Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê - tirşik
merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mezûniyeta ku her sal weke kevneşopiyek tê çêkirin.

sedem çi ye, çima alternatîf ? ji ber ku a fermî de, "istiklal marşi" yanê sirûda tirkan tê xwendin û dibêjin "ji bo şehîdên me rawestina rêzê" felan û dema em bixwazin gazî li selehattin demirtaş an jî osman baydemîr felan bikin destûr nadin û nahêlin hûnermendê em dixwazin binîn merasima mezûniyeta xwe. yanê bi kurtasî em ne azad in di dizayna mezûniyetê de û lewma em, piraniya xwendevanên vê beşê, beşdarî mezûniyeta fermî nabin.



her sal zaningeha dîcleyê nêzikê 100 kesan mezûn dide. ji van 100 kesan, navînî 70-80 kes beşdarî mezûniyeta alternatîf dibe û ên beşdarî ê alternatîf dibin beşdarî ê fermî nebin. 20-30 kes jî nayên ê alternatîf û diçin ya fermî.



di merasîma mezûniyetê ya alternatîf de, hinek profesor çêdibin, şaredar an jî siyasetmedar û parlementerên amedê çêdibe û hûnermendekî tê hez kirin tê. tabê malbatên mezûnan jî tên. li cegerxwînê tê çêkirin.

heta niha ez bi xwe beşdar nebûme, xwedê hez bike ez ê sala bê beşdar bibim lê li gor gotinên hevalên min ên beşdar bûyî di atmosferekî gelek xweş de derbas dibe.



23.06.2014 14:49 | brusk56

2. merasîma ku îsal bi beşdarbûna osman baydemir, gultan kişanak, mehemt atli hat çêkirin.

http://www.yuksekovahaber.com/haber/du-tip-fakultesi-ogrencilerinden-alternatif-mezuniyet-toreni-132458.htm



ji ber gotinên osman baydemîr û gultan kişanak, tirkên faşîst gelek aciz bûne û gelek zora wan çûye.

di ekşisozlukê de di derbarê de senivîsek vekirine û hemû faşîstiya xwe rîtine tê de.

https://eksisozluk.com/diyarbakir-tipta-alternatif-mezuniyet-toreni--4438253?day=2014-06-23



23.06.2014 14:57 | brusk56

3. merasîma ku fikrek ji bo min çêkir. ez jî di beşa hiqûkê ya zanîngha dîcleyê de me, min nû sala yekem qedand. heke çêbibe dema em jî mezûn bibin wek hiqûknasên vê zanîngehê em ê jî mezûniyeta alternatîf a hiqûqnasan çêbikin.



24.06.2014 13:56 | xendekî

4. mezûniyeta min him kêfxweş kir him êşandiye. kêfxweş kir ji ber ku bi kurdewarî derbas dibe û hemû tiştên faşîstane ê tirkan tê de tune ne. min êdşand ji ber ku tiştekî wiha li vê xerîbiyê tune ye.



li ser xêrê be brusk56 va te jî dîtiye *



16.06.2015 21:06 | berxweda

5. merasîmek ecêb e. îsal ez jî beşdar bûm. nêzikî %60ê xwendekarên dibistanê tevlî merasîma fermî nabin û tên vê merasîmê û dîplomeyên xwe yên temsîlî distînin. çend xoceyên zanîngehê jî beşdar dibin.

îsal weke din fırat anlı û di wekîlên hdpê jî beşdar bûbûn. weke hunermend jî mehmet atlı û comerd hatibû.



di bernameya merasîmê de sînevîzyona doktorên şehîd hebû ku gelek bandorker bû. her wiha gelek behsa şehîd yusuf eren kirin ku xwendekarê tibê ya dîcleyê bû û li kobanê şehîd ket.

her wiha esra yakara ku dîsa xwendekarê tibê bû û li kobanê birîndar bibû, axaftinek kir. ger neçûya kobanê, niha ew jî mezûn bûbû. çavê wê hê jî girtî bû, xwedê bike sax bibe.



welhasil bernameyek têr û tije xweş bû. sonda bijişkîyê bi sê zimanan (kurmancî, dimilî û tirkî) hat xwendin. min ê wergera wan ya zaravayên kurmancî bistanda lê min ji bîr kir.



16.06.2015 21:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê
» alternatîfa xelata wêjeyê ya nobelê
» zaningeha ege'yê

Kategoriyên mijarê:: nuce zanistitenduristi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî