Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart - tirşik
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart
    (8) (0) ecêb (1) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min



    -ji roja ku min dest bi xwendina kurdî kir, ji wê rojê ve min pênasa standardî bihîst (ji bela ku di zimanê tirkî de problemeke wisa nemaye, min jî hay jê tune bû) û ji aliyên nivîskar-nivîsendeyan li hemberê zimanê standart -an jî bi gotineke rast- 'zimanê çêker'ê helwesteke tund tên dayîn.

    Bi pirranî tê gotin ku zimanekî çêkirî; orjînalî, resenî, herikbarî û tehma zimên dikuje û xelk ji wî zimanî jî tiştek fêm nake..

    Her kes gilî û gazincên xwe li zimanê çêkirî dike û dibêjin; berê xwe bidin niza zimanê dê û bavan, çîrok û meselokên kevnar, herikbariya dengbejên kurdan, çîrçîrok û xewroşk, qewlên mezinan û biwêj û gotinên pêşiyan falan û bewan..

    Tu îtiraza min li ser girîngiya zanîna wan tune ye, jixwe ziman jî li ser vê bingehê ava dibe lê problem ne di vê yekê de ye.

    Problema esil serdema ku em têde dijîn û serdema ku kurd di kîjan şert û mercan de jiyaye? Bi ya min mesele ji vir dest pê dike û naqede..

    Yanî belê rast e mariv biwêj bizanibe, gotinên pêşiyan bizanibe, qewl û meselok bizanibe, zargotin û dewlemendiya folklorîkê bizanibe, baş dipeyive haya wî/ê ji bingeha zimanê wî/ê çêdibe û taliyê jî xelk jê fêm dike. Lê ez dipirsim gelo kî dikare bi çîrok û meselokan di derheqê quantumê de nivîseke, gotareke binivîse? ( jixwe qet qala nivîsandina pirtûkê jî nakim) kî dikare gotareke di derbarê fîzîk, kîmya, antropolojî, tip, felsefe, îktîsat û hwd.. de binivîse? Ez ne bawer im kes jî bikaribe binivîse.... ji xeynî wê, kî dikare bêje ku ji xeynî kurdî zimanekî çêkirî tune ye?



    Di dinê de hemû ziman, çêkirî ne!

    Em ji tirkî behs bikin. Bê şik û guman Zimanekî not salî ye! Di vê not saliyê de çêbû. Saziya zimanê tirkî (TDK) not sal e ku vî zimanî çêdike. Di salê de 27 mîlyon dolar ji dewletê digire ji bo na ku zimanê tirkî pêşve bibe(çêbike) nîvê peyvên tirkî bi erebî bûn û hê jî tesîra erebî bi awayekî bandordar berdewam dike. ( tirkî zimanê jiyanê ye û ne hewceyî hewldanên şexsî ye lê kurdî bi hewldanên şexsî xwe çêdike)

    Em xwe nexapînin, zimanê tirkî zimanekî çêkirî ye lê têra xwe jî xweş e û niha herkes ji hevudu fêm dike, gelek jî herikbar û înteraktîf û astatîk e, bi milyonan kitap hat nivîsandin, bi hezeran fîlm hat kişandin, bi hezeran kitap, gotar û maqalat hat wergerandin, bi hezaran dibistan hene, bi hezeran malperên înternetê hene, bi hezeran qanalên tv û radyoyê hene falan...

    Dem diguhere zanîstî û civak pêşve diçe, amûr û alavên nû dertên, fikr û raman pêşve diçin, têgeh û argumantên nû diafirin lewma jî ji bo îfadekirinê, ziman jî mecbur dimîne ku xwe çêbike. Zimanên ku serdest û fermî ne, bi awayekî xwezayî xwe çêdike, yanî ber bi qelîşteka xwe diherike lê zimanê kurdî bindest û nefermî ye ji ber wê jî ihtiyac û pêwîstiya wî ji yên bêtir bi çêkirinê re heye lewra ziman ne tenê ji edebiyatê pêk tê gelek tiştên din jî hene. hetta dikarim bêjim ziman û jiyan deryayek e, edebiyat jî têde dilopek e. Eger hûn bêjin ku ji me re zanîstî navê, fîzîk navê, astrolojî navê, tip, huquq, îktîsat, matematîk, nukleer tip navê û hwd... hûn mafdar in bi tenê bi edebiyatê mijûl bin fermo kerem bikin qîma xwe ji zargotinan bînin...



    Dibêjin xelk ji vî zimanê çêkirî fêm nake..

    Lê bavê min! Ma Xelkê kurd, xelkekî normal e? Ka kîjan kurd bi vî zimanî perwerdehî dîtiye? Neteweya ku ji not sal bêtir asîmîle bûye, xulekek jî dersa kurdî nedîtiye, rûpelek jî bi kurdî nexwendiye, dinyayê bi zimanê xwe fêr nebûye û bi ser de jî bi talana tirkî rû bi rû maye. bi kurtasî kurdiya vî xelkî felîşiyaye, wêran û talan bûye. .

    Kurdiya ku (kurdiya dengbejên, dê û bavan) li gund maye, êdî têra xwe nikare ji cîhana nûjen bîne mixabin (ne kurdî ha, kurdiya ku tê zanîn, axaftin û gohdarîkirin)

    Heta ku ji te tê berê xwe bade zargotinan lê dem guheriye, zarokên xelkê atomê perçiqandin, perçe perçe kirin, çûn heyvê, li ser teoriya îzafiyetê bi milyonan kîtab nivîsandin, înternetê afirandin falan û bewan. Kes dilê xwe li min negire lê divê ziman xwe çêbike, piştî ku perwerdehiya kurdî hat, wê bêtir girîngiya vê yekê xwe bide der..



    2014.06.22-00:05 [guhertin:2015.04.03 21:58]| ferhenga şikestî

    2. û pirsgirêkeke din a statîkbûna kurdî jî bi raya min ew e ku; tu dema nivîsek dinivîsî yên xweyîyên xelatê yên rêzimên bêyî ku ji mebest û armanca nivîsê te binihêrin tavilê rexne û tinazên xwe li dû hev rêz dikin, 'ev niza ne resen e, ev niza bi mantiqa tirkî ye, ev niza li gorî rêzimên şaş e, ev niza malê zimanên din e' falan fîlan... karê te tune bêje (hemd ji Xwedê re ku ê min karekî min î berbat heye) ku birêz! rêziman qaîde û qural û pîvangên rewşa heyî ne ku dikarin bi demê re biguherin! law tu çima fêm nakî!? niha bikeve ekşîsozlukê û li nivîsan hûr bibe, kî li gora rêzimên tevdigere? heke tu bejî ew karê qeşmeran e (ji lew em kurd nikarin bibin qeşmer, ciddiyet hevalno ciddiyet!) wêga ha ji te re nivîskarên tirk!(bigirin bixwin, heke ji gewriya neçe xwarê gargara bikin loo/ lêê) ji ber Yaşar kemal, saziya zimanê tirkî hezar car quralên rêzimana tirkî guherand, çima? ji ber ku diyarde û bûyerên rêzimanî, êdî têrê nedikirin ku bikaribin hevokên tevlihev û grîft bi awayekî zanîstî(!) rave bikin (mi go zanîstî ha zanîstî! ne gundîkî..) niha dema tu ji naverokê bêtir dêhna xwe bidî hevoksaziya statîk û jî têgihîştinê bêtir (ji bela qurretî û pisporiya! xwe) bi piçûkxistin û kêmdîtinê re eleqedar bî (mîna niha) sî sal jî ji aktûelbûna zimanê te derbas be, tu yê ji meseleyên navnetewiyê bêtir, mîna zaroyên ku diçin dibistana amadehiyê bi 'anlatım bozuxlixî'yê re mijûl bî. yanê tu rê li ber geşbûn û berfirehbûna ravekirin û vegotinê digirî! camêr de bise, dibe ku ez şaş bim lê ji bo xatirê Xwedê û pêxemberan! min rencîde meke meke! belkî ez ê şaşiyên xwe ji qelîştekan derînim û bi tecrûbeyên xwe cardî dubare nekim halla halla!

    tiştekî din jî ev e; gelek qlîşe ye lê hêjayî gotinê ye ku pêşveçûyîn û geşbûn û dewlemendbûna zimên girêdayî xebitandinê ye, xebitandin çi ye? (min dil nîn e behsa meselokên akademîk bikim) xebitandin ew e ku ez bi tarz û şêwaza xwe binivîsim û bipeyivim, tu jî mîna ya xwe binivîse û bipeyive, yên din jî mîna ya xwe, û yên din, yên din... em ji rêyên cuda birêkevin di xaçerêyekê de li hev bên, wêga tu yê bibînî ev dinyayê xopan (ku ji pêxemberan re nebû yar) belkî xweştir be, te go çi?



    2014.09.19-22:12 [guhertin:2016.04.18 14:59]| ferhenga şikestî

    3. mijareke pir giring û xweş e ku heval ferhenga şikestî gotarên xweş nivîsandine. peyama pêşîn bi min gelek mafdar e, ziman nikare li derekê bimîne û bixetime. ji xwe zimanê kurdî têra xwe hatiye perçiqandin û felişandin, serde jî em kurdî li zargotin û çîrokan bifetisînin hema em dev jê berdin û biçin li mala xwe runin. ji bo ku em zimanê xwe pêşde bibin û xetereya windabuna wê ji holê rakin, divê em baş bişixwilin û ji bo zimanê me têra pêwîstiya îroyîn bike bi lezgînî pêşde bibin.



    2014.09.19-22:34 | azadixwaz

    4. ji taybetmendiyên yaşar kemal yek jê ew bû ku gelek peyv û bêjeyên tirkî çêkir û li zimanê tirkî zêde kir, lewma di nava xwînerên tirkan de gotineke heye, dibêjin ku ''wexta yek bipeyive mariv ji peyvên wê/î têdigihîje ku bê ka romanên yaşar kemal xwendiye yan na''

    ji ber ku bi roman û berhemên wê statîcbûna tirkî jî şikiya..

    lê li cem me, dema yekî tiştekî nû li kurdî zêde dike kampanyaya lînçê dest pê dike

    (bnr: ji herkesî re edet e ji me re qebhet e)



    2015.03.04-00:40 | ferhenga şikestî

    5. (bnr: kurdiya naylon)



    2015.03.04-00:47 | xendekî

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    Fîzik beşek dijware lê dixwazim biqedînim. Lê alîyeke min jî dibêje ev...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    rojnivîska biqedr, piştî du roja diçim axa pîroz, Midyadê... Gelek...
    arsivakurd.org [1]
    Arsivek gelek baş e û ez jî îro lê rast hatim.Bi rastî geşlek tiştê mi...
    koma xwendinê ya cizîra botan [1]
    koma xwendinê ya cizîra botan par li Cizîrê ava bû. du hefteyan carekî...
    peyama 2000emîn a tirşikvanan [1]
    peyama (entrya) min a li tirşikê a duhezaremîn ev e.. du hezar entry....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » serê min bû hevîrê teyştê
    » rexneyên amerîka li herêma kurdistanê kirine
    » kurdîya amedê
    » çêkirina programên androîdê

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî