ye. Aborî bê aramî, bê bawerî ye. Karsaz her dem dixwazin karsazî ya xwe di cîhek bibawerî de saz bike." gotiye kanî yado. ji bo çavkanî: http://kaniyasor.wordpress.com/2012/10/06/zanistiya-abori/



beşên aboriyê gelo çi ne?



1- Aborî ya normative: Mijara aborî ya normativ avakirin a sazumanek bo civak bi dad û şadî û refah e.



2-Aborî ya Pozîtîv: Bi kurtayî, armanca aborî ya pozîtîv, di sazûman a aborî de sedem û encama bûyera aborî de lêkolîne. Di jiyan a mirov de hilberîn gelek grîng e.Hewceyî ya xwarin, vexwarin û hewceyên din ên jîyanê hene. Hilberîn bo hevcewyî ya mirov û bo mirov e. Zêdebûn û kêmbûn a hewceyî jî ger mirov her dem lêkolîn bıke. Zanyarên aborî ya pozîtîv bi rêgez ên zanistî ya aborî lêkolîn dikin.



3-Aborî ya mîkro: Lêkolîna zanyarên aborî ên mîkro bo tevgerên karsazî, xerîdaran û aborî ya xerîdariyê ye. Ew lêkolîn çawa Çê dibe? Ew bi pîvik ên hewceyî, nirx û bazar pêwîste. Di zanistî ya aborî de nırx, hewceyî, biha û bazar gelek grînge.



4-Aborî ya makro: Va beş a aboriyê, derbarê aborî ya netewî û derbarê aborî ya cihanê ye. Aborî ya marko de, di sazumana aboriya de, bi pîvek ên aborî, enflasyon, cîkirin a karkeran, aheng a netewî, lênêrîn û lêkolîn têkirin.



ji bo çavkanî: http://kaniyasor.wordpress.com/2012/11/17/besen-zanistiya-abori/



ev jî ji wîkÎ ye: http://tr.wikipedia.org/wiki/Ekonomi



(çewtiyên nivîsandinê hebe li kêmasiya min nenêrin. ji ber ku wextê min ne zêde ye min nekarî çewtiyan sererast bike)



17.06.2014 13:37 | kurê xelkê

2. peyveke ku mirovî di etîmolojiya xwe de şaş dike Here lînkê

(bnr: iqtîsad) yan (bnr: îqtîsad)



07.09.2015 11:52 | dijber

3. Aborî an jî ekonomî li ser wan avaye; Dayîn û standin ( belavkirin û xwestin)

Mînakek sivik: Gel ê taxê rojê 20 nan a dixwazê pêşberê vê xwestinê nanpêj 40 nan a diçêkê 20 nan diçin sêlguhî zanistîya aborî vê tiştê giring dibê . Tax 20 a bixwazê nanpêj jî wê 20 a bipêjê. Ger pêşberê daxwazê dayîn zehf bê wê nan erzan bibê. An jî dayîn kêm bibê wê wê nan biha bibê.



29.11.2015 14:21 | msahinelci

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» aborî

Kategoriyên mijarê:: ekonomi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî