Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî - tirşik
tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di vîkîpediyaya kurdî de, di bin mijara tirşikê de, sernivîsek e.

bin de jî wisa hatiye nivîsîn ;



Di wêjeya devkî ya kurdî de cihekê tirşikê yê girîng heye. Dibêjin berê key, mîr û axayên kurd xêra xwe li xizanan tirşik belav dikirine. Xizan li derê palas û pêjgehên wan rêz dibûne. Hin kesên kone (qurnaz) û şelaf ji bo pirr bixwin xwe didane pêş an ji bo xwarinê, ji mîr û axayan re şelafî û pesindarî dikirine.



Têgîna tirşikxwar, tirşikçî derbasê siyasetê jî bûye. Kesên bo berjewendiyên xwe piştgirî û pesindariyê dikin re tê gotin.



20.06.2014 00:24 | brusk56

2. min wi mijari pir eciband u ez tişteki dine ji datinin balé

Ey Kurduno bibin tirşikvan beli nebin tirşikçî u îsotçî

(bnr: îsotçî)



27.03.2015 13:15 | tîrejên rojê

3. bi rastî min gelek dixwest di vê malperê de bibim nivîskar û nêrînên xwe binivîsim lê ji ber ku navê wê tirşikçî dianî bîra min, min xwe jê dûr girt. van rojana hevaleke got ev nav nayê wateya tirşikçîbûnê min jî biryar da ku bibim endam. merheba tirşik.net



27.03.2015 14:35 | bijêrvan

4. Peyveke wiha ye ku gelek caran kurdên polîtîk bo kesên ku dijberiya wan dikin diemilînin. Tirşikçî.
Kêfa min qet û qet ji vê peyvê re nayê.



11.04.2020 18:31 | hêvî

5. tirşikçî têgiheke pkkyîyan diyarî jargona polîtîk a kurdî kirye! Piştî cûntaya 12 îlonê şoreşgerên kurd li girtîgehan tûşî îşkenceyên giran tên. Hin rêxistin û şoreşger ji bo li dijî zordestîya îşkencekaran bên ketin greva birçîbûnê. kesên mereqdar bîranîn û pirtûkên wê serdêmê xwendine an jî dikarin bixwênin.

Şoreşgerên pkkyî ku her û her di nav rik û pêşbirka kî radîkaltire kî jakobentire vîna kê xurttire de bûn bi zimanek tund kesên nediketin greva birçîbûnê bi teslîmkarî tawanbar dikirin û ji wan re digotin tirşikçî.

Bi min ne têgihek polîtîke û rojek mirovek min re bêje tirşikçî ezê yek kulmê li nêva çevhê wî dim! ji vê derê ez biryara şoreşgerên di greva birçîbûnê de canê xwe feda kirîn nadim ber nîqaşê lê mafê tukesî nîne ji mirovan xwekujî bixwazin ger xwe nekuştin jî bi peyvek wisan ecêb mohra teslîmkarî deyne ser wan.



11.04.2020 18:46 | hespêsor

6. Ji bo kurdên wusa re tê gotin:
Here lînkê



10.10.2023 18:58 ~20:17 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» lê gerîn
» tirşikçî kapîtalîst

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî