20. sepaneka helbestên ku hejmara wan gelekin roj biroj zêde dibin ewê hê helbestên tirşikvana jî lê zêdebikin.. û helbestên hêja têde hene lê belê divê meriv demek ji xwera biqetîne û ev helbestên hanê bi ser hevre biqelêbe. helbestên bi çend zaravayên kurdî lê hene niha fehmkirina min têra ya kurmancî tenê heye lê camêra carna vergerîn jî kirine destê wan saxbe çe wa bixwere dîtin hewqas helbest komkirin niha min sepan daxist û rîya xwe têde nedît ku ez zêde bixweynim lê ez nemrim ezê rojek li wan helbestên hêjayî xwendinêne vegerim. |
|
19.11.2015 12:57 |
shorbevan
|
21. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me: |
|
21.02.2016 20:24 ~20:26 |
xendekî
|
22. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin: |
|
21.02.2016 20:32 |
xendekî
|
23. Sepaneka gellek kêrhatî û hêja ye..Dema wextê min hebê ez ji telefona xwe sepanê vedikim û helbestan dixwênim. Lê ez bawerim Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji serî heta dawiyê tê de nîne. |
|
11.03.2016 22:24 |
nan û av
|
24. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin: |
|
13.03.2016 08:01 |
xendekî
|
25. Sepana ku bi awayekî endirekt be jî min alikarî dayê bo ku naveroka wê dewlementir bibe. Lê xwezî versiyona wê ya (bnr: ios)ê jî hebûya. |
|
14.03.2016 02:39 |
seydayê_peyvan
|
26. Here lînkê |
|
14.04.2016 19:57 |
bûtîmar
|
27. sepana ku ten ji bo androîdê heye. ji bo windows mobile, piştgiriya wê tune. |
|
14.04.2016 21:54 |
simurg56
|
28. nizanim min ji kû daxistiye û li xwe kiriye bela. |
|
14.08.2016 15:54 ~15:55 |
endazer
|
29. sepana ku xweyî logoyeka nû ye. di çarçoveya projeya ji nû ve çêkirina sepanên gotinên stranan û asoya helbesta kurdîyê me hin biryar dan. pêşî behs he bû em navê xwe jî biguherin, lê li ser daxwaza bikarhêneran me ev yek nekir. lê ji ber ku ji me re logoyeka xwerûtir, piçûktir hewce bû me logoya xwe guhert. |
|
30.08.2017 10:54 |
xendekî
|
30. Malpereke pir xweş e. |
|
30.08.2017 14:18 |
azad517
|
31. Asoya helbesta kurdî bi guhê yekî ve navekî baş û serincrakêş tê. Ji ber ku vebijêrkên dî çi ye min nizanibû min nexwest ku navê sepanê werê guhertin. Gerçî zor e lê belê bi navêkî hêj xweş û balkêş lê hebe belkî min dixwest. |
|
30.08.2017 14:48 ~15:18 |
rûbar
|
32. sepana ku di logoya xwe ya nû de çend guhertinên nipûnûtir kirine. |
|
09.09.2017 14:42 |
xendekî
|
33. Logoya xwe yê nû rind nebûye. Bila carek dî li ser şewra xwe bikin. |
|
09.09.2017 18:46 |
elaziz izzetpasa camii
|
34. Ooo ji sedî sed yê berê xweşiktir çêbûye. Rengê spî ronakî tevlê nîşandeka kiriye. Logo bi giloverîyê re dîmeneke ciwan wergirtiye. Bandora ku wek li ber mirinê dihat li çavê yekî winda bûye. Lê dîsa jî wênêya pûrtikê bi estetîk nîn e li çavê min. Nizanim belkî li gorî nîvîsara asoyê zêde dirêj û mezin e. Belkî jî zêde hêsan û tîkane disekine. |
|
09.09.2017 18:51 |
rûbar
|
35. di nûjenkirina nû de gihaniya wêne, medya û belgedanka me dixwazin. min fêm nekir çima?! Li we beşeke wek berpirsa ewletiyê kar dike heye gelo? Heke na ev çima? Wêneya me belgedanka me çima ji we têkildar dike? Çi ji we ye? Ev xwedîsepanan çira wilo ne, ango bo çi? |
|
30.10.2017 06:31 |
rûbar
|
36. sepan hatiye rojanekirin û zehv jî xweş bûye. |
|
31.10.2017 00:26 |
bûtîmar
|
37. Sepana ku çend roj berê versiyona wê ya nû hate weşandin. Min sepan ji serî ve saz kir. Yanî kodên versiyona niha û ya kevn tevahî cuda ne ji hev. Ya rastî min gotinên stranan ewil kod kir piştî ku qediya min çend cih guherandin û navê sepanê kir Asoya helbesta kurdî. |
|
31.10.2017 14:22 |
mergehez
|
38. asoya helbesta kurdî/102350 |
|
31.10.2017 14:39 |
mergehez
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |