Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sêrt - tirşik
sêrt
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sêrta dilan a bakurê welat. hawêl, dih, Şêrwan, tîlo, misirc û berwarî navçeyên bajêr in. Çendî dizanim ketiye nava du sê herêman; botan, xerzan, zîrkan? ... her wiha gelek devokên kurmancî yên cihê cihê tên axaftin. hejmareke ne zêde zaza jî li dora hawêlê nîştecî ne.



15.07.2013 00:23 | mastfirosh

2. bajaré ku bi parêf, fisteqên sêrtê,hinarén zivziké,hingivî ya berwarî,xaliçeyan,sabuna kezwanan,ziyareta li tillo,çemé botan navdar e.



15.07.2013 06:11 | feqiyêteyran

3. yek ji bajarê kurdistanê ye ku van rojan tenê bi tecawiz û fuhuş û pîsatiyan tê rojev e. mixabin wisa ye.

çi ye yanê çima hûn xwe aciz dikin. ez jî ji sêrtê me . hevalên min ên ji sêrtê hene *



15.07.2013 21:28 | brusk56

4. pêkenok / helawa sêrtê:



carekê ji caran yekî digot:



-helawa sêrtê hewqasî xweş e, hewqasî xweş e, ku nayê gotin.



-êdî go ma te helaw xwarîyê?



-Na, min nexwarîyê. bes bavê min helaw, li sêrtê, li ser nanê yekî dîtî ye. Ez ji wir zanim ku xweş e.





15.07.2013 21:55 | seydayê_peyvan

5. welatek bêakp ye. ji ber ku îro rêveberiya akpê ya sêrtê îstîfa kirine û dev ji karê xwe berdane.



04.06.2014 23:58 | simurg56

6. bajarê ku têra xwe bi pêş ketiye. yanê li gor bajarên din ên kurdistana bakur gelek baş e.

erê amed û wan gelek jê çêtir e. lê dema mirov li bajarên weke mûş, şirnex, bilîs, çewlîg, agirî, mêrdîn, îdir û hwd dinêre, dikare bêje ku sêrt bajarek gelek xweş e.

navenda danÛstandinê heye, sînema heye, cihên xweş ên xwarinê heye. zaningeh heye ku hejmara xwendevanên wê jî ne hindik e.

piştî bendava ilisuyê qediya, wê sêrt bibe wek wanê. ew gola ilisuyê ku wê hin bajarekî mezin be, li kêleka bajêr be û wê avhewayê jî bigûherîne û nermtir bike. wê ev yek bi ihtîmalek mezin ji bo fisteqan ne baş be lê wê ji bo spehîtiya bajêr gelek baş be.



25.10.2014 00:18 | brusk56

7. bajarê kurdistanê ya ku haya min nû lê bû ku ereb jî dijin. erebê mêrdîn û rihayê jixwe navdar in lê yên sêrt ji kû derketine nizanim. pêwendiyekê erdnîgarî jî nîn e.



29.07.2021 00:36 ~00:37 | hueyn

8. Dema em gund dimana (gund, girêdayî navçeya sêrtê, berwariyê ye) her ku wext nêzî ray avetinê diba, axayê wê navçeyê dihat ray ji akpê re dixwestin. Gundê ku piranî ray ji akpê re ne dihatîn zivistanê du-sê mehan dimana bê ciyran û rê li wan dima girtî (ji berfê) ez du seçiman li vê yekê rast hatim. Gundê me jî yek ji wan gundan bû.
ax ax me çi zehmetî dikşand. Lê Çend rast bû, çend çewt nizanim?



24.05.2022 12:55 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêrt

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî