Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
abdullah yaşın - tirşik
abdullah yaşın
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. abdullah yaşin, evdille xuce, mamoste evdilla.



di sala 1950'yê li cizîrê hatiye dinyê. nivîskar û lêkolînere. di gelek deverên kurdistan û tirkiyê mamostetî kiriye. ji ber lêkolîna keştiya nûh li ser çiyaye cudî xebat kiriye. muzeya li cizîrê bi xebatên wî hatiye vekirin.



mixabin bi tirkî dinivîse. lê kurdî jî baş dizanê.



nivîskarê va: bütün yönleriyle cizre, tufan ve cizre, tarih kültür ve cizre, kürt filozofu şeyh ehmede xani hazretleri, büyük kürt mucit cizreli ismail ebul-iz pirtûka ye.



20.06.2014 18:41 | ciwanpiroz

2. mamoste, lêkolîner û nivîskareke kurd e. ji Cizîrê ye. li gelek dibistanan wekê mamoste û rêveber xebitiye ku di nav de dibistana seretayî û navîn ya bi navê îsmaîl ebûl-îz jî heye ku min jî heta polan çaran tê de xwendiye.
Li ser dîroka Cizîrê, Nuh nebî, Îsmaîl Ebul îz el cezerî, Ehmedê Xanî û ziman û ferhenga kurdî gelek xebat û berhemên wî hene.

Berhemên wî yên çapkirî:

Büyük Kürt Mucit Cizreli İsmail Ebul-İz

Tarih, Kültür ve Cizre

Nuh Peygamber Tufanı ve Cudi Dağı

Kürt Filozofu Şeyh Ehmede Xani Hazretleri

mixabin hemû berhemên wî yên çapkirî bi tirkî ne, bi qewl û gotinên wî ferhengeke biçûk ya kurdî û tirkî, ferhenga mamik û gotinên pêşiyan dîsa çend pirtûkên din li ser çand û folklora devera botan bi kurdî amade kiriye lê ji ber derfetên kêm yên aborî nekariye heta niha bide çapkirin.

herdu vîdeoyên jêr necat zivingî bi ser navê televîzyoneke kurdî pê re li ser dîroka Cizîrê û kesayetên giring yên Cizîrî diaxive.








05.05.2020 05:11 ~2021.05.17 14:28 | endazer

3. bi navê botan yemek kültürü (çanda xwarinê ya botanê) pirtûkek amade kiriye û ji nav weşanên kent ışıkları di sala 2016an de hatiye çapkirin. lê bi awayeke ecêb pirtûk li ser înternetê ji bilî malperekî bi navê nadirkitap.com Here lînkê li tu erda xwudê peyda nabe. li ser wê yekane malperê jî pirtûk kevn e û bi buhayê 100 tlyî 12 tl jÎ heqê kargoyê tê firotin.
ne bes e pirtûkên wî yên berê jî hemû çapa wan qediyaye yek jî peyda nabe.
weşanxaneyên kurdî şûna pirtûkên helbestan çap bikin xwezî pirtûkên wiha çap kiribûna.



17.05.2021 14:39 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» abdullah jamal sagirma

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî