Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
asoya helbesta kurdî - tirşik
asoya helbesta kurdî
(14) (0) (4)
di mijarê de bigere

1.

Asoya Helbesta Kurdî
Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene..
Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî..

Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan.


rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye.



24.06.2014 14:53 ~2015.08.25 12:57 | xendekî

2. navnîşana rûpelê: https://www.facebook.com/asoyahelbestakurdi?fref=ts



24.06.2014 15:07 | xendekî

4. rûpelekî xweş a facebookê ye. bi qasê dizanim rêveberê rûpelê xendekî ye.

helbestên ku helbestvanên vê rÛpelê heta niha nivÎsandine di pirtûkekê de hatiye kom kirin. nizanim hatiye çap kirin an na lê di formata pdf'ê de berdest e.

wê di demekî nêz de di tirşik-danegeh de bê weşandin.



21.07.2014 16:32 | brusk56

5. https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/AsoyaHelbestenKurdi-Helbestgeh/



21.07.2014 20:28 | simurg56

6. rûpeleke xweş û bi helbestên kurdî geş e. lê naveke dinî balkêş jê re bête dîtin ez dibêm wê hêj baştir bibe. lewre niha bi van navan îstîlayeke mezin li ser face-bookê henin..



22.07.2014 00:21 | mervan roni

7. Mizgînî!

Êdî sepana wê androîdê heye. Li benda daxistinê ye.



Rûpela facebookê: https://m.facebook.com/asoyahelbestakurdi



Lînka marketê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest



24.08.2015 21:39 | mergehez

8. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye.



bingeha sepanê ji aliyê mergehezo nançû ve hatiye amadekirin, berhevkirin û sererastkirina helbestan jî ji aliyê xendekî hatiye amadekirin. piştî xebata mehekî xebatên sepanê qediyan. niha sepan di google play store'yê de ye.



sepana me bi her sê zaravayên kurdî dixebite: Zazakî, Soranî, Kurmancî.

her wiha tê de helbest ji hersê zaravayan hene.



heta niha 1541 helbest bar kirîne.

wê ev hejmar roj bi roj zêdetir bibe.



ji Baba Tahirê Uryan heta Yıldız Çakar, ji Elî Herîrî heta Fatma Savcî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xasî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Mem Bawer, Kristîn Ozbey û gelek kesên din. di vê sepanê de cihê xwe girtine.



Hûn dikarin ji vir daxin:

Here lînkê



Rûpela me ya facebookê:

Here lînkê



Twitter:

Here lînkê

@asoyahelbesta



E-maîl:

asoyahelbestakurdi@gmail.com



25.08.2015 12:53 | xendekî

9. xebatek gelek hêja ye. Destên kedkarên wê sax bin.tê de maselleh bi hezaran helbest hene.

min zûzûka bernameyê daxist û çawa ku reklama malperek olî dît, lê tikand *



25.08.2015 17:59 | simurg56

10. sepana me wê di rojanekirina nû de:

1) hemû dîwana melayê cizîrî

2) hemû dîwanên seydayê tîrêj

3) bi sedan helbest ji helbestvanên rojavayî

cih bigire.



jixwe heta niha

4) hemû dîwana hacî qadirê koyî

5) hemû dîwana pîremêrd

û 6) bi hezaran helbest ji her sê zaravayên kurdî

hebûn.



15.09.2015 19:35 ~19:37 | xendekî

11. 7. Gelek problem dê bên sererastkirin. Çend problemên ku sererast bûne yên ku tê bîra min:

7.1 di hinek telefonan de rûpela mîhengê tevahî reş xuya dikir. Êdî reş xuya nake.

7.2 butona zêdekirina fontê êdî dişixule.

7.3 di hin telefonan de bişkojka jor a lêgerînê nedixebitî. Êdî dixebite.

7.4 ji ber ku hinek telefon action bar'a amade qebûl nake gelek taybetmendî nikaribûn bi kar bînin. Êdî action bara me heye. Ne ya androidê ye*



15.09.2015 19:54 | mergehez

12. di vê sepanê de taybetiya copy-paste tune ye mixabin, ger hebûya wÊ baştir bûya



15.09.2015 20:54 | ferhenga şikestî

13. Taybetmendiya kopî-pasteyê heye.

Pê li bişkojka parveke bike û here panoya kopyala..



15.09.2015 21:07 | mergehez

14. foksiyona kopî-pêve bike (copy-paste) bi vî awayî tê bikaranîn:



1) Helbestekî veke

2) Pêl bişkoka parve bike

3) Li wir pêl panoya kopyala bike.



di wêneyê jêr de hatiye diyarkirin:

Here lînkê



16.09.2015 01:03 | xendekî

15. yaw ev hun nikarin vê sepanê li app storê jî parve bikin. bi qasî ku zanim ne tiştekî zehmet e. madem sepan hazir e muracata xwe ya app storê jî bikin qene em jî jê feyde bigirn. heyra bila peretî jî be em razî ne (bila ji pênc tl derbas nebe)*



16.09.2015 16:37 | ceso

16. Sepana ku ji bo androîdê hatiye nivîsandin. Çima em nikarin têxin appstoreê? Sedem:

1. Pereyê min tune ye ku her sal 99$(niha 300 lîre ye) bidim appstoreyê.

2. Zimanê bernamesaziyê yê ji bo androidê java ye lê yê iosê objective c ye. Lewma divê ez sepanê ji serî ve bi zimanê objective cyê binivîsim. (Nêzî 2000 rêzikî ye. De îja bifikirin)

3. Telefoneke min a ku bi iosê dixebite, Tune ye lewma nikarim testan bikim..



Çareseriyeke pir xweş*

1. Ji min re iphonekê bikirin

2. Ez ê sepanê bi 5 lîreyan têxim appstoreê û herî kêm 60 kes dê daxin.

Hew van dixwazim. Ka xêrxwaz ka kurdistan *



Edît: rêziman



17.09.2015 02:31 ~02:33 | mergehez

17. Rehmet dê û bavê wê yê vè karî dike. Karek rûmet û hêja. Ev helbestên xweş û bêhempa bindestê me ye.



25.09.2015 23:00 | behdînan

18. sepana bi rojanekirineke nû li ber destê helbesthezan e. Aniha di sepanê de 349 helbestvan û 2324 heb helbest hene.



Nûbûnên nû:

1- Çend pirsgirêkên sepanê hatin sererastkirin.

2- Di helbestan de çend çewtî hebûn. Ew hatin sererastkirin

3- 100 heb helbestên nû.

4- Fonksiyona daxwaz û hişyariyê êdî sererast û bezatir dixebite..

5- Ji bo telefonên ku versiyona wan a androîdê kêm in, lêgerîneke nuh.



ji bo daxistinê: Here lînkê



19.11.2015 02:50 | xendekî

19. piştî vê rojanekirina nû, leza wê ji eyar de ketiye, pirr dereng vedibe û zêde zêde dixitime



19.11.2015 11:01 | ferhenga şikestî

20. Sepena kû Mazlum Özdogan amade kirî ye.

Bi rojanekirina nû 100 helbestên teze barkirin.Spas ji bo keda wan.



19.11.2015 11:10 | tir û fis

21. sepaneka helbestên ku hejmara wan gelekin roj biroj zêde dibin ewê hê helbestên tirşikvana jî lê zêdebikin.. û helbestên hêja têde hene lê belê divê meriv demek ji xwera biqetîne û ev helbestên hanê bi ser hevre biqelêbe. helbestên bi çend zaravayên kurdî lê hene niha fehmkirina min têra ya kurmancî tenê heye lê camêra carna vergerîn jî kirine destê wan saxbe çe wa bixwere dîtin hewqas helbest komkirin niha min sepan daxist û rîya xwe têde nedît ku ez zêde bixweynim lê ez nemrim ezê rojek li wan helbestên hêjayî xwendinêne vegerim.



19.11.2015 12:57 | shorbevan

22. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me:



- êdî vîdyo-helbest di nava sepanê de dixebitin

- êdî hûn dikarin li ser her helbestê fon-muzîkê vekin.

- êdî sepan di barkirina yekem de daxwaza barkirina helbestan nake.

- êdî mirov bi rihetî dikare ji helbestekê derbasî helbesta din bibe.

- dîwana şêx riza talebanî

- dîwaneke mele xelîlê sêrtî

- dosyeyeke yeqîn h.

- helbestên osman sebrî, gulîzer, fatma savci, ehmed huseynî

- mewlîda mihemed emîn heyderî

- mewlîda dimilkî ya usman esad efendîyo babijî

- bi tevahî 501 heb helbestên nuh..



daxe:

Here lînkê



21.02.2016 20:24 ~20:26 | xendekî

23. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin:



Here lînkê



21.02.2016 20:32 | xendekî

24. Sepaneka gellek kêrhatî û hêja ye..Dema wextê min hebê ez ji telefona xwe sepanê vedikim û helbestan dixwênim. Lê ez bawerim Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji serî heta dawiyê tê de nîne.

Min ji pirtûka M.Emîn Bozarslan Mem û Zîn dixwend. Carekî min got ka ez ji vê sepanê dera ku ez lê mame dewam bikim lê mixabin ji Mem û Zîne beşeke hindik tê de hebû.

Weke din Xwedê ji yê çêkirî razî bê.. xendekî karekê hêja kiriye..



11.03.2016 22:24 | nan û av

25. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin:



http://www.azadiyawelat.info/?p=39796



13.03.2016 08:01 | xendekî

26. Sepana ku bi awayekî endirekt be jî min alikarî dayê bo ku naveroka wê dewlementir bibe. Lê xwezî versiyona wê ya (bnr: ios)ê jî hebûya.



14.03.2016 02:39 | seydayê_peyvan

27. Here lînkê

Waha dibêje "yüklü" û "cihazınızla uyumlu" hema lê têlefûnê da naxûyê gelo çima?

Têla min nokia lumia ye loma qey?



14.04.2016 19:57 | bûtîmar

28. sepana ku ten ji bo androîdê heye. ji bo windows mobile, piştgiriya wê tune.

sedema weke barkirî xuyabûna wê belkî ew be ku ev sepan di telefoneke androîd de barkirî be ku ew telefon li ser vê emaila we tomarkirî ye.



14.04.2016 21:54 | simurg56

29. nizanim min ji kû daxistiye û li xwe kiriye bela.

ev çend roj in, her roj bi navê ''helbesta rojê'' dazanînan ji min re rêdikin, dengê dazanîna whatsapp û ya vê sepanê eynî ye. dengê dazanînên whatsappê tê, diçim dinêrim ''helbesta rojê'' elbika carte d'or ya tê de dolme heyî, şûşeya coca cola ya tê de dims heyî, û ev sepan! xêra xwe yek ji umut sarıkaya re bêje bila vê jî karîkatûrîze bike.



14.08.2016 15:54 ~15:55 | endazer

31. sepana ku xweyî logoyeka nû ye. di çarçoveya projeya ji nû ve çêkirina sepanên gotinên stranan û asoya helbesta kurdîyê me hin biryar dan. pêşî behs he bû em navê xwe jî biguherin, lê li ser daxwaza bikarhêneran me ev yek nekir. lê ji ber ku ji me re logoyeka xwerûtir, piçûktir hewce bû me logoya xwe guhert.
logoya nû ya asoya helbesta kurdî:
Here lînkê

hûn dikarin ji vir logoya kevn û a nû bidin ber hev:
Here lînkê



30.08.2017 10:54 | xendekî

32. Malpereke pir xweş e.



30.08.2017 14:18 | azad517

33. Asoya helbesta kurdî bi guhê yekî ve navekî baş û serincrakêş tê. Ji ber ku vebijêrkên dî çi ye min nizanibû min nexwest ku navê sepanê werê guhertin. Gerçî zor e lê belê bi navêkî hêj xweş û balkêş lê hebe belkî min dixwest.

Di vê navê de nîşandeka nû hinek xweşiya min çû. Dîsa jî piçek zêde hêsan hat min. Belam hêleke hêvîder lê heye.

Pêvekirin:
-rengek geş û şeng pêwîst e. Rengê mor li çavê min bandoreke li ber mirinê ber bi rizîbûnê ve diçe dike. Dibê qey sepan di ber ruh de maye.

-nivîsa aso xweş xuya dike. Lê pûrtika çûkê baş xuya nake. Eger di binê nivîsê de wek berwarî(ne tîkane) û hinek lûlekî(ne hilû) bûba baştir dibû. Yan jî li ser wêneyê pûrtikê nivîsa aso li gorî min baştir xuya bike.



30.08.2017 14:48 ~15:18 | rûbar

34. sepana ku di logoya xwe ya nû de çend guhertinên nipûnûtir kirine.

rewşa dawî û esseh a logoya asoya helbesta kurdî:
Here lînkê



09.09.2017 14:42 | xendekî

35. Logoya xwe yê nû rind nebûye. Bila carek dî li ser şewra xwe bikin.



09.09.2017 18:46 | elaziz izzetpasa camii

36. Ooo ji sedî sed yê berê xweşiktir çêbûye. Rengê spî ronakî tevlê nîşandeka kiriye. Logo bi giloverîyê re dîmeneke ciwan wergirtiye. Bandora ku wek li ber mirinê dihat li çavê yekî winda bûye. Lê dîsa jî wênêya pûrtikê bi estetîk nîn e li çavê min. Nizanim belkî li gorî nîvîsara asoyê zêde dirêj û mezin e. Belkî jî zêde hêsan û tîkane disekine.

Guhêrtin biserketî ye. Berdewamî bê.



09.09.2017 18:51 | rûbar

37. di nûjenkirina nû de gihaniya wêne, medya û belgedanka me dixwazin. min fêm nekir çima?! Li we beşeke wek berpirsa ewletiyê kar dike heye gelo? Heke na ev çima? Wêneya me belgedanka me çima ji we têkildar dike? Çi ji we ye? Ev xwedîsepanan çira wilo ne, ango bo çi?

Bi kurtî û kurmancî her çawan bê jî sepaneke gelek baş e lê mirov tînin silikandinê. Min nûjen nekir û dibe ku ji destêlê xwe rakim.

Li gorî min êdî mirov dema daxistinê deh car zêdetir bifikirin. Ê ku dixwazin dabixînin ji deh kesan neh kes dest jê berdin. Ew jî berovajiya armanca sepanê ye. Bandoreke berepaş encam bidê. Bi pere bûba baştir bû. Tişt nabe jixwe kurd her tim bêraman tev digerin. Û pê re... dev jê berdeeee... zahf dirêj bû kêfa min çû.



30.10.2017 06:31 | rûbar

38. sepan hatiye rojanekirin û zehv jî xweş bûye.
îşev jî min bi hevalekî xwe va du saetan helbest xandin..
--bi saya sepanê--

lê taybetiyeke sepanê ya berê hebû zehv xweş bû.
Her roj "helbesta îro" dihate ser ekrana têlefonê. Xwezî ew taybetî ranebûya.

yek jî fon muzikên tê da.
ez teklîf û rica dikim bira fon muzîkên cesîmê cerdo bar bikin.
Ji ber ku ew fonana him folklorîk in, him jî ji bo xwandina helbestên kurdî zehv kêrhatî û di cî da ne...

Cardin dest xweş..



31.10.2017 00:26 | bûtîmar

39. Sepana ku çend roj berê versiyona wê ya nû hate weşandin. Min sepan ji serî ve saz kir. Yanî kodên versiyona niha û ya kevn tevahî cuda ne ji hev. Ya rastî min gotinên stranan ewil kod kir piştî ku qediya min çend cih guherandin û navê sepanê kir Asoya helbesta kurdî.

asoya helbesta kurdî/102334
rûbar di peyama xwe de qala gihîstina wêneyên telefonê kiriye û tenê ji ber vê sepanê reş kiriye. dema min xwend ez ecêbmayî mam. ku yek kêm zêde ji teknolojiyê fahm bike, wê bibîne ku ev destûra gihana peleke di telefonê de ye. android jî tenê bo hisyarkirina bikarhêneran weke destûreke cuda gihaştina wêneyan li wir zêde kiriye. sepanên me bi tu awayî wêneyên bikarhêneran nakisîne. em bikisînin wê çi bibe? em ê wêneyên bikarhêneran çi bikin? dîsa hevalê rûbar diyar kiriye ku wî ji ber vê destûrê versiyona nû bar nekiriye û pêsdetir çûye û gotiye ez ê sepanê ji telefonê rakînim. tistekî nabînim ku bêjim yaw. whatsapp hezar tistî dixwaze lë em dîsa bi kar tînin em nabêjin em ê ji ber vê destûrê wê desturê sepanê bi kar neyînin.

destûra nivîsandina li telefonê: bi daxistina stranan e.
destûra xwendina pelên telefonê: ku stranek hatibe daxistin, bila stran dîsa ji înternetê neyê kisandin.

hemû mesele ev e. ev destûr bo gotinên stranan bû. dema min kir aso,min ji bîr kir ku vê destûrê rakînim. yanî niha di asoyê ev herdu destûr ji tistekî re nabin.

pistî android 5.0ê ku bikarhêner destûrê nede sepan nikarin wê destûrê ji telefonê bigre. yanî berî ku sepan stranekê daxîne ji bikarhêner destûra nivîsandina li telefonê dixwaze.ku bikarhêner destûrê nede sepan nikare tistekî daxîne telefonê.
mesele ev e ku mirov ji ber destûra xwendina pelên telefonê sepanan danexîne divê tu sepanên populer danexîne telefona xwe!



31.10.2017 14:22 | mergehez

40. asoya helbesta kurdî/102350
Sepana ku versiyona wê ya nû ji ber hin problemên sexsî hinekî li ser ecelê hat wesandin. versiyonên pês de em ê sistemeke gelek bas bo danezanan çêkin.
kesên ku dixwazin fon muzîkên xwes ji me re rêkin, dikarin bi maila min xwe bigihînin min: argesozdogan@gmail.com



31.10.2017 14:39 | mergehez

41. sepana me ya êdî ji berê xweştir û nûjentir e. heta nûjentirîn sepana kurdî ye. bi versîyona nû sepan ji nû ve hat nivîsandin.

ASOYA HELBESTA KURDÎ

taybetîyên nû:
-Xuyanî, dizayn û sîstemeka nû
-Lêdana fon muzîkan
-Lêdana vîdyo-helbestan
-Menûyeka modern
-Li gorî tikandinê rêza şairan diguhere (Heke daxwaz bikî)
-Li gorî tikandinê helbest dibe vîdyo (Heke daxwaz bikî)
-Beşeke nû: "Helbestên Nû"
-Favorîkirin hêsantir bû
-Guhertina rengên xuyanîyê:
+rengê statusbarê (xeta jor) biguhere
+rengê paşxaneyê biguhere
-Bi neqûçka (niquçandinê) nivîsê piçûk bike mezin bike
-Menûya guhertina nivîsê,
+mezinahîya nivîsê
+fonta nivîsê
+nivîsê xwehr bike, stûr bike, binè wê xêz bike
+nivîsê bide navê an çepê an rastê
-Lêgerîna Berfireh jêhatîtir bû
-Lêgerîn moderntir bû (Êdî tîp ser û cira wê xelet be jî lê digere, dibîne)
+peyva lê digerî gava dibîne rengê wê diguhere, diyar dike
-Zimanê sepanê bike:
+kurdî - kurmancî
+kurdî - dimilkî
+kurdî - soranî
+tirkî
+elmanî
+ingilîzî

Êdî li ber we ye, fermo biceribînin:
ji google playê daxin: Here lînkê



31.10.2017 23:02 | xendekî

42. sepana ku di malpera dîyarnameyê de bûye mijara nivîsekê. fermo bixwînin:
Bi hezaran helbest û stran di bêrîka we de ne
Here lînkê



31.10.2017 23:07 | xendekî

43. Welê ye min kêmasiyên ku çareserkirineke hêsan li wan heye nîşan da. Lê eşkereye ku min sepanê reş nekiriye. Kesên ku bi rexne û nişandana min ên xwedayîyê re kêfa wan nehatiye dikarin wek reklamek rexneyî binêrin.

Weke ku min berî niha jî gotiye sepan destûra gihanî yên wenê, belgedank û midyayên me dixwaze. Xwedîsepanan di dema guhêrtina sepanên xwe de cara yekemîn ku nûjenkirineke mezin dikin dixwazin xwe bigihînin nizanim wêne û belgeyên me. Pişt re dawiya wan nayê. bi nûjenkirineke dî gihaniya navnivîska tilfonan, tomara lêgerînan yên telefon û internetê, hesaba midyaya civakî.... Û welî wana dixwazin.

Herkesek hêvîdarim ku dizane gava mirovek destûr dide di binê binbariya wê de ew bi xwe heye. Berpirsiyariya mezin ewî ye.

Dîsa kesek piçek jî ji teknolociya fêm bikê pêlek mêlek ferq nakê. Ji nêrîna ewlehî û pêewletiyê fikarereyên wan hene û zehf e.

Ewan li aliyekî hinek meriv hene dibêjin yaw bere bê ma gihaniya wê wêneyên me de hebe çi nebe çi. Başe ne cihê xama minê ye. Fikra min ewêye ku dibêjim heke gihanî tiştek ev qas muhîm nîn e, fêde û zirara wî jî nîn e û tiştek vala û piçûk e bere nebê hê çetir. Meriv ji teknolociya fêm jî bikê fêm nakê jî pirsgirêk dernakeve. Her wiha eger insan ji teknolociya fam neke û yekî jî we re bêje were destûr bide ne tişteke, pêlek e û min ji bîr kiriye di eslê de ji bo sepanên min ya din bû li wê derê jî maye filan insan hê xwe dûr bixê, bitirsê.

Ez dixwazim sepanê bidim nasîn û dixwazim di nav gelê de belav bibê û bi pere bibê jî çêtir dibînim û biçe xweşiyê jî neçe jî qala wê dikim lê xwedîsepanan nahêlin,fêm nakin.

Digel vê yekê şîrketên wek whatsapp, facebook nizanim google filan çawa bêjim gelek mezin in: )
Ne wekî gotinên stranan e. Bi dehan welatan mezin in. Dîsa sepan ne sepana amerika ye û ne jî em amerîkan in. Înşaela rojek sepanên wana jî bibe wekî wana lê ewqas biumîd nîn im çimkî sosîyal polîtîkayên wê di serî de bê bêsparte ye. Hê sê kes naxebite weke whatsappê helwest nîşan didin.

Ji bona ev kedên we yê birûmet vala neçê dibêjim. Ji ber wê gihaniyê ji deh kesan neh kes weke navê xwe dizanim dev jê qerin. Her tişt di wextê xwe de bihata çêkirin wek bi navê rexneyê de tiştek nedibû.

Heke ez bim gihaniya wêne û belgedanka vekişim û sepana xwe bi pere bikim hêj çêtir.

Gerçî zahf dirêj bû lê ewana jî bêjim.
Gava mirov dixwaze nûjen bike dibîne ku gihaniya tiştan dixwaze bêhemdî bêdil dibe. Dibêje temam baş e lê ev ji bo çi ye û dev jê diberde. Lê li gorî min li cihê gihaniyê pere bixwestiya meriv bigota nexwe xwedîyê wê sepanê dixwazin kareke giran û rasteqîn çêbikin.

Li gorî min hêj çêtir. Ez mecbûr nîn im weke herkesî bifikir im. Min wilo got, xwedîsepanan jî wilo çêkirin e. Dem ne bi perê ye. Rêjeya daxistinê gelek bikeve. Ji min gotin. Çimkî îmaja sepanê dilê yekî dixe bi gumana. Ew der ewropa nîn e em jî ne ewropayî ne.



01.11.2017 00:13 ~00:20 | rûbar

44. sepana nûjentirîn a bi kurdî ye. hejmara şairan 445, hejmara helbestan 3120 zêdetir. sepan bi 5 zimana dixebite. tê de vîdyo - helbest, muzîk û hwd gelek taybetiyên baş û profesyonelî hene.

hevalê rûbar, derî formata tirşikê bersiv daye bersiva rexneya xwe; ez ê jî bi wê rêyê bersivê bidimê.

1)xwegihandina wêne, peldank û midyayê. wek ku mergehez gotî sepan ji bo stranan karibe daxe telefonê divê vê destûrê bixwaze. ev ne daxwaza me bû, daxwaza bikarhênerên sepanê bû, digotin em dikarin guhdar bikin lê çima nikarin daxin. li ser vê me jî li gor daxwaza wan ev taybetiya daxistina stranê anî. wek me gotî ji bo wê divê ev destûr hebe. li gor vê heke tu stranê danexî telefonê sepan xwe nagihîne wêne û midyayê. androîd 6.0.0 gava sepanek bixwaze xwe bigihîne wêneyan ji te re dibêje va ev sepan dixwaze xwe bigihîne wêneyên te tu destûrê didîyê. lê min aso bar kir hemû taybetî ceribandin lê hişyarîyek wilê neda. ji ber ku tiştek wilê bikar neanîye.
2) madem whatsapp facebook ewqas tu destûrê didîyê, sepana hevalê te an jî kesê tu ji vê platformê naas dikî çêkirî ji wê ditirsî? ji ber ku karê mim re eleqedar e, dizanim facebook texsîr nake kengî dewlet çi agahiyên bikarhêneran bixwaze dide dewletê. heta peyamên şexsî.
3) em du kes in, vê tenê ji bo xebata kurdî dikin, em ê çi ji wêneyên şexsî bikin?
4) rexneya te li ser sera. lê ev tişta tu dibêjî sedema wê niyeta wê eşkere ye; lê tu dubare dibêjî ji ber kes wê sepanê bikar neyne. ev ne xweş e.

Sepana me niyeta wê armanca wê li ber çavan e. Xebata di nav ciwan û bikarhêneran de kirî eşkere ye. Ji ber wê dilê me rihet e.



04.11.2017 12:18 | xendekî

46. Sepanê ku me go çima, welhasil kelam inşaela bikarhênerên sepanê zêde bibe, dibe ku ez jî heke sax bim deh panzdeh roj bi şûn de rojane bikim. Xwedê bi we re bî. Dest xweş, armanc geş bî. her şad û baxtewer bin.



05.11.2017 01:38 | rûbar

47. sepana ku tirşikvan û bloggerê qeşeng û jêhatî înano lo li ser tiştinên xweş nivîsîye, nivîseka danasînê belav kiriye li ser bloga xwe, tê de dibêje:
Antolojiya Herî Kêrhatî ya Kurdan: ASOYA HELBESTA KURDÎ
Here lînkê

dîsa blogger û rexnegir û şîrovekarê hêja mamosteyê qedirbilind zinarê xamo li ser bloga xwe behsa Sepanê kiriye, gotiye: ji bo hezkirên şiîra kurdî wasiteyeke pir hêja
Here lînkê



06.11.2017 10:32 ~2017.11.07 00:09 | xendekî

48. xizmeta ku êdî hema bêje ji aliyê hemû xwendevanên kurdî ve tê zanîn. ez jî gelek pê keyfxweş im. nivîsa înano lo ya di derbarê de, xweş û berfireh e. sepan dikare vê nivîsê weke nivîsa fermî ya danasîna sepanê bi kar bîne *



06.11.2017 21:54 | simurg56

49. keda kê di vê sepanê de hebe dest û tiliyên wî ter bin.

jê wêdetir dixwazim çend gotinan li ser asoya helbesta kurdî bikim, lê ne li ser sepanê li ser hunera helbestê. erê asoya me bi nûjeniyê berfireh dibe lê îro her çiqas xwendekarekî/ê fizîkê ji newton bêhtir fizîkê bizane jî nayê vê wateya ku ew dibe newton. ê wêjeyê jî… dibe ku îro kes ji me qîma xwe bi helbesta cegerxwîn, arjen arî hwd. neyîne lê ev cegerxwîn û arjen arî tune nake. jixwe wêje jî bi vî rengî tê afirandin.

nûjenî bi tena serê xwe nayê pênasekirin, nayê şîrovekirin, nayê nirxandin jî. nûjenî bi ser kevnê re tê nirxandin. tu yê zanibî bê kevn çi ye, di çi astê de ye, çi heye, çi tuneye, çima kevn bûye. yekî/yekê ku bibêje helbesta min nûjen e divê bizanibe çima helbesta cegerxwîn yan arjen arî kevn bûye. nûjenî ne ew e ku îro çi heye tu wê bibêjî. Arjen Arî behsa efrînê nekiriye. lê efrînê gotiye jî li gorî xwe. nûjenî û kevnbûn di ser deng, form, şêwaz, bikaranîna ziman re ye. heger helbestvanek di vana de lawaz be nikare bibêje “welle ez nûjen im”.



25.01.2018 19:15 ~19:16 | tizbîkêş

50. berra jî baş dixebitin. vê carê jî malperek çêkirine bi navê helbestakurdi.com Here lînkê

ez bûma formata biryudumkitap.comê jî pêşkeş bikira da ku kurmancî bi awayekî vîral têkeve her cîhî. Here lînkê



05.02.2019 20:40 ~20:41 | tizbîkêş

51. êdî li ser malperekê kete bin xizmeta herkesî: www.helbestakurdi.com

(bnr: helbestakurdi.com)



02.03.2019 19:13 | xendekî

52. Malpera wan jî heye, ya bi xêr. Li ser Androidê em dikarin daxînin lê ji iOSê re xizmet tunne. We bikaribûya li ser iOSê jî xizmet bikira pirr xweş dibû.



03.03.2019 10:22 | apê mihyedîn

53. Bi malperê xwe ve, bi sepanên xwe ve û bi tora xwe ya facebookê ve xizmeteke mezin e bo zimanê kurdî.

Bi destûra xwedê hem malper hem tora facbookê hem jî sepanan hê jî pêş bikevê.

Li tora facebook a helbesta kurdî bi parvekirina helbestên bidîmen û bi bibinnivîsan zimanê kurdî û helbestên bi vî zimanê ji mirovan re dide hezkirin. Kedeke hêja ye.

Her berdewam be Xwedê bistire.

Bi alikariya xwedê rojekî ewqas mezin û fireh bibe ku bi milyonan bi milyaran naverok tê de be înşaela.

Û tirşik jî pêkve înşaela.



23.08.2019 09:41 | bilbilê dilkul

54. qenaleka duyem a youtubeê ji xwe re vekirine. Li gor gotegotan wê vîdyo-helbestên bitelîf li vê qenala nû (asoya helbestê) bar bikin, vîdyo-helbestên bêtelîf jî wê eynî weka berê li ser qenala kevn (asoya helbesta kurdî) bar bikin.

hek hûn dixwazin bibin abone ev e lînka qenala kevn: Here lînkê


ev e jî ya qenala nû: Here lînkê



08.09.2019 14:05 ~14:06 | xendekî

55. MIZGÎNÎ: Asoya Helbesta Kurdî bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean!

Asoya Helbesta Kurdî
Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene..
Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî..

Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan.



22.02.2022 20:29 ~20:29 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» asoya helbesta kurdî
» helbesta yavuz sultan selîm ya li ser kurdan
» kurdîya çend peyvên olî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî