39. sepana me ya êdî ji berê xweştir û nûjentir e. heta nûjentirîn sepana kurdî ye. bi versîyona nû sepan ji nû ve hat nivîsandin. |
|
31.10.2017 23:02 |
xendekî
|
40. sepana ku di malpera dîyarnameyê de bûye mijara nivîsekê. fermo bixwînin: |
|
31.10.2017 23:07 |
xendekî
|
41. Welê ye min kêmasiyên ku çareserkirineke hêsan li wan heye nîşan da. Lê eşkereye ku min sepanê reş nekiriye. Kesên ku bi rexne û nişandana min ên xwedayîyê re kêfa wan nehatiye dikarin wek reklamek rexneyî binêrin. |
|
01.11.2017 00:13 ~00:20 |
rûbar
|
42. sepana nûjentirîn a bi kurdî ye. hejmara şairan 445, hejmara helbestan 3120 zêdetir. sepan bi 5 zimana dixebite. tê de vîdyo - helbest, muzîk û hwd gelek taybetiyên baş û profesyonelî hene. |
|
04.11.2017 12:18 |
xendekî
|
43. Sepanê ku me go çima, welhasil kelam inşaela bikarhênerên sepanê zêde bibe, dibe ku ez jî heke sax bim deh panzdeh roj bi şûn de rojane bikim. Xwedê bi we re bî. Dest xweş, armanc geş bî. her şad û baxtewer bin. |
|
05.11.2017 01:38 |
rûbar
|
44. sepana ku tirşikvan û bloggerê qeşeng û jêhatî înano lo li ser tiştinên xweş nivîsîye, nivîseka danasînê belav kiriye li ser bloga xwe, tê de dibêje: |
|
06.11.2017 10:32 ~2017.11.07 00:09 |
xendekî
|
45. xizmeta ku êdî hema bêje ji aliyê hemû xwendevanên kurdî ve tê zanîn. ez jî gelek pê keyfxweş im. nivîsa înano lo ya di derbarê de, xweş û berfireh e. sepan dikare vê nivîsê weke nivîsa fermî ya danasîna sepanê bi kar bîne * |
|
06.11.2017 21:54 |
simurg56
|
46. keda kê di vê sepanê de hebe dest û tiliyên wî ter bin. |
|
25.01.2018 19:15 ~19:16 |
tizbîkêş
|
47. berra jî baş dixebitin. vê carê jî malperek çêkirine bi navê helbestakurdi.com Here lînkê |
|
05.02.2019 20:40 ~20:41 |
tizbîkêş
|
48. êdî li ser malperekê kete bin xizmeta herkesî: www.helbestakurdi.com |
|
02.03.2019 19:13 |
xendekî
|
49. Malpera wan jî heye, ya bi xêr. Li ser Androidê em dikarin daxînin lê ji iOSê re xizmet tunne. We bikaribûya li ser iOSê jî xizmet bikira pirr xweş dibû. |
|
03.03.2019 10:22 |
apê mihyedîn
|
50. Bi malperê xwe ve, bi sepanên xwe ve û bi tora xwe ya facebookê ve xizmeteke mezin e bo zimanê kurdî. |
|
23.08.2019 09:41 |
bilbilê dilkul
|
51. qenaleka duyem a youtubeê ji xwe re vekirine. Li gor gotegotan wê vîdyo-helbestên bitelîf li vê qenala nû (asoya helbestê) bar bikin, vîdyo-helbestên bêtelîf jî wê eynî weka berê li ser qenala kevn (asoya helbesta kurdî) bar bikin. |
|
08.09.2019 14:05 ~14:06 |
xendekî
|
52. MIZGÎNÎ: Asoya Helbesta Kurdî bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean! Asoya Helbesta Kurdî Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene.. Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî.. Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan. |
|
22.02.2022 20:29 ~20:29 |
mergehez
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |