Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
selim akgül - tirşik
selim akgül

Navê mijarê ya ewil ev bû:selim akgul
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê hesabekî ye li ser soundcloudê, wekê dî kî ye, bi çi eslÎ ye, çi îşî dike xwudê zane..

sînemê ya miradê kinê xweş distirê û dê û law a rênas jiyan û bilûra min a celadet elî bedirxan xweş dixwÎne..

sînemê; https://soundcloud.com/selim-akgul/sineme

dê û law; https://soundcloud.com/selim-akgul/law

bilûra min; https://soundcloud.com/selim-akgul/blura-min



25.06.2014 18:07 | endazer

2. Gava bi kurdî deng dike mirov dibeje ku ciwan haco ketiye nav wî.
Ew çi deng e.
Dûblajên lo dublaj çêdikir.
Wan rojan listîkvanê mala minê ye.
Xûya dike ji bo wî bi mala minê we pêşeka nû destpêdike.



12.11.2019 12:09 | cinorek

3. Derhênerê rêzefîlmê yê mala minê ye. Di Fîlmên Tirkî da jî leyîstiye. Di fîlmê mala minê de lîstikvan e jî.
Ev e jî fragmana beşa yekem e;


Zêdetir bi lodublaj ku bi (bnr: özlem taş) re dublaj dikir navdar bû. Gelek dublajên baş kiribû.
Di heman demê de programeke bi navê (bnr: ava mag) ku bi navdarên Kurd re hevpeyvînan pêk tîne li dar dixe.
Kerem kin;



12.11.2019 15:20 ~15:21 | hesinkar

4. bi karaktera xwe ya di rêzefîlma mala minê da (bnr: dijwar), te dî animationek hebû, (bnr: dennis the menace) kurikekî tercal bû. çi çax wî dibînim, vî kurikî tîne bîra min. porê wî, rûyê wî, tu dibêjî qey xêzika dijwarî çêkirine. bi tenê rengê porê wan ji hev cuda ne. *



23.11.2019 00:28 | mirovekirind

5. dengê zalimî pirr xweş e lê qesta min ne strandin e. di axaftinê de û nexasim dema helbestan dibêje zêde zêde xweş lê tê



23.11.2019 00:32 | ferhenga şikestî

6. Berî ez wî di mala minê de bibînim kêfa min jê re dihat. Lê dema min ew dît yekcarî jê sar bûm. Mirov carinan rû û tevgerên hineka dibîne jê sar dibe aha ew li min werê xuya bû.
Lîstikvaniya wî ya di mala minê de orteleme ye. Nikarim bibêjim baş e mixabin



23.11.2019 18:46 | berxweda

7. Figüranek e di hin fîlmên tirkan de. Li 2017an di fîlma bi navê "bölük" de lîstiye ku fîlm li ser jiyana leşkerên tirk e.
Berî niha bi salan mi ew cara pêşî di fîlma "bahoz" de dîtibû ku incax kesên wek wî fîlmeke ewqas pîs û xerab dikarin li ser şoreşgeran çêkin. Bawer im hîn jî qirar nedaye bê ka wê ji vî alî be yan ji wî alî be.



23.01.2020 10:50 | yusiv hemed

8. Camêr bi projeya xwe ya lodublajê gelekî serjeftî ye.
Dijwarê ku du rêzefîlma Mala minê De dilîze.
Gelek hunermendên sînemayê di fîlmên porno de jî lîstine



24.01.2020 01:21 ~01:21 | oceancr

9. lîstikvanekî kurd e.
di sala 1982an dê
li mêrdîne ji dayik bû ye.
torî ye*

kesekî ku dengê wî car caran tişta rast gelek caran dişibê dengê ciwan haco.
ji wextê ku lodublaj li tora civakî ya kurdan belav bû ye.
ji aliyê gelek kesan hatiye naskirin.

yekem min wî di fîlmê bahozde dîtibû.

fîlmên ku tê de liyistiyê:
bahoz
rêzefîlmên ku tê de liyistiyê
mala minê



31.05.2020 12:45 ~12:46 | merwano

10. Ger welatekî me yê azad hebûya, ew ê bibûya yek ji lîstikvanên me yên şanoyê yên herî navdar. xwediyê jêhatiyek wusa ecêb xweş e. dema ku bi kurdî diaxive dengê wî bêqisûr e. Ji bo hînkirin û hînbûna Kurdî, axaftina wî herî baş e bo referansê.
Mixabin welatekî me yê azad tûneye, ji ber wê jî di rêzefîlm û fîlmên Tirkî de wek karakterekî alîgir xûya dike
***
Wan rojên dawî jî wextê xwe bi bitcoin û tiştên terre tûre xerc dike.
...
Mîxabin.
...





04.12.2021 10:42 ~11:01 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» selim temo

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî