Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan - tirşik
pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtÛka helbestan a omer faruq baran e. ji weşanxaneya ronahî Îsal(2014) derketiye. pirtûkek piçûk e lê belkî hêj pirtûkeke evqasî navê wê dirÊj derneketibû. bi şêweyek nÛ helbestÊn xwe hÛnandine. ji bo wêjeya kurdÎ naveke nû Û berhemek nÛ ye pirtûka o. f. baran a bi navê: "pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn"



18.06.2014 11:16 | xendekî

2. hingÎ dirÊj e tirşikÊ navÊ wÊ hemÛ qebÛl nekirye * di nÎvÎ re biriye.



18.06.2014 11:22 | xendekî

3. pirtûka omer faruk baranî ye navê pirtûkê bi qasî rûpelekê ye û ez bawer im dirêjtirîn pirtûka cîhanê ye. .

ji vir mehekî berê ligel nivîskarê pirtûkê li stenbolê ez rûniştim piçek em li ser pirtûkê jî axifin. mijara pirtûkê gelek balkêş û xweş e bi rastî jî lewne û şêwazeke nû ye gelek meraq dikim ku çawa honandiye.. ez ê di demeke nêz de bi dest bixim



18.06.2014 16:08 | ferhenga şikestî

4. min digot gelo ka ev xortê dilgeş û dilzîz kînge bizê! lê mixabin hînga pirtûka wî negîştiye stenbolê li heviye me ..



18.06.2014 21:56 | newenda

5. mijara ku navê wê ji gelek peyamên di tirşikê de, dirêjtir e. lê meraq dikim bê ka gelo li ser berga pirtûkê çawa hatiye nivîsandin. bi puntoya 12an??



18.06.2014 22:39 | simurg56

6. Pirtûka berî ku derbiçe min hay jê hebû. Navê pirtûkê naveki Ecêb e ango pir dirêj e. Bi Gotineke din nav, helbesteke Baran bixwe ye û li ser Berg hatiye nivîsîn. Pirtûk Ji ber dirêjahiya navê xwe di hin portalên edebiyatê -mesela edebiyathaber.com - de bûye sedema nûçeyan. Ka em pêşî pirtûkê bixwînin dawiyê em ê hey çend Kelaman li ser binivîsin. Bi munasebata vê entry yê ez birayê o. F. Baran pîroz dikim. Pirtûk di di 2014an de Di nav weşanên ronahî yê derçûye. niha li hêviya xwendevana ye.



18.06.2014 23:29 | seydayê_peyvan

7. (bnr: me go quzzilqurt?)



19.06.2014 00:12 | ceso

8. yek ji wan pirtûkan e, ku weşanxaneya ronahî 3 heb jê ji bo nivîskarên tirşikê bexşandiye.. min hêj pirtÛk nexwendiye, ji ber ku ji bo xwendina pirtûkên helbestan divê mirov pêşiyê xwe vala û dejarj bike..



19.06.2014 14:34 | endazer

9. +xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn"



pirtûka ömer faruk baran e. dema MIN LI NETÊ NIVÎSAND GOOGLE TEMAMÊ NAVÊ QEBÛl NEKIR. EZ JÎ MECBÛR MAM KU KIN BIKIM. WANÎ JÎ TENÊ TIRSIK Û MALPEREKÎ AZERBAYCANÎ DERKET. VEKIRINA VÊ MIJARÊ JÎ HINEKÎ BÊBEXTÎ YE; HEK MODERATOR BIXWAZIN PAQIJ BIKIN HEMA BIRA ÇAVê xwe netirsînin. *



nîşe: Min navê pirtûkê tenê carekî xwend. min ji hal derxist.

http://news.milli.az/interest/275669.html



10.09.2014 23:25 | biruya hayao miyazaki

10. malperekî azerbaycanî kiriye nûçe:

-Bu kitabın adını oxuya bilərsiniz? *



http://news.milli.az/interest/275669.html



10.09.2014 23:32 | biruya hayao miyazaki

11. navê helbesteke omer faruq baran e. navê wê ewqas e, helbest bixwe du rêzik e:



Omer Faruq Baran - pirsa behram gerdûnîyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî bi tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin damezirîne



eger ev feleka xayîn e me dixapîne

çima em berê xwe nadin Marsê?



12.09.2015 00:57 | xendekî

12. ...enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin damezirîne



18.09.2016 13:43 | bûtîmar

13. Mijara ku devê min vekiriye ez navê wê dixwenim, lê tiştekî ne ji nav û ne ji xwe fêhm dikim.

(bnr: gelo nivîskar çi xwestiye li vir bêje)
(bnr: em jî têra xwe nivîskar in)



13.12.2020 00:03 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsa xwe dan yekî
» behram
» sersala 2018an
» bazara qereçîya ya moskovayê
» zimanên biyanî di tirşikê de
» wîstin
» yê ku nebêje û bike şêr e , bike û bibêje ciwamêr e , bibêje û neke kerê nêr e
» baran rizgar
» kinc
» xwelî
» nûnergeh
» saltuk bugrahan
» mehaniya herî kêm a sala 2015an
» bîstûrî
» çardeşevî
» berfasor
» deriyê lîseya galatasarayê
» akademiya muzîkê ya qraliyetê
» peyvên bo gazîkirina hezkiriya xwe
» devokên kurmanci

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî