Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nivîskariya tirşikê - tirşik
nivîskariya tirşikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku her ku diçe populertir û zehmettir dibe.

erê rast e. hê ne ew qas zehmet e jî ne ew qas populer e jî * lê li gor beriya mehekê êdî zehmettir e. berê ji bona nivîskariyê, xwe lê tomar kirin bes bû lê aniha 5-6 peyamên li gor formatê û elbet bi kurdî jê re divê. populer bûn jî hingî nivîskarî zehmet bibe wê bilind bibe.



(bnr: hesabê xwe yê tirşikê yê nivîskariyê dan ber firotinê)

(bnr: wek karekî di tirşikê de nivîskarî)



18.06.2014 00:21 | brusk56

2. bi ya min erêkirina niviskariyê li dû peyama bîstemîn were pejirandin. niha lê binêrin bi sedan qaşo-nivîskar hene ku zêtir 5-10 peyam nivîsandine dûre teqiziyane mixabin



18.06.2014 00:27 | ferhenga şikestî

3. bi telaq tiştekÎ zehmet e * em ÊdÎ nagihinÊ. ji bo ku nivÎskar bÊhtir aqtÎf bibin divÊ di demek nÊzde formata tirşikÊ ya mobÎl bÊ çÊkirin. nexwe zehmet e. her kes her gav ne li ser qompÎturÊ ye.



18.06.2014 11:09 | xendekî

4. nivîskarbûn ne zehmet e. lê heqê wê dayîn zehmet e. heqê wê dayîn jî li çalakbûnê dinêre. ji ber ku ji telefona min nivîsandin îşkenceyek mezin e, zêde nikarim bitirşikînim. carinan dixwazim tiştinan binivîsim lê li telefona xwe dinêrim û ji nivîsandinê sar dibim. ji bo min mobil versiyon qet ferq nake ji bo zêde nivîsandinê lê ji bo hinek fonksiyonên ku mere nikare ji opera miniyê bigihêjinê sepanek hewce ye. neyse divê ez tavilê telefona xwe biguhînim û yeka ekrana wê mezintir bistînim..



18.06.2014 13:32 | mergehez

5. ez jî ezê bime yek ji wan e. gelo miaşê min wÊ çiqas bÊ. ku miaş nabê ez hew dinivîSM.



18.06.2014 19:13 | temomîrxel

6. BI RASTÎ JI BO KURDÊN DI BIN ASÎMîLASYONA TURKÎ MAYÎYE PIR ZEHMET E. JI BER VÊ ASÎMÎLASYONÊ EZ Û hemû CIWAN Û ZAROKÊN MALBATA MIN ÊDÎ nikari BI KURDÎ biFIKIRE û hevokan saz bike. ji ber wê ez jî wexta peyamek dinîvÎsÎnim nikarim zêde bi kurdî bifikirim. çimkî tam 14 sal e bi turkî hevotinê dibînim û li mektebê bi hevalên xwe ra turkî dipeyvim.. înternet, televîzyon, jîyana li bajaran, zazayên amedê ku bi kurdÎ nizanin yan jî nezanîbÛna min a zazakî hwd. ev tiştana her yek faktor in..



19.06.2014 00:13 | rûbar payîz

7. pere nake lê pirtûk dike..

beriya niha 20 pirtûk li nav nivîskarên tirşikê hatin beavkirin û 39 pirtÛkên nû jî di rê de ne.. *



19.06.2014 15:25 | endazer

8. Rewşa ez dixwazim bi dest bixim. Bo rê li çomezan were vekirin divê di destpêkê de rê û rêbazeke hêsantir were danîn.



03.08.2019 23:59 | serbes

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskariya bnr
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî