Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ebu meymun caban el- kurdî - tirşik
ebu meymun caban el- kurdî
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. SAHABEYÊ EWIL YÊ KURD:CABAN EL KURDÎ



Hev naskirina Kurda bi Îslamê re, di heyama Hz. Pêxember de bi kesayetî dest pê kirîye. Jixwe erdnîgarîya Kurda, di navbera Erep û Fars û Tirka de dimîne. Hem kesayetî hem jî bi kom piştê Ereba, Kurd bûne misilman. Ev rastîyek e ku Tirsên sîyasî û polîtîk dem dem derbasê pêşîya dîn-olê bûye. Mixabin ji sedemên sîyasî hinek sahabî jî marûzê ambargoyê mane ji wan Caban El Kurdî, lawê wî Meymun El Kurdî û jinek Zozan bi nav kirî ji wan sahabîya ne. [1]



Caban El Kurdi, Dema Hz. Pêxember de yê ku misilman bûne sahabîyên herî ewil e. Çi hikmet be di çavkanîyên Îslamê de Caban El Kurdi, wek Caban El surdi hatîye guhertin. Waxtê ku sedema vî tê pirsîn bersîv pir klasîke û yekalîye. An xeterê nivîsê, an jî xeterê weşanê tê ravî kirin. Mixabin di vî demê de gellek weşanxane û çapxane nirxên îslamê ji bo berjewendîyên xwe kurban dikin. Nivîsarê Misirî Dr. Fehmî Şînavî di kitêba bi navê ‘’ Sêwîyên Ummeta Îslamê Kurd’’ de ‘’Erep, Fars û Tirk îslamê qurbana sîyaseta xwe kirine lê dewleta wan tunebûye ku Îslamê qurban bikin ji vî sedemê şêwaza bawerîya Kurda pir zelal e.’’



Caban El Kurdi, hedîsa meşhûr ya Hz. Pêxember rîwayet kirîye. ‘’ Ez ji we re du tiştê mezin û bêhempa emanet dihêlim:Kîtabullah û sîreta min. Ev her dû tu car ji hev naqetin û bi hevre tên ba min.’’ Ev hedîs piştî Caban El Kurdi, Tirmizî ji Cabîr b. Ebdillah rîwayet kirîye.



Caban El Kurdi parêzgerê devera bazen yê herî ewil e. Di dîroka Îslamê de parêzgerê herî ewil e.



Ebu Hulde, Ji Hafız el-Heysemî – Taberanî (el-Mucemu’l-Evsat,13/471-şamile) rîwayet kirîye û gotîye: ’’ Rojek ez û digel Meymun el-Kurdî li cem Malîk b. Dînar bûn. Malîk(Meymûn el-Kurdî qest kir ): Şex çima ji bavê xwe tiştek venabêje(paşê li wî nihêrî) tu dizanî bavê te Hz. Pêxember dîtîye û ji wî hedîs bîhîstîye. Meymûn el-Kurdî wiha bersîv da: ’’Bavê min ji tirsa ku tiştek kêm zêde bêje newêre ji Hz. Pêxember tiştek vebêje lewra ji pêxember wiha bîhîstîye ‘’ Kê qestî gotînek derew ser navê min bêje, bila di dojehê de cîhê xwe amade bike.’’ (bnr. Taberanî, el-Mucemu’l-Evsat). Heysemî, rastîya vê rîwayetê hukum kirîye. (bnr. Mecmau’z-Zevaid, 1/148).



Taberanî jî di berhema xwe ya bi navê ‘’el-Mucemu’s-Sağir û el-Mucamu’l-Evsat’’ de navê Meymun el-Kurdî anîye ziman.



[1] - ibn Hacer el-Askalani berhema wî ‘’el-İsabe fit’-Temyizi’s- Sahabe’’ de xala Caban



(bnr: cihderk: http://www.nudempress.com/haber/ilk-kurt-sahabi-caban-el-kurdi-726.html)



19.06.2014 10:57 | birazî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ebu meymun caban el- kurdî
» kurdî-der izmir

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî