Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
neçariya hînbûyî - tirşik
neçariya hînbûyî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Qebûlkirin û pejirandina rewşa bêçareseriya ku meriv tê de ye.



25.06.2014 01:37 | ceso

2. neçarî û bêgaviya ku serdest an bi kutanê an bi lêdanê an jî bi tirsandin û geflêxwarinê di dil û ruh û hiş û hişmendî û binhişîna bindestan de bi cih dike.. test û taqeya pênc meymûnan (bnr:çûna çîyê ya endazer/41917) û testa beqan nimûnenên baş in ji bo naskirin û teşhîsa vê derûniyê..



25.06.2014 01:59 | endazer

3. (bnr: learned helplessness)
têgeha ku cara pêşîn ji aliyê martin seligman ve di salên 1970î hatiye bikaranîn. çavkaniya fikra wî, ceribandinên wî yên li ser heywanan bû.
ceribandina xwe de seligman, kuçikan dêtîne li ser platformek ku serê her wextekê ev platform elektrîkê dide kuçikan. piştî demekê, êdî ev kuçik hemberî vê elektrîkê bertek nadin û hewl nadin ku jê birevin. ji ber ku ev yek ne mimkun e
paşê diçe cihek din çêdike ku li vir dema elektrîk were dayîn, derfeta kuçikan heye ku ji vê îşkenceyê birevin. kuçikên berê û hinek kuçikên nû dêtîne li ser vê platforma nû. lê dibîne ku kuçikên nû dema elektr^k were dayîn, ji wir direvin dçin ciheke ewle: lê ew kuçikên ku ketine psîkolojiya "neçariya hînbûyî" hewl nadin ku xwe ji vê neçariyê xelas bikin.

ev psîkolojî di civakê de jî gelekî girîng e. ji ber vê psîkolojiyê ye ku bi sedsalan dîktator dikarin bibin dethilatdar. heta ku kesek xwe ji vê psîkolojiyê xelas bike û hînî herkesî bike ku ne neçar in û hwd.
dîsa dikarim îdîa bikim ku hinek jî ji ber vê mantiqê ye ku di nav gelê kurd de pêşveçûn evqas zehmet e; zarokên kurd di zarokatiya xwe de ewqas rastî bertekan, tên, ewqas daxwaz û hêviyên wan tên şikandin ku heta mezin bibin êdî bawer dikin ku "ji wan tu gû çênabe" û "ji gelê kurd tu gû çênabe" û hwd.



25.06.2014 19:03 ~2017.01.11 17:55 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» neçariya hînbûyî

Kategoriyên mijarê:: jiyan psikoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî